Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Enerjîya Xwezayî û Şer û Stratejî!

A+A-

Piştî ku Emerîka asteng-ambargo û bandora xwe li ser Îran zêde kir, di herêmê de walayîyek belavkirina enerjîya xwezayî (neft-gaza xwezayî) derket holê. Bandor li ser hinek welatan çêkir ku, li avakirina rêyên nû yên enerjîyê bigerin. 
Yek ji van welatan jî Tirkîye ye û İraq e. 


Ji ber ku Tirkîye, divêtîyên xwe yên gaza xwezayî û neftê ji Îran tedarik dikir, piştî ambargoya emerîka a ser Îran, ev rêya tedarikê ket tehlûkê. Tirkîye neçar ma ku li rêyên din bigere. İraq jî rûbirûyî eynî pirsgirêkê bû.
Yek ji van rêyan Neft û gaza İraq e.


Ji bona ku Tirkîye, gaz û nefta İraq bigire jî, divêtî bi izna hikumeta Başûrê Kurdistan heye. Bê izna Hikumeta Federal a Başûrê Kurdistan, ne hêsane ku Tirkîye bi İraq re peymanek gaza xwezayî û neftê îmze bike û divêtîyên enerjîyê ji İraq tedarik bike.


Çi pirsgirêk hene ku İraq nikare gaza xwe ya xwezayî û nefta xwe bifroşe Tirkîye?
Divêtîya İzna Hikûmeta Federal a başûrê Kurdistan di vî warî de giranîyek serete ye.
İraq, bê ku pirsgirêkên nav xwe û Hikumeta Federal a Kurdistan çareser bike, nikare di ser Kurdistan re neft û gaza xwezayî bide Tirkîye. Ev qozek girînge di destê Kurdan de. 


Ji bona ku Tirkîye jî neft û gaza xwezayî a İraq bigire divêtîya wê bi biryar û riza Hikûmeta Federal a Kurdistan heye. Di vî warî de qozek dualî ketîye destê kurdan, ku Kurd bikaribin ji bona çareserkirina pirsgirêkên xwe, vê qoza dualî baş bikar bînin.
Mijara zîyareta Serokê Kurdistan Nêçîrvan Mistefa Barzanî çareserkirina vê mijarê bû. 
Beşek ji siyasedmedar û stratejîstên kurdan ev mijar ji çavan dûr hiştin. Ya nexwestin ku giranîya hikumeta Federal a Kurdistan bînin ziman, an jî girîngîya Hikûmeta Federal a Kurdistan û rolê kurdan bi qastî neanîn ziman. 
Raser, bi rewşek dijminane êrîş anîn ser Serokê Kurdistan birêz Nêçîrvan Mistefa Barzanî. 
Hatina Serokê Kurdistan Birêz Nêçîrvan Mistefa Barzanî bi hilbijartinên Stenbol ve girêdan û li ser vê mijarê tofan rakirin.


Ev helwest rol û giranîya wê zîyaretê ji çavan dûr xist û bûn sebeb ku Kurd li ser rolê xwe yê herêmê nerawestin û li derîyên serkevtinan ji xwe re nebînin. 
Mixabin di vî warî de Bakurê Kurdistan bi rewşenbîr, sîyasetmedar û stratejîstên xwe re ketine bin bandora PKK û nikarin azad ramanan biafirînin. Ev tehlûke mezine ji Kurdan re.  Ji ber van gengeşîyên beradayî Kurd nikarin giranîya xwe a di herêmê de giftûgo bikin û rê ji tomarkirina serkevtinan re vekin.

 

Di navbera Dewleta Federal a İrak û Hikûmeta Federal a Kurdistan de çi pirsgirêk hene, ku bê riza biryara Hikûmeta Federal a Kurdistan, İraq nikare neft û gaza xwezayî bide Tirkîye?

Wek ku em dizanin: Hikûmeta Federal a Başûrê Kurdistan, ji 2014an de ji mafê xwe yê dahatên butçeya İraq hatîye mahrûm kirin. İraq dest danîye ser bi Milîyar Dolarên Kurdistan û Kurd û Kurdistanî xist bin qeyranek aborî û bi birçîbûnê tehdît kir.
Mafên Kurdan yên yasayî binpê kir. Mûçeyên artêşa Pêşmergan, karmendên hikûmeta Federal a Kurdistan qut kir.
Li henber vê helwesta İraq, Hikûmeta Federal a Kurdistan gava milîkirina nefta xwe avêt û bi destê xwe nefta xwe di ser Tirkîye re daxist bazara cîhanê.


İraq, ev nehsale yasaya referandûmê ya madeya 140 bikar nayne û her dibe sebebê alozîyan li van herêmên ji dervê dolivgerîya Hikûmeta Federal a Kurdistan. 
Ji bona çareserkirina van pirsgirêkan, Kurdistan dikare daxwazên Tirkîye yên kirîna neft û gaza xwezayî a İrak, ji bona çareserkirina pirsgirêkên xwe bikar bîne. Ev wek Qozek siyasî dikeve destê Hikûmeta Federal a Kurdistan, ku li henber Tirkîye jî ji bona çareserkirina pirsgirêkên navbera xwe û Tîrîye jî bikar bîne. 


Ev rolekî serete di herêma Rojhilata Naverast de dikeve ser destê Kurdistan, ku vî rolê xwe baş bilîze û bikar bîne. Ev girîngîya vî rolê Kurdistan hin di herêmê de û hin di qada navdevletî de jî xuyaye. 
Mixabin siyasetmedar, stratejîst û rewşenbîrên kurdan li ser vê mijara girîng ne xwedî nerîn û raman in.
Ev xeta enerjîyê, dinavbera Tirkîye-İrak û Kurdistan de di qada giftûgoyan de ye. Sebeba hatina Serokê Kurdistan birêz Nêçîrvan Mistefa Barzanî ev mijar bû. Li ser vê mijarê nerînên Serokê Kurdistan erênî ne. 
Birêz Nêçîrvan Mistefa Barzanî eşkere dibêje;


„Wek prensîp, rojane teslîmkirina 250 hezar bermîl ji bona İraq ti pirsgirêk tineye. Belê ji bona ku ev daxwaza İraq bêt cîh, divê em û İraq werin cem hev. 


Berî werim Tirkîye, ez li Bexda bûm. Li ser vê mijarê di navbera me û  Serokwezîrê İraq Adil Abdulmehdi de hevdîtin çêbû. Pirsgirêk ne ewe ku em 250 hezar bermîl neftê bidin İrak an na!. Hêla vê mijarê a yasayî heye. Ji 2014an de İrak bi diravek mezin deyndarê me bûye. Divê yekem ev bên çareserkirin. Çareserî divê hin bi riza Kurdistan û hin jî bi a İraq be. Ji bona vê jî, divê yekem em û İraq di nav xwe de pirsgirêkan çareser bikin. 


Eger ev pirsgirêk çareser bibin, di warê têkilîyên Tirkîye û İrak yên enerjîyê de Kurdistan dikare ji İraq re alîkar be.!“ 
Li ser çawayîya Neft û gaza xwezayî a İrak, Serokê Kurdistan Birêz Nêçîrvan Mistefa Barzanî nerînê xwe eşkere dike û dibêje:
„Xeta nefta me ya ku diçe baregeha Ceyhan heye. Ku di herêmê de pirsgirêkek neyênî derkeve, em dikarin nefta Başûrê İrak Kerkuk û herêmên din jî di ser xeta Kurdistan re bişînin baregeha Ceyhan û ji İraq re alîkar bin. Me ev ji wan re jî gotîye. 


Ji bona ku di pêşerojê de em bikaribin hîn bêtir neftê daxin bazara cîhanê, divêtî bi xetên nû hebe, em dikarin avabikin û nîyetek me a wilo jî heye. 


Di têkilîyên bezirganî yên İraq û Tirkîye de rolê Kurdistan pir girîng e. Hecma bezirganîya di navbera İraq û Tirkîye de salane 13 milêyar Dolar e. Ev bezirganî di ser axa Kurdistan re dimeşe. Ji bona çareserkirina van pirsgirêkan em Serokê Tirkîye re biberfirehî peyivîn. Li ser vê mijarê danûstendinên me dualî, sêalî didomin..“


Gelo halî hazir ji bona Kurdistan, ji vê rêyê pêve ti rêyên din hene ku enerjîya xwe daxe bazara cîhanê? Divê rewşenbîr, siyasetmedar û stratejîstên Kurdistan li ser vê rawestin.
 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin