Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Efrîn û Qedera Kurdên Rojavayê Kurdistan!

A+A-

Mejî dema  ku ne li ser hasasîyetên netewî ava bûbe û bê hestên netewî be, bê ramanên Kurd û Kurdistanî be, daxunîyên wî mejî, stratejîya wî mejî û karesatên ku ji wî mejî peyda dibin, jî nikarin di xizmeta netewa xwe de bin. Nikarin di xizmeta Kurd û Kurdistan de bin.

Li ser rojavayê Firat şer û hesab bêhenpa domdikin.

PKK û PYD; berî ku Tirkîye têkeve herêmê, bixwestana, dikarîbûn heta Efrîn axa Başûrê Rojavayê Kurdistan bi ser hev de girêdin û herêma Kurdistan seranser rizgar bikin. Mixabin nekirin. Sebeba vê ne ku şert û şûtên herêmê ew rê nedida wan. An jî quweta wan tune bû. Ji ber têkilîyên wan bi Tirkîye, Îran, Nûrî El Malikî û xizmetkarîya wan ji Surîye re, rê nedida ku vê gava Kurdistanî bavêjin. Armanc pêşîlêgirtina Kurdistanek serbixwe bû.

Diva bu PKK û PYD, tercîha xwe bi yekrêzî, li dij berjewendîyên Tirk, Ereb û Farisan eşkere bikira. Lê berpirsiyarên PKK-PYD her bahsa parastina „yekitîya Surîye, Îran, İraq û Tirkîye" kirin. Jibîr kirin ku ev herçar dewlet bûye 100 sal ku ji kurdan re tenê zilm û zordarî, înkar û asîmîlasyon anîne. Kurd nikarin carek din xwînê bidin dewletên Ereban, tirkan û farisan! Ev întîhar bû ji kurdan re. Lê PKK- PYD ev rê dan ber xwe û her gotin; „em li dijî dewletê ne, Divê Kurd nebin xwedî dewlet."(!) Pêşî ev ji xwe re kirin kar û li gor vê stratejîyê jî di herêmê de ketin nav îtîfaqan.

Tirkîye li ser herêmê xwedî hesabe. Lê yên ku van hesaban hêsan dike jî siyaseta PKK bi xwe ye. PYD wek darekî ji bona têkilîyên bi dewletan re ji xwe re bikar tîne.

Efrîn pêşî kirin herêmek îzolekirî. Ji axa Kurdistan hat tecrît kirin û ket qefesê. Tenê jê re derîyek vekirî hiştin. Ew jî derîyê Tirkîye bû. Ji ber ku ji hêla Helebê de pêşî lêhatibû girtin. Rojhilatê Firat jê re qedexe bû, mahkûmî îzolasyonê bû. Tirkîye li ser Efrîn dest bi tehdîdan kir. Bi top û hawanan bombebaran kir..

Serokê PYD Salih Muslum, di derheqa êrîşên tirkîye de daxuyanîyê dide, bê ku qebûl bike heta Babê axa Rojhilatê Firat didestê Tirkîye de ye  û dibêje:

„Ji bo ku pêşî li Tirkîye bêt girtin, emê Efrîn teslîmî rêjîma Surîye bikin. Ji ber ku Efrîn axa Sûrîyê ye. Em nahêlin ku Tirkîye ji axa sûrîyê kulmek ax jî jî dagir bike."

Ma Efrîn; „Ji ber ku Efrîn axa Sûrîyê ye." Wê teslîmî Sûrîye bike?

Gelo Efrîn ne axa Kurda ye?

Çima, Efrîn ji Enîyek Kurd û Kurdistanî mahrûm kirin û çima teslîmî Sûrîye dikin?

Ji Kurdan re; Surîye jî dagirkere û Tirkîye jî dagirkere. Herdû dewlet jî dijminê Kurd û Kurdistan in..

Gelo çima Serokê PYD Salîh Muslum ji dijminêkî, yê din tercîh dike?

Dibêje; „Em nahêlin ku Tirkîye ji axa sûrîyê kulmekê jî dagir bike."(!) Lê ev helwesta PYD, ne wek parastina axa Kurdistan, wek parastina berjewendîyên dewleta Sûrîye û meşrûkirina wê li ser axa Başûrê Rojavayê Kurdistan derdikeve ber me. Siyaseta xerab jî eve.

Belê, „Efrîn axa Surîyê ye, ne axa Kurdistan"(!) e û yên ku li ser axa Efrîn dijîn jî „ne kurdin", ereb in, xelkê Sûrîye ne!

Sebeba dijminatîya tirkan û Tirkîye, ne ji ber ku Kurdistan dagirkirine û êrîşan tînin ser Kurdan. Ji ber ku  PYD dostê Surîyê ye, nahêle ku  Tirk „kulmek axa Sûrîye"(!) bigirin. Siyaseta xerab jî eve: Di hinbêza dijminekî de razê û neyartîya dijminê din bik, lê malê li kurdan qedexe bik! Talîya vê bi carekê de pejirandina berjewendîyên dijminan bi xwe ne.

Hêza ku li Reqa pesnê qahremanîyên leşkerî dide; çima ji bo Efrîn jî wan qahremanîyan nayne rojevê, lê bi dostaya dijminêkî, dijminê din tehdît dike.(!)

Berjewendîyên Kurdistan di perçekirin û ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Naverast de ye. Lê hewl û stratejîya PKK û PYD li ser pêşîlêgirtina vê stratejîyê hatîye avakirin. Ji ber wê jî her ku êrîşek tê ser herêmê, êrîşkaran bi tehdîda „em perçak ji Sûrîyê ne"(!) daxuyanîyan didin û dibin parêzvanên sînorên kolonyalîstan.

Parastina sînorên kolonyalîstan û meşrûkirina perçekirin û parvekirina axa Kurdistan ne karê tevgerek Kurd e.

Eger Kurd li Başûrê Rojavayê Kurdistan tercîha xwe û terefên xwe bikaribin rast deynin, di vê dîzaynê de afirandina bidestxistinên siyasî hebûn. Lê PKK ev şens bi şîweyek xerab û dîktatorî bikar anî û xist tehlûkê. Bû sebebê perçekirina hêza netewî û hilweşandina stratejîyek Kurd û Kurdistanî. Bidestxistina statûyek siyasî, bi carekê de bi kurdan ve girêdayî bû. PKK ev firsend xist destê xwe û ji bona stratejîya şerê ku li Tirkîye dimeşîne wek çek bikar anî. Başûrê Rojavayê Kurdistan kir qurban ji siyaseta xwe re.

Serkevtin bicarekê de bi meşandina siyasetek netewî, Kurdistanî û biîstîkrar ve girêdayî bû. PKK li Başûrê Rojavayê Kurdistan pêşîya van serkevtinan girt..

Bi qahremanîyên leşkerî pesinên xwe didin, lê di warê siyasî de siyasetek „teslîmbûna sînoran û meşrûkirina perçebûna Kurdistan."(!) dane ber xwe.

Dîzaynkirina herêmê û hatina aramîyê, bi avakirina dewletek Kurd ve girêdayî ye. Îro di Rojhilata averast de Kurd garantîya aşitî û jiyanek aram in. Avakirina dewletek Kurd di herêmê de pir girînge û di berjewendîyên avakirina jiyanek nû de ye. Gavên ku li Başûrê Kurdistan tên avêtin, bingeha pêşeroja Kurd û Kurdistan temsîl dike.

 Eger carek din wek Sykes-Picot ev xeterî ya mezin dûbare bibe, ti caran aramî nayê herêmê. Ev di tecrûbên 100 salî de hatîye tesbîtkirin.

Dijmin bi her cûrê çek êrîş dike ser ramanên avakirina dewletek Kurd ya serbixwe. Dixwaze vê hêvîya kurdan bişkîne. Kar û barên me ewe ku em bi hestekî kurdperwerî û niştimanperwerî xwedî li doza xwe, berjewendîyên netewa xwe û xwîn û keda nemirên xwe, xwebexşên xwe û çarenûsa xwe derkevin.

09.07.2017

 
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin