ENKS: Rêya herî guncaw, vegera Rêkeftina Duhokê ye

ENKS: Rêya herî guncaw, vegera Rêkeftina Duhokê ye

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li gefên Tirkiyê bi awayekî cidî dinere û dibêje, pêwîstiya herî mezin bi avakirina yek helwesteke Kurdî heye û çareya herî guncaw vegera bo rêkeftina Duhokê ye.

A+A-

Berpirsê dîplomasiya TEV-DEMê Salih Muslim li ser mijara 'herêma ewle'  ji K24ê re ragihandibû: “Heta niha tiştek li ser erdê ji bo avakirina herêma bi ewle tune ye. Çi tiştê ku pêkhateyên Sûriyê yên li vir dijîn jê ne razî bin, nameşe û wê qebûl jî nakin.”

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî, li gefên Tirkiyê bi awayekî cidî dinêre û dibêje, pêwîstiya herî mezin bi avakirina yek helwesteke Kurdî heye û giringiya pirsa Kurdî ne kêmî giringiya pirsa Sûriyê bi giştî ye û çareya herî guncaw vegera bo rêkeftina Duhokê ye.

Sekretêrê Giştî yê Tevgera Çaksazî ya Kurd Feysel Yûsif dibêje: “Li ser gefên Tirkan, niha gelekî pêwîst e ku careke din li ser wê yekê bisekinin ku em herêmên xwe biparêzin berî ku em bibêjin ew herêm aram yan ewle be, pêwîstî bi yekhelwestiyê heye. Em hîna jî dibînin ku rêkeftina Duhokê bingeheke sereke ye ku em karibin danûstandinê siyasî, leşkerî û rêvebirî li ser bikin.”  

Li aliyekî din, li ser vegera Pêşmergeyên Roj û bicihbûna wê li ser sînor di navbera Tirkiye û hêzên HSDê de, Berdevkê Têkiliyên Derve yê TEV-DEMê Aldar Xelîl got, hîna ev mijar neketiye rojevê û tenê li ser ragihandinê heye, dema ev mijar bikeve rojevê, wê demê gelek pirs dê hebin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin