Erdogan "egosentrîst", "megaloman", "mîtoman",  "etnosentrîst" û nexweşê desthilatdarîyê ye​

Erdogan "egosentrîst", "megaloman", "mîtoman", "etnosentrîst" û nexweşê desthilatdarîyê ye​

Erdogan bi bertîlên xwe keviran nerm dike û bi vê yekê ve girêdayî dunya mîna fïlmekê li kurdan temaşe dike. Hesin bi germî dihê tewandinê. Lê Erdogan hesinê sar bi bertîlan ditewîne. ​

A+A-

14047-439767892855683-6168713739166975539-n.jpg

Maruf Yilmaz*

[email protected]

*Lêkolîner, doktoremend û nivîskarê perwerdekar Maruf Yilmaz

Erdogan bi bertîlên xwe keviran nerm dike û bi vê yekê ve girêdayî dunya mîna fïlmekê li kurdan temaşe dike.   Hesin bi germî dihê tewandinê. Lê Erdogan hesinê sar bi bertîlan ditewîne. ​

Erdogan nexweşê xwemezindîtinê ye û ev nexweşîya wî bêderman e. Antropolog  Bruno Latour:  " Ji çewtîyên  mezintirîn ên mirov yek jê  ew e ku mirov  xwe di dîrokê de xwe  mezin nîşan bide, ye. Serok  xwe  mezin dike, xwe mîna pêyxemberekî nîşan dide, hingê ew bi xwe re xerabîyê diafirîne. Ewropa û Amerîka  dibêjin: "Erdogan dîn e, nexweşê desthilatdarîyê ye.​

Di derbara nexweşîyên Erdogan de îddîayên mezin hene ku Erdogan nexweşê epîlepsiyê ye, heye.    Prof. Dr James jî behsa nexweşê serokatîya mezin dike. Erdogan nexweşê serokatîya jixwe bilindtir e.  Li gorî  qanûna bingehîn ya Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê kesên ku mîna Erdogan nexweş bin divê ew nebin serokwezîr, serokdewlet û desthilatdar.  Di mêjîyê wî de nexweşıya epîlepsîyê heye û ji bilî vê jî  di mêjîyê wî de "tumorek" dikare hebe.​

Stanley A. Renshon zanayê psîkoloya siyasî ye û wî digel aqilmendên xwe 15 pirtûk nivîsîn ji bilî pirtûkan jî ji sedî zêdetir nivîsarên Stanley A. Renshon  di derbara  Bush, Clinton û Obama de hene û  ew di nivîsên xwe de  behsa behsa psîkolojîya siyasî ya bi xeter dike. ​

Erdogan mirovekî "megaloman" e. Ew dîn û nexweşê desthilatdarîyê ye. Dînîtîya mezinbûnê pê re heye û ew nikare jê rizgar bibe. Yek ji taybetmendîyên  nexweşîya "megalomanî" ew e  mirov dîtinên xwe li ba însanan diguhêrîne û mirov li desthilatdarîya zêde digere. Ev taybetî li ba Erdogan heye. Erdogan mîtoman e, ew derewekê dike û paşê derewa xwe mîna rastîyekê dibîne. Lê bi ya min Erdogan tenê dikare mezinbûna xwe qurt bike û xwe dide daqultandinê. Trump rewşa Erdogan dizane. Wî di nameya xwe de ji Erdogan re got: " Keritîyê neke! Bêaqil nebe! Erdogan Ewropayê tehdîd dike ku Erdogan dê derîyê rêya Ewropayê vebike da ku  penaberên Sûriyê bişîne Ewropayê. Erdogan mîtoman e. Ew dereweyekê dike û piştre bawer dike ku ew derew rast e. Lê rastî di zimanê wî de tune ye. ​

Helwesta Trump di derbara Erdogan de hat guhartin û ew niha baweriya xwe bi Erdogan nayîne. Ev  bawerî piştî bûyera kuştina Bagdadî diyar bû.  Pejirandina qirkirina Ermenîyan a di sala 1915an de jî diyar e.  Tirkiye Ebu Bekir El Bagdadî  çêkir. Erdogan got: " Xwîna Bagdadî li erdê namîne".  Erdogan behsa tolhîldanê dike û Amerîka/ Rusya mîna fîlmê lê mêze dike.  Erdogan dixwaze xera bike, lê xerakirin hêsan e lê avakirin zehmet e.  Ewropa û Amerîka  dibêjin: " Erdogan dîn e, nexweşê desthilatdarîyê ye.  Gotinên pêşîyan heye: " Cihê ku agir lê tune be, dû jê dernayê..."Harbûna Erdogan ji tirsa wî ye. Lê fêdeya tirsê ji mirinê tune ye. Mirovê tirsonek, fortek û zirtek e. Heke Roava-Başur - du dilê bi hevre rast bin, hingê ew dikarin çiyan biqulipînin ser çiyan. ​

Komara Tirkiyê, komara terorê ye, li ser  rijandina xwîna kurd, ermenî û yûnanîyann çêbû. Ataturk kurdkuj bû, Enver Paşa kurdkuj bû û Erdogan jî kurdkuj û dijkurd e. Li dûnyayê 10 cure heywanên bi jehr ên herî tehlûk hene û zerarê didin heywan û mirovan. Erdogan zarokkuj û jinkurd e. îjar mirovên herî tehlûke yên mîna Erdogan hene, hebûn, nimûne:  Jarni Elg di sala 1975an de ji dayîka xwe dibe û piştre heywan înkence dikir, perçe - perçe dikir û paşê dikuşt. Tsulto mu Miyazaki (Japonî) di navbera salên 1988 û  1989an de zarokan dikuşt, perçe.perçe dikir û piştre goştên wan dixwar. Fritz Haarmann (elmanî) di navbera salên 1918 û 1924an de însan dikuşt, laşên wan perçe perçe dikir û goştên wan dixwar.  Erdogan jî tîndarê xwînê ye. Ew mîna Hîtler, Pol Pot, Saddam Hûseyn, Baron Ungern, Cengizxan... e. ​

 Erdogan "dogman" e.  Fîlma "Dogman" behsa "dema destpêka xerabîya mirovahîyê dike û ew xirabîyê diafirîne. Avakar û Danêrê fîlmê Matteo Garron e. Ev fîlmeke îtalî ye û leyîstivanên wê yên sereke ev in: Matteo Garrone, Massimo Fonte, edoardo Pesce  Gaudioso...  ​

KURTASÎ​

Erdogan tîndarê xwînê, nexweşê zorê, dîn, cahîl, mîtoman û "megaloman" e, lê bertîlên wî keviran nerm dikin. ​

Hesin bi germî dihê tewandinê. Lê Erdogan hesinê sar bi bertîlan ditewîne.  Erdogan avakar û destpêkarê dema xerabîya mirovahîyê ye û ew xirabîyê diafirîne. Erdogan tevlihev e û  tevgerên wî egocentrist in.  Erdogan mîna zarokekî 3 salî  egocentrist e û ew xwe di navenda dûnyayê de dibîne. Ew  xwenavendparêz û ew xwe ji xwe mezintir dibîne. Lê Zarokên 3 salî  xwedîyê hestên pak û paqij in.  ​

Ez bi pênc perspektîvên cûda Erdogan binirxînim: ​

1-   Erdogan di axaftina xwe de biserneketîye. Ew zimanekî hişk û zimanekî nexweş bikartîne. Zimanê wî ne sosyal e. Di praktîkê de nayê jîyandin ji ber ku zimanê kesekî "cahîl" e. Erdogan cahîl e û zanîngeh (universite) nexwendîye. Jixwe kesên ku di universiteyên Tirkiyê de xwendine jî  cahîl in. Erdogan xwediyê sermayeyên çandî (sosyal) û zimanê giştî nî ne. Erdogan mirovekî din e û  karekterekî din (nemirov e). Heigger (1949) dibêje: "Mirovê din, xwediyê karektereke din e. ​

2-  Gava ez bi çavekî teoriya "korresponê""li Erdogan mêze bikim hingê lihevkirineke wî û gelê tirk heye. Li vir  tirk û zimanê Erdogan wekî  rastîya Tirkiyê ye. ​

3- Tirk hemû û partîyên tirkan li dijî kurdan  bi Erdogan re ne û pê girêdayî ne. Mîna konsensusa funksiyonalîzmê ye, ku li wir lihevkirînek heye û ew lihevkirin tê pejirandin.​

4-  Rastiya Erdogan û 'antikurd' di Medyaya Tirkî de hatîye çêkirin. ​

 5- Di Medyaya tirkî de "logîk" tune ye, ji ber ku yekalî dihizre. Di şirovekirina Erdogan de dijber heye û ne "logîk" e. Rastî bi rastiyên din û sîstemên rastiyan ve girêdayî ne. Çawan dîtinên wî bi dîtinên din re li hevûdu dikin. Nêzikbûn, têgihîştin, lihevhatin û lihevkirina herdu hêzan /kurd-tirk ji bo Amerîka, Rusya, Yekitîya Ewropa û rêxistinên aştîxwaz girîng e.​

02.11.2019, Stockhom​

*Lêkolîner, doktoremend û nivîskarê perwerdekar

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin