Em bi berdewamî çek û wesayitan didin SDGyê

Em bi berdewamî çek û wesayitan didin SDGyê

Tirkiye-Îran û Rûsyayê di civîna xwe da eşkere kiribûn ku ew ji heyîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nerazî ne, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) diyar kir ku ew bi awayekê eşkere piştgirîya HSDyê dike.

A+A-

Hikûmeta Sûriyeyê jî hefteya borî nameyek ji Neteweyên Yekbûyî re şandibû û xwestibû ew HSDyê wek rêxistineka terorî nas bike.

Birêvebirê Koma Têkoşîna li dijî Komên Radîkal ê Pentagonê, Chris Maierî li ser mijarê gotiye:

“Em bi berdewamî çek û wesayitên ji bo bikarhînanê amade didin HSDyê. Em vê piştgirîyê bi awayekê zelal dikin. Em her meh lîsteya van çekan çêdikin û wek raporekê ji Tirkiyeyê re dişînin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdoganî roja Çarşemê daxuyanî dabû ku “heke di du hefteyan de encamek berdest çênebe em ê plana xwe pêk bînin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin