ENKS: Em amade ne bi Sûrîyê re danûstandinê bikin

ENKS: Em amade ne bi Sûrîyê re danûstandinê bikin

Serkirdeyê Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûrîyê (ENKS), Mihemed Îsmaîl ji Rûdawê re ragihand, ew amade ne bi navbênkarîya Rûsya danûstandinê ligel hikûmeta Sûrîyê bikin. Ji destpêka krîza Sûrîyê ve ev cara yekemîn e ku ENKS helwstekî bi vî awayî nîşan did

A+A-

Navenda Nûçeyan- Berpirsê Rêveberî yê Polîtboruya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl ku hevdem Endamê Desteya Serokayetîya Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûrîyê ye, ji Rûdawê re got, helwesta Rûsya di derbarê mafê neteweyan li Sûrîyê de ji helwesta welatên din zelaltir e.

Mihemed Îsmaîl ragihand, niha bandora Rûsyayê li Sûrîyê zêdetir e bi taybet jî li Rojavayê Kurdistanê ew welat xwedî roleke bihêz e.

Îsmaîl amadebûna ENKSê bo destpêkirina dîyalog û danûstandinan bi hikûmeta Şamê re nîşan da û tekez kir, eger Rûsya bibe garantor ew amade ne danûstandinê bi Şamê re bikin.

Wî rayedarê ENKS destnîşan kir, heta niha wan bi fermî daxwazeke wiha ji Rûsyayê nekirine lê di serdana vê dawîyê ya Komîteya Pêwendîyên Derve ya ENKSê de ji Rûsyayê xwestibû di Komîteya Nivîsandina Destûra Sûrîyê de piştgirîya mafê Kurdan bike.

Piştî êrîşa Tirkîyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê, û bi rêkeftina li gel Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) bo yekem car hêzên Rûsyayê di çarçoveya yekîneyên Polîsê Leşkerî yê wî welatî de li hin navçeyên Rojavayê Kurdistanê belav bûne.

Bi fermî Rûsya berdewam tekez dike, ku divê mafê hemû pêkhateyên neteweyî yên li Sûrîyê parastî bin, lê eşkere jî dike ku Sûrî bi xwe dikarin çarenivîsa xwe destnîşan bikin.

Herwiha helwsêta Rûsyayê derbarê hebûna rêveberîyeke xwecihî ya Kurdan li Sûrîyê de jî helwêstekî nakok heye û tevî ku di salên destpêkê yên krîza Sûrîyê de piştgirî li hebûna rêveberîyeke bi vî awayî û heta projeyeke federalî bo Sûrîyê dikir, lê niha dijatîya wê yekê dike.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin