Erdoğanî li dijî daxuyaniyên Siûdiyê nerazîbûn nîşan da

Erdoğanî li dijî daxuyaniyên Siûdiyê nerazîbûn nîşan da

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand, ku welatê wî awayekî hûrbîn lêkolîn li ser nebedîbûna rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşıkçı dike û got: Em nerazî ne li ser wê şiroveya ku Siûdiye ji vê doseyê re dike.

A+A-

Berî niha ajansa Reuters ragihandibû, ku Kaşıkçı di avahiya kunsulxaneya Siûdiyê de hatiye kuştin, li Siûdiyê vê yekê red dike.

Polîsê Tirkiyê jî, ji yekem roja nebedîbûna Kaşıkçı ve, ragihand ku navhatî roja 2ê vê mehê derbasî kunsulxaneya Siûdiyê bû û heya niha derneketiye.

Berpirsên Siûdî didin xuyakirin, ku roja nebedîbûna Kaşıkçı kamîreyên çavdêriyê yên kunsulxaneyê kar nekirine û vê yekê gumanek mezin li cem Erdogan çêkiriye, ku destê Siûdiyê di nebedîbûna Kaşıkçı de hebe.

Erdogan got: Gelo kes gotina Sûdiyê bawer dike, dema dibêje: Roja nebedîbûna Kaşıkçı kamîreyên çavdêriyê kar nekirine.

Herwiha got jî: Ne em tenê bi guman in, her ku diçe guman bêtir dibin û niha Amerîka jî dilgiran bûye.

Her di wê çarçoveyê de, îro 22 kongirêsmanên Amerîkî, peyamek ji Serokê Amerîka re şandin, daku lêkolînê derbarê Kaşıkçı destpê bike.

 

Li aliyekî din di girte vîdyoyê de, diyar dibe ku Kaşıkçı roja Sêşemê , demjimêr bi derbasî avahiya kunsulxaneya Siûdî bûye û di heman demê de, otoboseke reş jî li nêzîkî kunsulxaneyê tê dîtin.

Piştî ku Kaşıkçı derbasî kunsulxaneyê dibe, otobosa reş jî derbas dibe û ji kunsulxaneyê derdikeve û berê xwe dide mala Kunsulê Siûdiyê li Stenbolê, kêlîkekê ew otobos li pêşiya mala Kunsul radiweste û piştre derî jê re tê vekirin û derbasî nav mala Kunsul dibe.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin