Efrîn - Konvoya sivîlan rastî êrişa firokeyên Tirkiyê hat!

Efrîn - Konvoya sivîlan rastî êrişa firokeyên Tirkiyê hat!

Li gelek deverên Efrînê şer heye û gelek cih jî tên bombebankirin. Firokeyên şer ên Tirkiyê konvoyeke din a sivîlên ku diçûn Efrînê, bobbebaran kirin. Li herêma Efrînê jî şer û bombebaran û topbaran didomin.

A+A-

Hate zanîn ku firokeyên şer ên Tirkiyê konvoyeke kesên sivîl, ku ji bajarên Kobanî û Qamişlo û deverên din yên Rojava ber bi Efrînê ve diçûn, bombebaran kirin. Di encamê de kesek hatiye kuştin û komek kes jî birîndar bûne.

Lê artêşa Tirkiyê îdia kiriye ku ew konvoy, kesên çekdar bûne û cebilxane dibirin Efrînê ji ber wê hatine bomberankirin!

Li aliyekî din, firokeyên şer ên Tirkiyê li devera Raco ya Efrînê milîsên Sûrî yên ku çend roj berê derbasî Efrînê bûne, bombebaran kirin û bombebaran heta niha jî didome.

Li gundê Omera yê nahiya Şera jî şerekî giran di navbera hêzên YPG û Tirkiyê de heye. Tê gotin li gundê Qenterê yê devera Mabeta ya Efrînê jî zarokek di encama bombebaranê de hatiye kuştin û 4 kes jî birîndar bûne.

Firokeyên şer yên Tirkiyê heta niha jî li navenda bajarokê Cindirêsê didin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin