Erîşa nijadperest li dijî Cîzresporê

Erîşa nijadperest li dijî Cîzresporê

Cîzrespor, li Antalyayê, rastî êrîşa nijadperest hat.

A+A-

Hat ragihandin Cîzrespora di Lîga sêyem a Spor Totoyê ye de, di yariya digel Serîk Belediyesporê li Antalyayê de, ji aliyê alîgirên nijatperest ve rastî êrîşeke nijatperest hat. 

Alîgirên Serîk Belediyesporê, beriya yariyê, digel sitrana nijatperest 'Olurum Turkiyem'ê li dijî Cîzresporê durişmên nijadperest berz kirin û piştî yariyê jî sê lîstikvan û mamosteyê Cîzresporê hatin derbkirin.

Hat ragihandin di yariyê de Cîzresporê goga yekem avêt. Piştî ku di tabelayê de encam bû 1-0, alîgirên nijatperest dest bi durişmên nijadperest kir û ji ber kartên zer û sor ên ku hekem bo Cîzresporê nîşan da, 3 lîstikvanên Cîzresporê hatin cezakirin ku beşdarî yariya heftiya bê nebin.

Piştî bi encama 1-1, dawî li yariyê hat, alîgirên nijadperest êrîş birin ser lîstikvanên ku ji qadê derketibûn. Sê lîstikvan û mamosteyê Cîzresporê hatin derbkirin û birîndarkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin