Êlih dibe navenda teksîtlê

Êlih dibe navenda teksîtlê

Di nava salekê de derdora 8 hezar bêkar di karxaneyên tekstîlê yên Êlihê de kar peyda kirine.

A+A-

Di nava salekê de derdora 8 hezar bêkar di karxaneyên tekstîlê yên Êlihê de kar peyda kirine.
Bajarê Êlihê ku di hêla bêkariyê de yek ji bajarê sereke ye, dibe navenda dirûtina cil û bergan. Gelek markayên navdar ên tekstîlê êdî karê dirûtinê li Êlihê didin kirin. Di vê qeyrana aboriyê de li piraniya bajaran, karsaz karkeran ji kar derdixin lê li Êlihê berevajî wan bajaran, bêkar di tekstîlê de dibin xwedî kar. Di nava salekê de li Êlihê derdora 8 hezar bêkar di karxaneyên tekstîlê de kar peyda kirin. Tekstîl li Êlihê dibe dermanê bêkariyê.
 
Bajarê Êlihê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xwediyê rêjeya herî bilind a keç û xortan e. Lê di hêla bêkariyê de jî yek ji bajarê sereke ya bêkariyê ye. Rêjeya bêkariyê li Êlihê ji sedî 26.9 e.
 
Di nava 2 salên dawiyê ya qeyrana aboriyê de Êlihî ji bo barê qeyrana aboriyê sivik bikin 200 karxaneyên tekstîlê ava kirin. Yek ji wan tekstîlvanan jî Mehmûd Ekîncî ye û niha 300 karker li ba wî dixebitin.
 
 
Ji Êlihê bo 24 welatên Ewropayê û cîhanê cil û berg tên dirûtin. Lê ev cil û berg ne bi navê markaya Êlihiyan bi navê markayên navdar ên Tirkiyeyê tên şandin. Ji ber ku hilberînerên êlihî van cil û bergan ne li ser navê xwe li ser navê markayên naskirî didirûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin