Elewiyan bertek nîşanî Kiliçdaroglu dan

Elewiyan bertek nîşanî Kiliçdaroglu dan

Komele û federasyonên Elewiyan, bi daxuyaniyeke hevpar, li ser gotinên Kiliçdarogluyî yên di derbarê Ozan Arîfî de, bertek nîşan dan.

A+A-

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, di civîna Meclîsê de, di derbarê Ozan Arif ku demeke berê mirîbû, gotibû: "Ti ferqa Ozan Arifî ji ozanên dinan tune. Wekî Aşiq Weysel, wekî Pîr Siltan Ebdal, wekî Emrahê Erziromî, wekî Neşet Ertaşî."

Weke tê zanîn, Ozan Arif, li ser bûyerên Gumgum û Çorumê ku Elewî hatibûn qeitlkirin, sirûd digotin û pesnê kujerên Elewiyan didan.

Saziyên Elewiyan ên wekî Konfederasyona Yekîtiya Elewiyên Ewropayê, Federasyon û Pêkhateyên Elewî-Bektaşiyan, Konfederasyon û Pêkhateyên Komeleyên Elewiyan, Konfederasyon û pêkhateyên Weqfên Elewiyan, Weqfa Çandî ya Hecî Bektaşi Welî, Komeleyên Çandî yên Elewiyan, Komeleya Çandî ya Pîr Siltan Abdal, Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan, daxuyaniyeke hevpar belav kir.

Di daxuyaniyê de wisa hat gotin: "Serokê partiyeke wek CHPê ku gelek piştgirî ji Elewiyan werdigire, bi pesindayîna kujerêkî elewî û şoreşgeran di dema qirkirinên Gumgum û Çorûm û Sêwazê de, êdî tebatiya me nehiştiye. Divê ji Kiliçdaroglu were pirsîn, Ozan Arif, pesnê kujerên me daye û te j3i pesnê Ozan Arif da. Gelo çi cudahiya we ji hev heye."

Di daxuyaniyê de herwiha behsa vê hilbijartinê jî hat kirin û hat gotin: "Civaka Elewiyan heta vêga piştgiriyeke bêdil dida namzetên ku bê dilê wan bû lê êdî ew dibînin ku Elewiyên ki ji hêla desthilatê tune dihatin hesibandin, aniha ji aliyê opozîsyonê ve jî tên tunehesibandin. Lê gotinene me jî heye. Em weke Elewiyani qebûl nakin bi nirxên me were lîstin û em li benda lêborînê ne.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin