Emerîka li Minbicê bo parastina HSDê 2 baregeh ava dike!

Emerîka li Minbicê bo parastina HSDê 2 baregeh ava dike!

Li gor îdîayan Amerîka ji bo Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) biparêzê li Minbicê du baregehên leşkerî ava dike.

A+A-

Li gor nûçeya Saygi Ozturkê rojnameya Sozcuyê ku dispêre çavkaniyekî herêmî, Hêza Taybet a Amerîkayê ji bo HSDê biparêze li herêmê dest bi avakirina du baregehên leşkerî kiriye.

Li Mibicê baregehên leşkerî yên Amerîkayê tinebûn, tenê noqteyên leşkerî hebûn. Çavkaniyê ji herêmê dibêje: "Em dikarin ji van re kampên leşkerî jî bêjin. Piştî xebata baregehan wê sazkirina yekîneyan dest pê bike."

Rojname di berdewamiya nûçeya xwe de dibêje: "Eger ev model biser bikeve Amerîka ji bo HSDê wê li rojhilatê Firatê li kantonên din jî heman modelê saz bike."

Li gor rojnameyê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson vê hefteyê serdana Enqereyê dike û tê pêşbînîkirin ku di serdanê de ev mijar were rojevê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin