
36 welat ji bo vekirina Tengava Hurmizê dicivin
.
Nûnerên 36 welatên cîhanê bi serokatiya Brîtanyayê dicivin, da ku fişarên dîplomatîk û siyasî li ser Îranê zêde bikin ku Tengava Hurmizê veke. Ev rêrewa stratejîk ji ber şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de hatiye girtin û bazirganiya cîhanî xitimiye.
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer îro 2ê Nîsanê ragihand, ev civîn bi rêya "vîdyo-konferansê" tê lidarxistin û Wezîra Derve Yvette Cooper serokatiya wê dike. Armanca sereke ya civînê, nirxandina hemû rêkarên dîplomatîk e ji bo vegerandina azadiya deryavaniyê, misogerkirina silametiya keştiyan û berdana deryavanên girtî.
Êrîşên li ser keştiyên bazirganî û metirsiya li Tengava Hurmizê, liv û tevgera keştiyan bi temamî rawestandiye. Ji ber ku ev tengav, Kendavê bi deryayên cîhanê ve girê dide, girtina wê bûye sedema qutbûna rêya sereke ya veguhastina petrolê û bi vê yekê re bihayê nefta xam li bazarên cîhanê bi lez bilind bûye.
Tiştê herî balkêş di vê civînê de ew e ku Amerîkayê beşdar nabe. Berê Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû, parastina Tengava Hurmizê ne erkê Amerîkayê ye. Trump daxwaz ji hevpeymanên xwe kiribû ku ji bo dabînkirina asayîşa petrol û bazirganiya xwe, divê ew bixwe bikevin tevgerê.
Heta niha ti welatekî daxwaza bikaranîna hêza leşkerî ji bo vekirina tengavê nîşan nedaye. Sedema vê yekê jî, şiyana Îranê ya ji bo lêdana keştiyan bi rêya mûşekên dijî-keştî, dron û mînên deryayî tê dîtin. Lê belê, Starmer destnîşan kir ku plansazên leşkerî yên çend welatan dê di demeke nêz de bicivin, da ku nexşerêya ewlehiya deryavanî ya ji bo qonaxa "piştî şer" gotûbêj bikin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin