Elewiyên Dêrsimê ji serdana Wezîrê Dadê yê Tirkiyê biguman in

Elewiyên Dêrsimê ji serdana Wezîrê Dadê yê Tirkiyê biguman in

.

A+A-

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamit Gul, berî çend rojan serdana parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê kir, ku Kurdên Elewî lê dijîn, lê xelkê Dêrsimê wiha bawer dikin wezîr ne ji bo mafê Elewiyan, lê bi armanca hilbijartinan serdana Dêrsîmê kiriye.

Piştî 22 salan cara yekem e wezîrekî dadê yê Tirkiyê diçe Dêrsîmê û serdana Cemxaneya Dêrsîmê dike. Abdulhamit Gul, di serdana cemxaneyê de soz da Elewiyan ku daxwazên wan ên hiqûqî qebûl bikin.

Pîr û rûspiyên Elewiyan ji Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul daxwaz kirin ku neheqiyên li dijî Elewiyan bi awayekî hiqûqî bên çareserkirin.

Pîrê Elewiyan Mehmet Halis got: Wezîrê Dadê hat Dêrsimê, me mazûvaniya wî kir, min pirsa mafên Elewiyan kir, min komxebata ku li ser Elewiyan hat lidarxistin pirsî, min sozên Serokomar û Serokwezîr ên ji bo Elewiyan pirsî. Min bi bîr xist ku Elewî di DMMEyê de bi ser ketin. Çend mîlyon Elewî hene, çend cemexane hene û xebatkarên wan hene ku xizmetê dikin. Min got divê mafên wan ên hiqûqî û însanî bên dayîn. Min got bila êdî dewlet mafên van kesan bide, me behsa van tiştan kir. Li cemxane jî axivî û got ku dê statuya Elewiyan bê dayîn. Ez hêvî dikim ku ew di tiştên ku dibêje de ji dil be. Me herwiha xwest ku mafên Xiristiyan, Kurd, Cihû û hin komên din bên parastin. Me xwest ne tenê mafên Elewiyan, mafên hemû pêkhateyan jî biparêzin.”

Elewî dixwazin baweriya wan bi fermî bê naskirin û statuyeke fermî wek a mizgeftan bo cemxaneyan jî hebe.

Welatî Veli Yildiz jî got: “Em dixwazin ku Wezîrê Dadê neheqiya li ser Elewiyan bîne ziman, da ku em zanibin Wezîrê Edaletê li baweriya me xwedî derdikeve. Bila hesabê kesên heta niha mirine bipirse da ku em jê bawer bin.”

Ji ber ku pêştir jî gelek caran berpirsên desthilatê derbarê mafê elewiyan de soz dan û bicîh neanîn xelkê Dêrsîmê ji soz û serdanên berpirsên desthilatê biguman in û rexneyan li siyaseta bi vî awayî digrin.

Welatî Xidir Yalçin jî dibêje: Heta niha Elewî qebûl nedikirin, digotin cemxane mala şahiyê ye, çi bû? Hilbijartin nêzîk bûye, xelk wêran bûye, êdî dibêje em ê mafên we nas bikin. Eleqeya wê bi vê yekê re nîne, propaganda ye, ne tiştekî din e.”

Welatî Mehmet Demir jî wiha axivî: “Dema wezîrek an jî parlamenterek tê, diçin cemxaneyê, ez meraq dikim wezîr û cîgirên hatin heta niha çi kirine. Wezîr çima hat, hilbijartin nêzîk bû, hat elewiyan bixapîne û dengên wan bistine. Dema hilbijartin qediya, me ji bîr dikin.”

Herçiqas Wezîrê Dadê yê Tirkiyê li Dêrsimê got, di rêveberiya Erdogan de gavên girîng hatine avêtin, lê hinek welatî jî dibêjin, berpirsên desthilatê di dema hilbijartinan de ji elewiyan hez dikin û piştî hilbijartinan wan ji bîr dikin.

Welatî Fatma Gulmez jî got: “Ew ne Ji bo dengdanê bên ma tên vê derê? Ev ji ku ji me hez dikin nayên, ji me hez nakin.”

Tirkiye demeke li ser statuya cemxaneyan kar dike. Bi fermana Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, şandên Wezareta Navxwe di meha Cotmeha 2021ê de li 58 bajaran serdana 1585 cemxaneyan kiribûn û raporek amade kiribûn. Daxwaza serekî ya elewiyan qebûlkirina statuya cemxaneyan e wek îbadetxane di destûra Tirkiyê de. Dadgeha Ewropayê jî sala 2010an li ser serlêdana Weqfa Cem biryar dabû ku Tirkiye mafê azadiya olî ya elewiyan binpê kiriye û dijî wan cudakarî kiriye.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin