Epozdemir:Divê HDP dev ji sîyaseta xapandinê berde

Epozdemir:Divê HDP dev ji sîyaseta xapandinê berde

Serokê Giştîyê Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) Latif Epozdemir di daxuyanîyekê da bang li Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) kir ku dev ji sîyaseta xapînok berde.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Îro roja çarşemê 05.02.2020an Latîf Epozdemir derbarê hewlên yekîtîya neteweyî ya HDPê û çend partîyên din ê Bakurê Kurdistanê daxuyanîyek belav kir. Di wê daxuyanîyê da Epozdemir ragihandîye:” Di van rojan de, li gor agadarîyên ku geyiştine destê me, mixabin ku ,hin kes û hêz navê HAK-PARê di  nav çalakî û hewildanên HDPê û derdorên HDPê de, bikar tînin. Bi zanîyarî didin zanîn ku qaşo partîya Maf û Azadîyan jî di nav hevkarîya HDPê de ye. Agadarîya herî dawî  jî ev e.: Roja 05.02.2020 di dawetnameya HDPê ya ku li Hewlêrê  li restoranta bi navê “Ebu ŞAAB”bangî  beşdaran dike,wek “bangder” navê Partîya Maf û Azadîyan” jî hatîye dîyar kirin.Navê du kesan wek serok û rêveberê Partîya Maf û Azadîyan-Mihemmed Qeremec û Cemal Sate-hatîye bikar anîn. Ev tişt yekser derewe û  hewla pêkanîna feresetek derewîn e. Em ne Cemal Sate û ne jî Mihemmed Qeremec  nas nakin û tu pêwendîya van herdu kesan bi Partîya Maf û Azadîyan re tuneye.”

Herwiha Epozdemîr aşkere kirîye: “Lazime bîr û raya sîyasî a herêmê baş bizane ku HAK-PAR di nav hevkarîyên nexêrxwaz de cih nagire. Niha tu pêwendîyek me di vî warî de bi HDPê û derdora HDPê re tuneye. Mebesta vê amelîyata ferasetê ewe ku raya neteweyî a milletê kurd têk bibe, aîdîyet û helwesta neteweyî ya miletê kurd xera bike. Lê ev karek  nafîle ye. Raya sîyasî a kurdî baş dizane ku HAK-PAR di nava karwanê nexêrxwaz de cih nagre. Lewra em piştrastin û enîya me sipî ye. HAK-PAR kurd e. Em vê hewildanê bi tundî şermezar û riswa dikin. Careke din bang li HDPê û komîkên li dor wê rêzkîrî dikin ku Partîya Maf û Azadîyan wek ”hevkarê” xwe nedin nîşandan û dev ji avakirina ferasetên derewîn û xapînok berdin.”

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin