Emerîka: Gera çavdêriyê ya digel HSDê li Minbicê dê berdewam bibe

Emerîka: Gera çavdêriyê ya digel HSDê li Minbicê dê berdewam bibe

Nûnerê Emerîkayê yê Taybet bo Sûriyê Jammes Jeffrey îro li Viyanayê li ser rewşa Sûriyê axivî. Jaffrey rave kir ku gera hevbeş a çavdêriyê ya digel HDSê li Minbicê dê berdewam bibe.

A+A-

Di derbarê bultena lêgerînê ya ku 3 serkirdeyên PKKê jî tê de bûn de, Jaffrey got: "Li ser lêgerîna 3 PKKiyan me agahî dane Tirkiyeyê. PKK bo me rêxistineke terorîst e lê di derbarê YPGê de fikra me û Tirkiyê ne yek e. Em hewl didin ku YPG weke perçeyeke HSDê, bê ku gef bibe ji Tirkiyê re, tevbigere."

Di derbarê giliyên Tirkiyê de Jeffrey amaje bi vê yekê kir ku Tikiyê hevpeymana wan e û perçeyek ji Hevpeymaniya Sûriyê ye û aciziyên wê jî fahm dikin ji ber vê jî hewl didin bi hevahengiya digel Tirkiyê tevbigerin.

Li ser pirsa "Tirkiyê YPG wek beşek ji PKKê dibîne. Ev yek di siyaseya Emerîkayê ya li Sûriyê pirsgirêkan çênake" Jeffreyî got:

"Em PKKê weke terorîst binav dikin û piştgiriyê didin têkoşîna Tirkiyê li dijî wê. YPG yek ji hevpeymanên me ya li qadê ye û em di têkoşîna li dijî DAIŞê de bi hev re ne. Em nîgeraniyên Tirkiyê li ber çavan digirin û bi vî awayî tevdigerin. Li ser çekên ku em didie wan, Tirkiyê agahdar dikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin