ENKSê bersiva PYDê da: Dest ji wan gotaran berdin

ENKSê bersiva PYDê da: Dest ji wan gotaran berdin

ENKS dibêje, li şûna piştevanîkirina hewl û parastina yekrêzîya helwêsta Kurdî û çareserkirina nakokîyan, “PYD tometên bê bingeh arasteyî Encûmena Niştîmanî ya Kurd dike” û axaftinên ne guncaw di derheqê wê de dibêje.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Desteya Serokatîya Envûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) bersiva daxuyanîya Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) ya derbarê serdana şanda ENKSê ya bo Tirkîyê û hevdîtina li gel Wezîrê Derve yê wî welatî Mevlut Çavuşoglu da û ragihand, tometên PYDê bê bingeh in û destnîşan kir, divê PYD ji bo yekxistina helwêsta Kurdî di vê rewşa hestîyar û girîng de, dest ji wan gotar û reftarên ne hêja berde û dest bi destpêşxerîyeke avaker bike.

Şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûrîyê roja 19ê Sibatê serdana Tirkîyê kiribû û li Enqerê li gel Wezîrê Derve yê wî welatîMevlut Çavuşoglu civîyabû.

Li ser wê hevdîtinê, Partîya yekîtîya Demokratîk (PYD) daxuyanîyek belav kiribû û ragihandibû, “armanca ji hevdîtina ENKS û Çavuşoglu têkbirina însîyatîfa yekîtîya niştîmanî ye” û “bandoreke neyênî” li destpêşxerîya Fermandarê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk dike.

Desteya Serokatîya ENKSê di daxuyanîyekê de ragihand, civîna wan a li gel Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Chavuşoglu “di çarçoveya hewlên wan ên jibo çareserkirina pirsa Kurd û kêmkirina êş û azarên gelê Kurd li Efrîn, Girê Spî û Serê Kanîyê de” bûye.

Li gorî daxuyanîyê, “ENKS bi rîya peywendîyên xwe yên li gel hêzên cuda yên opozisyonê û welatên bi bandor di pirsa Sûrîyê de, di nava wan de jî li gel Tirkîyê ku rola wê li Sûrîyê heye, wan hevdîtinan encam dide û di wê çarçoveyê de jî wan seredana Enqereyê kir û li gel Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşuglu civîyane.”

ENKS dibêje, li şûna piştevanîkirina hewl û parastina yekrêzîya helwêsta Kurdî û çareserkirina nakokîyan, “PYD tometên bê bingeh arasteyî Encûmena Niştîmanî ya Kurd dike” û axaftinên ne guncaw di derheqê wê de dibêje.

ENKS amaje bi wê yekê dide, ku ew “zimanê gefxwarinê û têkdana çarenivîsa gelê Kurd” red dikin û tekezê dike, ku “dê berdewam mafên Kurdan biparêze, hewla vegerandina penaber û koçberan ji bo navçeyên wan bide, herweha kar li ser rawestandina binpêkarîyan li Efrîn, Girê Spî û Serê Kanîyê bike.”

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûrîyê destnîşan dike, ew bi hemû awayî “guhertina demografîk” li Rojavayê Kurdistanê red dikin û daxwaz dike, ku “PYD dest ji wan gotar û reftarên ne hêja berde, û dest bi destpêşxerîyekeavaker bike ji bo yekxistina helwêsta Kurdî di vê rewşa hestîyar û girîng de.”

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin