EFRÎN/ Jin daketin qadan!

EFRÎN/ Jin daketin qadan!

îro 21.07.2018ê, bi dehan jinên kurd derketin kolanên bajarokê Cindirêsê yê girêdayî devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê û daxwaza serbestkirina girtiyan kirin.

A+A-

Hate ragihandin ku bi dehan jin ji kesûkarên girtiyan berên xwe dan pêşiya dadgeha leşkerî ya milîsên bi ser Tirkiyê ve, û daxwaza azadkirina heşt girtiyên ku berî bi du rojan li ser destên milîsan hatibûn girtin û herweha hilmetên girtinê li deverê şermezar kirin.

Rewşa nerazîbûn û nearamiyê girtiye ser bajarokê Cindirêsê û nexwasim xeberek ne tekezkirî di nav xelkê de belavbûye û tê gotin ku du milîsên bi ser Tirkiyê ve du girtî di bin îşkencê de kuştine.

Tê zanîn ku milîsên bi ser Tirkiyê ve, berî bi du rojan 11 welatiyên kurd ên Cindirêsê girtibûn, 3ê ji wan berdabûn ango ew rastî îşkenceyeke tund hatibûn, û hîn heya niha 8 girtî di zîndana dadgeha leşkerî de ne.

Navên wan jî ev in:

1- Mustefa Şêx Heyder 59 sal

2- Nîhad Şêx Heyder 53 sal

3- Mihemed Şêx Heyder 23 sal

4- Ebdo Xelîl Îbrahîm 40 sal

5- Mehmeûd Şêx Neisan 37 sal

6- Mihemed Mer'î 35 sa

7- Ferîd Hisên 27 sal

8- Mihemed hec Yûsif 54 sal

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin