Efrîn di bin dagîrkeriyê de (200)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (200)

.

A+A-

Weke tekezî ji rewşa geregoşî û serberdayetiya li herêmê serwerkirî de, li siba Şemiyê 28.5.2022an Z, li derbasgeha Bajarê Efrînê ya Rojava – dawiya kolana vêlata, matoreke dutekerî teqiya, û di encamê de ziyanin şênberî çêbûn, û sê kes jî birîndar bûn – li gor Berevaniya Sivîl; Da ku careke din gotegota Turkiyê li ser “Herêma Ewle” ne rast derîne.

Ev jî hin binpêkirin û tewanên têvel in:

= Bajaroka” Mabeta”:

Ew navenda navçê ye, /15/K.M bi aliyê Bakur Rojava ve ji Bajarê Efrînê dûr e, ji dora/1200/malî pêkhatî ye, dora/4800/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, tev di dema dijberiya bi ser herêmê de penaber bûn, jê dora/520malbat=2200nişte/ vegerîn, ên din jî zorane koçber bûn, û dora /1500malbat=8000nişte/ji anîndeyan tê de û di dora/250/çadirên ku li ser Erdê “Bêdera” û Cîgeha “Qitraniyê” ya li rex bajarokê û li dora wê venandî de dan niştecîkirin.

Û di encama topebaran û teqîna bombeyên zemînî de, /7/ malên “malbatên(Bekê), Hemîd Hacî kurê Mistefê” bi tevayî hatin roxandin, û /4/mal û avahiya “Şaredariyê û derdora wê” jî bi rengekî piçekî, û yek ji wan malan a Hemwelatî “Mihemed Elî Bekir” e (ya ku ji aliyê malbata “Taha Mistefa El’ xatêr” a ji Bajaroka”Tilqirahê” – Bakurê Heleb penaberbûye ve hatibû rûnişkandin, û ya ku Artêşa Turkiyê li 26.1.2018an. Z topebaran kiribû, û di encamê de komkujiyek pêkhatibû, û dê û bav û çar zarokên wan bibûn qurban).

“Mala “Mihemed Elî Bekir” ya roxandî, B.Mabeta 26.1.2018an Z, komkujiyek.”

“Roxandina malina li B.Mabeta.”

Milîseyên “El’cebhe El’şamiyê” (ya ku “El’şêx Cum’e Ehmed El’cebelî” yê ji Gundewarê Dêrhafirê – Rojhilatê Heleb serkêşiya wê dike) bajarokê desteser dikin, /11/mal ên “Dilovanber Cim’e Ala, Selah Arêf Mihemed, Celal Edlo, Ferîd Mixtar, Cemîl Hebeş, Hisnî Mixtar, Fethî Mixtar, Xidir Ehmed, Ednan Çîto, Resûl Resûl, Aras Xoce – avahiyeke qatî” ji xwe re kirine biryargehên leşkerî, avahiya “kompaniya avê” jî kirine biryargeheke ewlehiyê û hepseke taybet ji xwe re, û Mala”Mistefa Îbrahîm” kirine dibistaneke amedeyî û navîn, û weha jî Milîseyên “Asayêşa Sivîl” herdu avahiyên asayêşê û leşkerkirinê yên kevin ji xwe re kirine du biryargeh.

“”El’şêx Cum’e Ehmed El’cebelî” serkêşê milîseyên “El’cebhe El’şamiyê” li Mabeta (yê ku karên dizîn, talan û desteserkirina li ser zeviyên zeytûna, dîkan û nanpêjgeha otomatîk dike).”

Lê, Artêş û Istîxbaratên Turkiyê herdu avahiyên “navçê” û “dibistana navîn” ên kevin ji xwe re kirine du biryargeh, herweha li kêlek herdiwan avahiyeke qatî ya “Hisên Elî Bekir” ji endamên xwe re kirine ciyên rabûnrûniştinê, û dîwareke çîmento jî li derdorê ava kirine.

Li dor bajarokê dorpêçeke ewlehî pir mekin heye (du rêbend “El’şamiyê, Asayêşa Sivîl” li Derbasgeha Rojhilat, rêbendeke wan e hevbeş li Derbasgeha Rojava, û du rêbendên wan jî li ser riya Gundê” Dargirê”).

Piştî ku milîs ketin bajarokê, tiştmiştên malên ku xwedî vegerîne dizîn, mîna xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, şaşên tilvizyûna, alav û amûrên elektirîkê û giropên taqeta(enerciya) royê û ava vexwarinê û hin tiştên din, û herweha jî hemî tiştmiştên hundir dora/700/malên ku dest danîne ser, tiştmiştên dora/60/dîkan û embaran, jimarekên ava vexwarinê ji malan, giropa zayendkirina elektirîkê ya taybet bi navenda telîfûnê û amûr û keblên zemînî û bayî yên toreya telîfûna zemînî û dîrakên wê, beşek ji toreya elektirîkê ya giştî, tirektoreke çandiniyê ye “Rif’et Mamiş”, tirektorek tevî dûmahîkên wê yê “Hisên Çolo”, tirektora “Eslan Zêno” (yê ku piştî dandina vêrgiyeke diravî vegerandiye), du Pîkab Honday yên “Mihemed Ebid El’rehman Teter, Şukrî Xoce” û yeke din e “Hisên Yûsêf Hisên” – piştî ku li 10.1.2020an Z hate revandin û lişûnxwehîştin, du giropên zayendkirina elektirîkê yên mezin -yek jê ya hilkişandina ava vexwarinê û ya din a ku elektirîkê dide çend gundan- li çateriya Gundê “Kokanê” yê hevcîwar, û tiştmiştên tîmargeha mirîşkan a “Mistefa Kelaşo”, û bi ser de jî destdanîna li ser avahiya wê.

“Destdanîna ser dîkanina li Mabeta ji aliyê endamên “El’ ebhe El’şamiyê” ve.”

Wan milîseyan dest danîn ser avahiya Guvêşgeha “Hisên Qaziqlî” ya kevin piştî ku acetên wê dizîn û kirin nanpêjgeheke otomatîk, herweha ser tevahiya nanpêjgeha otomatîk a şaredariya berê û çend salan bi kar anîn ta ku li vê dawiyê hemî acetên wê dizîn û berve Navça Reco guhestin, dora /30/dîkanî û ji xwe re vekirin, guvêşgeha zeytûna ya komela bajarokê û vê re bi dora nîvî di karê de bûn ortaq, û weha jî li ser dora/22/hezar darên zeytûnê yên xelkê bajarokê yên ne li wir, û sê salan 50% vêrgî li ser berhemên werzên “mûsim” wan zeytûnan ferz kirin, û li sala dawiyê hemî rêdankên birêvebirina zeytûna sekinandin û dest danîn ser wan malmewalan, bê ku guhdanê bidin xerciyên ku xwediyan -di navboriya du salan de- li wan daran kirine.

Wan ji bo êzinkirinê, bêwijdan bihezaran darên zeytûnê qut kirin, û rê didin anîndeyan da ku keriyên pezên xwe di nav zeviyên zeytûn û erdên çandinyê de biçêrînin, bê ku yek ji xwediyan wêribe wan qedexe bike yan giliyekî li wan veke.

Û wan milîseyan Girê”Berbe’ûşê” li Bakur bajarokê, Girê “Geliyê Mûsê” li Başûrê wê û gora Zaretgeha “Avgîrê” ya Elewî, ji bo lêgerîna li kevneşopên wan ên dîrokî û kinzên binerd û dizîna wan, kolan û tevdan.

“Girê “Berbe’ûşê” li Mabeta, berî û piştî kolandin û rêşkirinê.” 

 

“Kolandin û rêşkirina gora Zaretgeha “Avgîrê” ya “Elewî” li Mabeta.”

Û xelkê bajarokê yên hene rastî binpêkirin û tewanên têvel hatin, jê kuştin, revandin û girtinên bêsûcane, işkencekirin, rûmetdaxistin, peresitandin û hin kiriyarên din; Bisedan rastî girtinên tewşankî û nesûcane -di nav de jî temenmezin û jin- digel lêdan û îşkencekirinên  mekin û rûmetdaxistinê hatin, wek nimûne jî li Şeva 10.6.2018an Z dora /100/ kesî hatin girtin, û li 29.6.2020an Z jî dora /110/kesan ji aliyê “El’şamiyê” ve, piştî ku avêtin ser malan, lêgerîn kirin, tiştmiştên tê de tevdan, hin derî hilkrin û şikandin, û malmewal û telîfûnên xilyewî dizîn, û piştî çend rojan hatin berdan; Û piştî teqandina makîna serkêşekî heman milîseyê li 18.12 .2020an Z -di karnava du rojan de- bidehan kes girtin, û digel wê jî ferzkirina qedexekirina çûnûhatinê û peydakirina heyameke metirsiyê; Ji bilî girtinên tekane û komelane yên berdewam bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, bi demên têvel û digel ferzkirina vêrgiyên diravî; Û hîn Destlatên Turkiyê çarenûsa “Menan Birîmo kurê Ibrahîm – zayend 1994 Z” diyar nekirine, bi ser ku bêtirî çar salan di ser girtina wî re derbasbûye, û divê bê zanîn ku ew li 15.4.2018an Z li nêzîk Gundê “Kurzêlê” – Başûrê Bajarê Efrînê -li dema vegera wî- hate girtin, bo Hepsa “Çobanbegê – El’ra’î” hate rêkirin û tê de zorane hate veşartin, û bînerdanina tekez kirin ku ew rastî îşkencekirinek mekin hat, û tenduristiya wî pir bi şûn ket.

“Girtiyê ku zorane veşartî “Menan Birîmo kurê Îbrahîm”, Mabeta.”

Û ji ber dizîna hin kelûpelên mizgefta bajarokê, destdanîna şêxên anîndeyan li ser, û bidûrxistina şêxên xelkê bajarokê – ya tekane li herêmê- yên bine’ola Îslamî ya Elewî ji rêvebiriya wê, piraniya xelkê bajarokê narin mizgeftê, û herweha jî anîndeyan di maleke gund de mizgefteke din vekirin û miriyên xwe jî di goristana bajarokê de venaşêrin, bi ser wê de jî vekirina wan ji korsên hînkirinê re, di çarçewa tevgereke olî ye hişk û çalak ye li herêmê heye de.

Û bi sedema dagîrkeriyê hin ji xelkê bajarokê yê sivîl şehîd ketin, ew jî ev in:

 “Ciwan Mistefa kurê Ehmed/30/sal”, li 26.2.2018an Z, di encama topebarana Turkî de, li dema ku wî di nav Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayêş) de xizmet dikir.

 “Elî Qelender/85/sal ” bi qurşîneke jîndar, bi destê xortekî ji anîndeyên “Xota”, li dema ku wî hin mî li Rojavayê bajarokê li 10.2.2019an Z diçêrandin.

 “Mistefa Silêman Hisên/65/sal, Elî Mihemed Şe’ibo/66/sal û hevjîna wî Zelûx Hemîd Hemadê/55/sal û kurê wan Elî Şe’ibo/35/sal û hevjîna wî Elya’i Mistefa Şe’ibo/28/sal û keçika wan a zarok Nêvîn Şe’ibo/9/sal” -ew herşeş ji koçberên bajarokê ne- li 31.7.2018an Z, di encama teqîna bombeyeke zemînî bi otombîlek Sûzûkî ye bara ye biçûk de (ye ku ew bi riyên qaçaq ji Bajarê Niblê dibirin Heleb).

“Pakrewan “Ciwan Mistefa kurê Ehmed, Elî Qelender, Mistefa Silêman Hisên, Elî Mihemed Şe’ibo, Zelûx Hemîd Hemadê, Elî Elî Şe’ibo, Elya’i Mistefa Şe’ib, Nêvîn Elî Şe’ibo”.”

= Girtinên bêsûcane:

Destlatên dagîrker ev girtin:

 Li 17.5.2022an Z, hemwelatî “Se’îd Ne’isan Ereb/52/sal, Seydo Mihemed Seydo/50/sal, Sefer Mistefa/63/sal” ji xelkê Gundê “Gewenda” – N.Reco, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Sivîl”ve, bi tuhmeta pişikdariyê di pandina şevayî de, li dema Rêvebiriya Xweser a berê, û piştî ferzkirina sezayine diravî li ser wan, li 24.5.2022an Z ew berdan.

 Li 17.5.2022an Z, Hemwelatî “Fewaz Mihemed Heyder/39/sal” ji xelkê Gundê “Kurka” – N.Mabeta, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, û piştî sê rojan û ferzkirina sezayeke diravî li ser, ew berdan.

 Li 19.5.2022an Z, Hemwelatî “Ehmed Silêman Bekir ê ku bi Ferhad tê navdan/32/sal” ji xelkê Gundê “Çeqelê Ortê” – N.Şiyê, li dema ku bi heft makînên tijî çekdar êriş gund kirine, û ew birin navenda Navçê -ev yeka jî yekser piştî sê rojan ji vegera wî ji Libnanê  ciyê penaberiya wî- û ta niha di bendkirina bêsûcane de ye.

 Li 22.5.2022an Z, Hemwelatî “Henan Mihemed Heşko(Sînê)/58/sal” ji xelkê Gundê “Şêx Mihemedlî” – N.Reco û keyayê gund ê niha, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Sivîl” ve, û ta niha çarenûsa wî ne diyar e.

 L 24.5.2022an Z, Hemwelatî “Helîme Mûse Colê /58/sal – mêrnekirî” ji xelkê Gundê “Şêx Mihemedlî/kerê” – N.Reco, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Sivîl” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, û ta niha çarenûsa wê ne diyar e; Divê bê zanîn ku ew li destpêka dagîrkeriyê li navîna 2018an  rastî girtin û îşkencekirinek mekin hat, û yekser piştî berdanê nexweş ket.

 Ji panzdeh rojan ve, Hemwelatî “Hesen Mehmûd Osman/24/sal” ji xelkê Gundê “Kurzêlê” – Şêrewa, ji aliyê “emniyetê” ve, û yekser piştî gihîştina wî Bajarê Ezazê tevî hevjîna wî û herdu zarokên wî, li dema vegera wî bo Efrînê ji ciyê penaberiyê bi riya qaçaxciyên mirovan (ên ku ew birine ûtêlê ji bo razanê); Jina wî û zarok hatin berdan da ku bigihên Efrînê, û ew jî ta niha bêsûcane bendkirî ye.

= Qirkirina daristanan:

Bi destpêkirina Demsala Havînê re -weke ku çawa di navboriya çar salên borî  de, di siya dagîrkeriyê de çêbûye- dïsa agirên bi daristanên xwezayî û çandiniyê dikevin pir dibin û bi rengê ku berê nebûye, berevacî şeşsalên berê ji destlatkirina R.X a berê û berî wê jî bidehsalan ji destllatiya rijîmê, û bi ser wê de jî qutkirina fere ji cûrbecûr daran re ji bo êzingkirin, çêkirina komirê û bazirganiyê; Vêca ev destdirêjî û dijberîtî digihêje asta qirkirina jîngehê weke tewaneke rêbazkirî û bi serpereştî û şîretiya Istîxbaratên Turkiyê tê kirin; Û li gor pisporên çandiniyê rêjeya tarûmarkirinê di daristanan de -di navbêna şewtandin û qutkirinê de- 50% derbas dike, û ya ku rûberiya wê bi tevahî dighêje derdora (ya xwezayî /18500/ hiktar + ya çandinî /21000/ hiktar = 39500 hiktar). Û yên nû çêbûne jî ev in:

 Şewtandinek di daristaneke îhracê de li Çiyayê “Ne’iso” li Başûr Rojhilatê Bajaroka “Kaxrê” – N.Mabeta, û “Berevaniya Sivîl li Efrînê” tekez kir ku tîpên(tîm) wê şewtandinine mezin ( ên ku rûbereke bi qasî/60/donimî ji darên îhracê, li şeva Çarşemê 25.5.2022an Z, û li dirêjiya /11/ katan  şewitandine) vemirandine.

“Şewatek li daristneke ihracê li Çiyayê “Ne’iso” Başûrê Rojhilatê Bajaroka “Kaxrê” – N.Mabeta.”

Û herweha heman “berevaniyê” tekez kir ku ev şewtandin hatine vemirandin:

 Şewatek li daristaneke nêzîk Gundê “Hilobî” – N.Şera, di heman şeva 25.5.2022an de.

 Şewatek li erdekî çandiniyê li Gundê “Miskê” – N.Cindirêsê, bi rûberiya /2/ hiktaran, li Roja Pêncşemê 26.5.2022an Z.

“Şewatek li erdekî çandiniyê li Gundê “Miskê” – N.Cindirêsê.”

 Şewatek li daristaneke îhracê, li nêzîk Gundê “Çema” – N.Şera, li şeva 26.5.2022an Z.

= Binpêkirinine din:

Serkêşên Milîseyên “Firqit El’hemzat” li Gundê “Kîmarê” – Şêrewa pêkanîna binpêkirin û tewanan di dermafê xelkê gund de asa dibînin, ya dawiyê jî li Roja Çarşemê 25.5.2022an bû, û di vê wextê de,  serkêşê Milîseyên “Lîwa’i Umer El’Farûq – Firqit El’hemzat” ê bi navê “Ramî El’betran Ebû Cabêr” bidehan ji mêrên gund tevî tirektorên wan kom kirin, û bê pere di kolandina xendekekê de, li dor leşkergeha  Firqê” û rakirina gemarê de dan bikaranîn, piştî ku gefgur û sixêf ji wan re dan û mekin li hinan xist, mîna “Idrîs  Xelîl Mihemed, Ciwan Memdûh Hisên,  Ciwan Remedan Derwîş/Wezîro, Şahîn Ekrem Nebo, Ebdo Ehmed Yûsêf, Kelmaz Mûrad Mihemed” û ew birîndar kirin, ji ber ku ew di roja berî wê de li şûn mabûn; Û herweha serkêşekî din ê El’ hemzata li gund, li Roja Duşemê 23.5.2022an Z, di perçedengekî de ji hemî mêrên gund xwest ku hemî karûbarên  xwe berdin, û tevî acetên xwe li leşkergehê beşdar bibin.

“”Ramî El’betran Ebû Cabêr” yê li ser xelkê G.”Kîmarê” dijayetî kirî.”

Serkêşên Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî – El’ceyş El’wetenî El’sûrî” guh nadin tiştê li ser binpêkirin û tewanên wan tê nivîsandin û nejî bergerên qurbaniyan û bangên xwediyên wan, piştî ku wan dizîn, tewan û nandozî ji xwe re kirin kar, û yekser ji Turkiyê û serokê wê Erdoxan ve hatin parastin; Vêca nêt û viyan li ba Civaka Navdewletî heye ku wan qirêjiyan rawestîne û yên dikin jî seza bike?

30.05.2022an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Mala “Mihemed Elî Bekir” ya roxandî, B.Mabeta 26.1.2018an Z, komkujiyek.

– Roxandina malina li B.Mabeta.

– “El’şêx Cum’e Ehmed El’cebelî” serkêşê milîseyên “El’cebhe El’şamiyê” li Mabeta (yê ku karên dizîn, talan û desteserkirina li ser zeviyên zeytûna, dîkan û nanpêjgeha otomatîk dike).

Destdanîna ser dîkanina li Mabeta ji aliyê endamên “El’ ebhe El’şamiyê” ve.

– Girê “Berbe’ûşê” li Mabeta, berî û piştî kolandin û rêşkirinê.

– Kolandin û rêşkirina gora Zaretgeha “Avgîrê” ya “Elewî” li Mabeta.

– Girtiyê ku zorane veşartî “Menan Birîmo kurê Îbrahîm”, Mabeta.

– Pakrewan “Ciwan Mistefa kurê Ehmed, Elî Qelender, Mistefa Silêman Hisên, Elî Mihemed Şe’ibo, Zelûx Hemîd Hemadê, Elî Elî Şe’ibo, Elya’i Mistefa Şe’ib, Nêvîn Elî Şe’ibo”.

– Şewatek li daristneke ihracê li Çiyayê “Ne’iso” Başûrê Rojhilatê Bajaroka “Kaxrê” – N.Mabeta.

– Şewatek li erdekî çandiniyê li Gundê “Miskê” – N.Cindirêsê.

– “Ramî El’betran Ebû Cabêr” yê li ser xelkê G.”Kîmarê” dijayetî kirî.

—————————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-200-30-05-2022– PDF

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (184)

Bixwîne: EFRÎN di bin Dagirkerîyê de (183)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (181)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (185)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (187)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (188)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (189)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (191)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (192)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (194)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (195)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (196)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (197)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (198)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (199)

Malpera Fermî: www.yek-dem.net , Êmail: [email protected]

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin