Encûmena Asayîşê ya NYê derbarê rewşa Sûrîyê de civîya

Encûmena Asayîşê ya NYê derbarê rewşa Sûrîyê de civîya

Encûmena Asayîşê ser bi Neteweyên Yekbûyî derbarê rewşa Sûrîyê de û metirsîyên koronayê bo ser wî welatî civîneke taybet bi rêya online kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Bo Sûrîyê Geir Pedersen beşdarî civînê bû û got, korona hêj nebûye gefeke ciddî bo ser Sûrîyê, lê eger heye di her demekê de metirsî zêde bibin û pirsgirêkên mezin derkevin.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Bo Sûrîyê Geir Pedersen got: “Min bihîstîye ku bahora Covid-19ê heta niha li Sûrîyê negihiştîye astekî metirsîdar, lê hêj tirsa wê yekê heye ku bigihe wê astê. Hestekî min ê nîgeranîyê yê kûr heye, ji ber niha herçiqas asta tundûtûjîyan kêm bûye, lê hêj berdewam in û dibe di her kêlîyekê de zêde bibin.”

Neteweyên Yekbûyî derbarê koronayê de hevkarîya mirovî pêşkêşî Sûrîyê dike, Balyoza Amerîkayê jî li Encûmena Asayîşê dibêje, hikûmeta Sûrîyê bi piştîvanîya Rûsya û Çînê astengîyan bo gehandina wê hevkarîyê bo xelkê navçeyên derveyî kontrola Şamê derdixin û gelek caran gihandina hevkarîyan zêdeyî mehek pê diçe.

Amerîka daxwazê ji hikûmeta Sûrîyê dike ku girtîyan azad bike û herwiha hikûmeta Esed bi wê yekî tohmetbar dike ku krîza koronayê di berjewendîya xwe de bikar tîne.

Balyoza Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Kelly Craft jî got: “Rejîma Esed dixwaze krîza Covîd-19ê di warê serbazî û sîyasî de di berjewendîya xwe de bikar bîne. Dema Rûsya û Çînê xalên gihandina hevkarîyê ji çar xalan bo du xalan bi zorê kêm kirin, gotin divê Neteweyên Yekbûyî bo gihandina hevkarîyê ligel hikûmetê peywendîyê deyne û hevkarî bi rêya Şamê bighin xelkê Sûrîyê.”

Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, heta niha li Sûrîyê 64 kes bi koronayê ketine, 58 kes li navçeyên di jêr kontrola hikûmetê de ne û 6 kesên din jî li Bakurê Rojhilatê Sûrîyê ne û heta niha jî ti kesekî bi Coronayê ketibe li bakurê rojavayê vî welatî nehatîye tomarkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin