Encamên dawî yên helbijartinên Amerîkayê – Joe Biden bi fermî bû serokê Amerîkayê  

Encamên dawî yên helbijartinên Amerîkayê – Joe Biden bi fermî bû serokê Amerîkayê  

.

A+A-

Desteya Hilbijêran ya bo eşkerekirina serokê 46an ya Amerîka kom bû, bi awayekî fermî ragihand ku di hilbijartinê de berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden bi ser ketiye.
Bi vê biryara Desteya Hilbijêran re yek ji qonaxên dawî yên bo Biden dest bi seroktîyê bike temam bû.


Biden di hilbijartinên 3’yê Mijdarê de 306 delege bi dest xistibûn û berbijarê Partîya Komarî Serok Donald Trump jî 232 delege sitandibûn ku li gor sîstema hilbijartina Amerîka berbijarê pirtir ji 270 delegeyan distîne bi ser dikeve.


Rêvebirîya Xizmetên Giştî (GSA), ku peyvajoya guherîna dewra nû ya seroktîyê dide destpê kirin, di 24’ê Mijdarê de ji Biden re ragihandibû ku ew dikarin dest bi qonaxa guherînê bikin.
Encamên Desteya Hilbijêran dê ji Washington ya paytext re werin şandin û ew encam di 6’ê Çileyê de dê li rûniştineke Kongresê ya bi seroktîya Cîgirê Serok Mike Pence were piştrast kirin ku ew dê qonaxa dawî ya bo seroktîya Joe Biden be.


Serok Trump meha borî gotibû ku ger Desteya Hilbijêran serketina Biden bipejirîne ew dikare seroktîyê berde.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin