ENKS: Em beşdariyê di hukumeta demkî de nakin

ENKS: Em beşdariyê di hukumeta demkî de nakin

Hukumeta Ebû Heteb ji heft wezîran pêk tê ku postê cîgirê serokwezîr jibo kar û barên aborî jibo ENKS hatiye terxan kirin.

A+A-

 

Di daxuyaniyekê de, Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) sedemên ne beşdarbûna xwe di hukumeta demkî ya opozosyonê de diyar kir.


Li gor daxuyanya ENKS serokwezîrê erkedar Dr. Cewad Ebû Heteb bi aweyekî ne berpirsyarene tevdigere.Wî berpirsên kêmneteweyên welat mina kirîstyan û turkmen e, û her weha jin,li derveyî hukumetê hiştine.


ENKS vî tiştî weke "rêbazeka şoven û kultureka regezperst" dinerxîne, û jibo wê ew dê di vê hukemeta demkî de beşdarî neke.


Hêjayî gotinê ku hukumeta Ebû Heteb ji heft wezîran pêk tê ku postê cîgirê serokwezîr jibo kar û barên aborî jibo ENKS hatiye terxan kirin.


(E.B)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin