Enqere;  Tanq û techîzatên leşkerî veguhestin Kurdistanê

Enqere; Tanq û techîzatên leşkerî veguhestin Kurdistanê

Dihê zanîn ku ji berê ve qismekê mezin yê ordîya Tirk li Kurdistanê bi cî bûye

A+A-

Hat ragihandin ku tanq û techîzatên leşkerî ji Fermandariya 28em a Hêzên Piyade ya Tirk yên li bajarên Enqerê û Çankirîyê ji bo Silopiyê ser sînorê başûrê û bakurê Kurdistanê tên veguhestin..

Wezîrê Parastinê yê Tirk, Fikri Işık gotîye: “Li herêmê rûdanên girîng pêk tên. Tirkiyê hem di navxweyê de li dijî terorê têdikoşe û hem jî li ser sînorên me rûdanên girîng pêk tên. Divê ji bo hemû rûdanan amede bibin; ew jî parçeyekî hazirîyê ye. “

Dihê zanîn ku ji berê ve qismekê mezin yê ordîya Tirk li Kurdistanê bi cî bûye; vequhastina tanq û techîzatên leşkerî yên nû nîşan dide ku dewleta ceberut di nav tirs û xofan de ye ku, erkanî dewleta Tirk dibêje; ”guherandina demografîya Misûlê xeta wan a sor e” 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin