Erdogan: Em ê berê xwe bidin Rojhilatê Firatê

Erdogan: Em ê berê xwe bidin Rojhilatê Firatê

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, piştî rêkevtina li ser Îdlibê ew bi biryar in ku li Sûriyê berê xwe bidin Rojhilatê Firatê.

A+A-

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro roja înê (26-10-2018) di civîna Serokên Bajaran ên AK Partiyê de axivî.

 

Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku ew him li nav welêt him jî li derveyê welêt di warê siyasî û baorî de ketine nav amadehiyên girîng û got, “Me plana aborî ya aliyên ku nikarîbûn bi aloziya siyasî û rêxistinên terorê congê li me bidin vedan, pûç kir.”

 

Serokomarê Tirkiyê bal kişand ser rêkevtina di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de, ku li ser Îdlibê hatibû çêkirin û got, “Piştî îmzakirina wê rêkevtinê ti pirsgirêk li Îdlibê pêk nayê. Niha dor hatiye ser Rojhilatê Firatê. Em dê êdî bal û enerjiya xwe bidin ser rojhilatê Firatê. Tenê armanceke me heye; ew jî ew e, ku li ser bingeha yekrêziya axa Sûriyê dîtina çareseriyeke bidad, biberdewamî, demokratîk û siyasî ye bo kêşeya li herêmê.”

 

Erdogan da xuyakirin, ku armanaca wan tune ye bikevin nav pevçûneke çalak û got, “Em ji hevkarên xwe re dibêjin, ji barê li ser milên xwe rizgar bibin. Ev jî rêxistina terorê PKK ye û baskên wê yên YPG û PYD ye. Divê ev gotinên me wek hişyariyên me yên dawîn werin nirxandin.”

 

Li ser bûyera rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqcî jî, ku li Konsulxaneya Erebistana Siûdî ya li Stenbolê hat kuştin, Recep Tayyip Erdogan bang li Erebistana Siûdî kir û got, ger hûn nikarin wan tawanbaran bidarizînin, bidin me em wan bidarizînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin