Efrîn di bin dagîrkeriyê de (191)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (191)

.

A+A-

Gundê “Tirmûşa” – roxandin û koçberkirin, “Newroz” di heyamên ne aram de, revandin û girtinên bêsûc, qutkirina dar û daristanan, ferekirina gundekî niştecîkirinê

Kurd li kû bin bi hesreta ku bi cejna xwe ya Newrozê -21 Avdarê- şad bibin, û bi kelkel xwe jê re amede dikin; Lê, di siya Dagîrkeriya Turkiyê de, li Herêma Efrînê tu pêşbînî -seknandina binpêkirin û tewanên berdewam- û heyamên guncaw û lêhatî ji vejînkirina cejna îsal re -weke hersê salên borî- tunebûn, ji ber wê piraniya xelkê me yên Kurd li herêmê ne agir dadan û nejî li roja din derketin siruştê; Tenê Destlatên Dagîrkeriyê sê navendên ahengiyane yên biçûk li dar xistin, û rê nedan aliyên siyasî, komele û tîpên (tîmên) folklorî yên Kurdî -yên di bingeh de ji çalakî û karên xwe qedexekirî- ku navendine din çêkin û cemawerê xwe bibinê.

Ev hin binpêkirin û tewanên têvel in:

= G. “Tirmûşa”:

Bi Navça Şiyê ve girêdayî ye, /12/K.M ji navenda wê dûr e, ji dora /275/ malan pêkhatî ye, dora /1500/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, di dema dijberiya bi ser herêmê de tev penaber bûn, jê dora/75malbat=250nişte/ vegerîn, û dora/120malbat=750nişte/ ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin. Û di encama topebarankirinê û teqîna bombeyên zemînî de /3/mal bi piçekî ziyan gihîştinê, û /20/ bi tevayî hatin roxandin, ji wan malan ên “Emîn Mihemed Ehmed, Emîn Reşîd Hisên, Ednan Ezîz Osman, Mehmûd Nûrî Hesen, Hisên Hesen Elî, Mihemed Osman, Osman Ezîz Hesen, Hesen Tato, Mihemed Hemîd Reşîd, Qaziqlî Elkom, Elî Hesen Golîn, Ednan Welîko, Kerîm Mûsû, Mihemed Bekir Hisên”.

“Maline roxandî li G.”Tirmûşa”.”

Milîseyên “Lîwa’i Mihemed Elfatêh” gund desteser dikin. Wan piştî dagîrkirina herêmê li 18.3.2018an Z sê heyvan nehîştin xelk vegere, û di wê karnavê de, xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, şaşên tilvizyûnan, alav û amûrên elektirîkê û tiştine din ji hemî malan dizîn, û paşê jî kelûpelên dora /175/ malên ku dest danîne ser li pêş çavên xelkê birin, jê malên “Parêzer Hisên Ne’iso û herdu birayên wî yên koçberkirî” bi awakî mebestkirî, û herweha jî dizîna giropeke zayenda elektirîkê, acetên stasyûna hilkişandina ava vexwarinê ya taybet bi herdu gundên “Tirmûşa û Şiketka” (ya ku ji ber wê ta niha xelkê herdu gundan çetiniyan di peydakirina avê û buhabûnê de dibînin), tirektora çandiniyê ya “Şe’iban Elî” -yê ku bêsûc di Hepsa Maratê de girtîbû- bi zorê û li pêş çavên hevjîn û keça wî ji mala wan li gund, û guheztok û keblên toreya elektirîkê ya giştî; Lê, milîseyine din jî /4/makîne yên “Mewlîd Ehmed, Muhemed Bekir Baba, Ehmed Hemo, Rêber Mistefa” -piştî penaberiya wan Bajarê Efrînê di dema êrişê de- dizîn.

Û Milîseyên “Elfatêh” 50% vêrgî li ser berhema werzên hemwelatiyên ne li gund û ji ber xwe ve hinek danîne û 10% li ser hemwelatiyên li gund mane ferz dikin, û dora 50% ji daristanên îhracê yên xwezayî li cîgehên “Sirta Bêraqê” û “Sebîlê” li Rojavayê gund ji bo êzingkirin û bazirganiyê qut kirin, jê dareke sindîganê ye temenmezin û weke seyrangehekê ji kokê ve, ji bilî agirên ku bêtirî carekê bi herdu daristanan hatine xistin.

“Şewatek li Daristana “Sifrî Dede” – G.”Tirmûşa”.”

Weha jî Milîseyên “Elfatêh” herdu cîgehên “Rezê Îsê” li Rojavayê gund û “Rezê Xiraba” li Bakur kolan, ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzên veşartî û dizîna wan, û di encama wê de jî ziyan gihîşte bidehan darên zeytûna.

Weha jî xelkê ku li gund mane rastî cûrbecûr binpêkirinan hatin, mîna revandin û girtinên nesûcane, îşkencekirin, rûmetdaxistin, perebirin û hin tiştên din; Bi dehan ji wan têvelwext (du heyv ta du sal) -di nav de jin- bi tuhmetên têkeliyê bi Rêveberiya Xweser a berê re hatin girtin, di gel ferzkirina seza û vêrgiyên diravî; Û piştî vegera hemwelatiyên gund, sê zarokên wan di encama teqîna bombeyên zemînî de -ji bermayên şer- şehîd ketin, û ew jî ev in:

1- Ednan Ferîd Xelîl Mistefa /13/sal, li navîna Gulana 2018an Z.

2- Mihemed Idrîs Zekî Hemo Qere Heso /11/sal, li 20.5.2018an Z.

3- Heyder Cemîl Heyder /10/sal, li 20.5.2018an Z.

Û herweha jî hemwelatî “Luqman Yûsêf Miatefa /35/sal” (ê ku li Bajarê Cindirêsê rûdinişt û li ba Encûmena Xwecihî ajovan bû, û li 9.9.2020an Z hatibû girtin) li Hepsa “Maratê”, di bin îşkencekirinê de jiyana xwe ji dest da, û li Berbanga Roja Sêşemê 10.11.2020an Z, termê wî radestî merivên wî bû.

= Revandin û girtinên bêsûcane:

Piştî çar salan ji dagîrkeriyê hîn lîstên hemwelatiyên ku ji aliyê Destlatên Dagîrkeriyê ve, bi tuhmet û behaneyên çêkirî têne xwestin, bi dawî nebûne; Girtinên bêsûcane berdewam in, vê re jî rûmetnizimkirin, îşkencekirin û darzandin û sezakirin, û bi taybetî jî li vê dawiyê giştînamak bi /1400/ navên lawên Efrînê hate belavkirin, da ku paşê bêne girtin, û ev jê ne:

– Li 22.2.2022an Z, hemwelatî “Îbrahîm Elî Ave /52/sal, keça Hesen ÎbrahîmHisên Semîr Osketko /25/sal û hevjîna wî Rîme” li dema ku ji Bajarê Heleb -ciyê penaberiyê- vedigerîn Bajaroka Mabeta li Efrînê; “Hisên” li “Mari’ê ” hate girtin û bo Efrînê hate guhestin û ta niha di Hepsa Efrînê de bendkirî ye, û “Rîme” di cî de hate berdan, lê “Îbrahîm” û “keça Hesen” jî li Efrînê hatin girtin, û piştî ferzkirina sezayên diravî li ser herdiwan, li 15.3.2022an Z hatin berdan.

– Li 1.3.2022an Z, hemwelatî “Hêvîn Tarî /47/sal” ji xelkê Gundê “Çeqela” – N.Şiyê (ya ku tevî hevjînê xwe yê ji xelkê Gundê “Xelnêrê” li B.Efrînê rûdine), bi tuhmeta kar di komîna taxê de li ba R.X a berê, û li 7.3.2022an Z lawê wê “Mihemed Nezmî Ne’isan /19/sal”, ji aliyê “Îstîxbaratên Turkiyê” û “Asayêşa Leşkerî” ve hatin girtin, û hêjaye were zanîn ku “Hêvîn” bêtirî carekê hatiye girtin.

 Li 10.3.2022an Z, herdu hemwelatî “Parêzer Mahêr Elî Qer’a /40/sal, Nîzar Ehmed Ne’iso /36/sal” ji B.Efrînê, ji aliyê “Asayêşa Leşkerî” ve hatin girtin, û piştî lêkolînkirinê bi tuhmeta(têkeliyê bi Partiya Yekîtiya Demokrat P.Y.D re), ew li 16.3.2022an Z berdan. Û divê bê zanîn jî ku “Nîzar” berê jî carekê hatibû girtin.

 Li 13.3.2022an Z, hemwelatî “Serxwebûn Ehmed Me’imo /32/sal” ji xelkê Gundê”Kêla” ji aliyê “Asayêşa Leşkerî” ve li navenda Navça Bilbilê, bi tuhmeta hevpişkiyê di pandina şevayî de li ba R.X a berê hate girtin, û bo Hepsa “Maratê” – Efrîn hate rêkirin, ta ku li 23.3.2922an Z – piştî ferzkirina sezayeke diravî li ser – hate berdan.

 Li 13.3.2022an Z, ev hemwelatî “Ziyad Arêf Miho /33/sal, Ridwan Reşîd Miho /32/sal, Şêrhat Ze’îm Hiso /27/sal, Ebid Elqadêr Reşîd Hiso /35/sal, Şukrî Xelîl Hesen /38/sal ê ku ji nexweşiyeke mêjiyî dikêşe”, û “Emîne Henan Damircî /55/sal, Hisên Ebdo Mihemed Tone /65/sal” ên ku piştî rojekê hatine berdan, û divê were zanîn ku hemî berê jî hatibûn girtin.

Û hemwelatî “Elî Henan Demircî û hevjîna wî Asiye û kurê wî Henan” ji xelkê Gundê “Merwaniyê Jêrin” ya hevcîwar, û piştî ferzkirina sezayine diravî hatin berdan.

Girtina hemiyan jî ji aliyê “Asayêşa Leşkerî li Cindirêsê” bi hevkariya Milîseyên “Lîwa’i Elweqas” a herdu gundan desteser dike ve pêkhat.

 Li 14.3.2022an Z, hemwelatî “Şukrî Kemal /37/sal” ji xelkê Gundê “Xalta”, li B.Cindirêsê, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û “Asayêşa sivîl” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re hate girtin, û li 24.3.2022an Z hate berdan.

 Li 14.3.2022an Z, ev hemwelatî “Kêfî Hisên Emo /35/sal ji xelkê Gundê Çeqelê Cûmê, Ciwan Ednan Mistefa/28/sal ji xelkê Gundê Hechesna” – yên li B.Cindirêsê rûniştine, ji aliyê rêbenda Istîxbaratên Turkiyê û “Asayêşa Leşkerî” ve li derbasgeha Ezazê -dema ku diçûn wir- bi tuhmeta hevpişkiyê di pandina şevayî de li ba R.X berê hatin girtin, û yê dudiyê piştî sê rojan hate berdan, û yê yekê jî li 23.3.2022an Z.

 Li 15.3.2022an Z, hemwelatî “Mihemed Hesen Kêlik /30/sal” ji xelkê B.Cindirêsê, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û “Asayêşa Sivîl” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re hate girtin.

 Li 16.3.2022an Z, hemwelatî “Mihemed Mistefa (Hemûdê Mistkinikê) /34/sal” ji xelkê Gundê “Şêxûtka” – N.Mabeta, li B.Efrînê, ji aliyê “Asayêşa Sivîl” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re hate girtin, û ta niha bêsûc bendkirî ye; Divê bê zanîn jî ku dîkaneke wî ye ferûca li nêzîk “Gergeha Newrozê” li Efrînê hebû, û milîseyan dest daniye ser.

 Li 17.3.2022an Z, hemwelatî “Reşîd Reşîd Mûraf (bavê Elî) /70/sal” ji xelkê Gundê”Yalanqozê” – Cindirês, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û “Asayêşa Sivîl” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re hate girtin, û li 22.3.2022an Z jî hate berdan.

 Li 18.3.2022an Z, hemwelatî “Fîdan Mehmûd /62/sal” û kurê wê “Mistefa Semîr Cemal /42/sal” ji xelkê Gundê “Dargirê”, ji aliyê “Asayêşa Sivîl” li Mabeta ve rojekê hate girtin, bi tuhmeta ku peran ji derve werdigre da ku keça xwe “Ceylan Cemal – Hemalo /26/sal” (a ku di Hepsa “Maratê” de bendkirî û ji 7.6.2020an Z ve tevî malbata hevjînê xwe ji xelk Gundê “Rûta” li Taxa Eşrefiyê – Efrîn hatiye girtin).

– Li 21.3.2022an Z, hemwelatî “Bekir Emîn /32/sal – Malbata Xeyo” ji xelkê Gundê “Coqê” û li B. Efrînê rûdine, ji aliyê rêbenda cekdar li derbasgeha B.Efînê ya Bakur ve hate girtin -piştî vegera wî ji navenda “Şahiya Newrozê” ya Meydankê- û radestî “Istîxbaratên Turkiyê – N.Elsiyasiyê” hate kirin.

 Ji heftakê ve, hemwelatî “Îlham Ebid Elrehman Silêman /42/sal – Hevjîna Ebdo Hemîd” ji xelkê Bajaroka Reco, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, ji aliyê asayêşê ve hate girtin, û bo Hepsa “Maratê” – Efrîn hate rêkirin.

 Li şeva 20 ta 21an ji Avdara 2022an Z, ev hemwelatî “Xelîl Ehmed Şemo /30/sal, Umer Ezet Şeref /31/sal, Îsam Mihemed Şemo /35/sal, Basêl Mihemed Birîmo /31/sal, Ebdîn Behrî Şêxo /20/sal, Ciwan Zekeriye Kehlo /30/sal” ji xelkê Gundê “Şadêrê” – Şêrewa, ji aliyê “Asayêşa Leşkerî li Cindirêsê” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re hate girtin.

 Li 22.3.2022an Z, hemwelatiyên hevbira”Ednan /61/sal û Hesen /50/sal kurên Ebdo Şêxo” ji xelkê Gundê “Gemrûkê”- N.Mabeta, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, ji aliyê “Asayêşa Sivîl li Mabeta” ve hatin girtin, û piştî ferzkirina sezayeke diravî, li Efrînê hatin berdan; Divê bê zanîn ku berê jî li Havîna 2018an Z, “Hesen” /50/rojî di Hepsa “Çobanbegê – Elra’î” de hatibû girtin, û wê hîngê merivên wî vêrgiyeke diravî ye mezin jî dan.

 Li 20.3.2022an Z, giropeke çekdar “Fîdan Ehmed Yazo /18/sal – a keç” ji xelkê Gundê “Çema” – N.Şera -yê ku Milîseyên “Firqit Melekşah” desteser dike- girt, û li roja din ew neçar kir ku bi diya xwe re baxive, da ku ji bo dandina vêrgiyeke diravî ye mezin di ber berdana wê de; Divê bi bîr were jî ku bavê keçikê ji dora şeş heyvan ve, ji aliyê “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” ve girtî ye, û herweha birayê wê “Zekî” jî berî demekê, dora heyv û nîvekê hate revandin.

= Qutkirina dar û daristanina:

– Li 17.3.2022an Z, dareke sindîganê ye temenmezin li Başûrê Gundê “Gemrûkê“- N. Mabeta -ye ji bo pîrozkirin û vehesê, û bi “Dara Miraza” dihate navdan- bi teqandina bombeyekê di koka wê de hate qulbandin, û li 23.3.2022an Z jî, ji aliyê “Fewaz Betûşî – serkêşekî Milîseyên Siqor Elşemal a ku gund desteser dike” ve, ji bo êzingkirinê hate qutkirin.

 Ji ber ku Çiyayê “Hawarê” cîgeheke erdnîgarî û xwezayî ye istiratîcîke di navêna herdu navçên Reco û Bilbilê de, wêlomê li Avdara 2018an Z, Artêşa Turkiyê Gundê “Çê” -yê ku li ser pesarê çiyê yê Bakur dikeve- dagîr kir, xelkê gund koçber kir, bargeheke leşkerî tê de çêkir, û Milîseyên “Artêşa Niştîmanî – Elceyş Elwetenî” filitandinê da ku ji herçar aliyan de daristanên wê yên xwezayî bibirin, û hin caran jî êgir berdinê. Ji ber wê jî rêjeya qirkirina daristanên wê di navboriya herçar salên borî de, gihîşte 90% – li gor jêderine xwecihî; Piraniya wê jî ji bo êzingkirin, çêkirina komirê û bazirganiyê bû; Hêjaye were zanîn jî ku Çiyayê Hawarê ciyê darên sindîgan û zeytûna bejayî bû, û herweha gencîneyeke wîrasî ji têvel cûreyên zeytûna û darên îhracê re bû.

Û bi veger ji wêneyine ku Gogêl Êrs girtine re (Reşmeha 2017an Z berî dagîrkirin û qutkirinê, Rezbera 2019an Z piştî dagîrkirin û qutkirinê) ji du cîgehên çiyê re (ya yekê /230/hiktar – Rojhilatê gund, a dudoyê jî /90/hiktar – Bakurê gund), bi zelalî diyar dibe çend û çiqasî ziyan gihîştine daristanên wan.

 

= Ferekirina Gundê “Besme” yê niştecîkirinê yê nimûneyî:

“Komela Destên Sipî – El’eyadî Elbeyda’i” ya ku ji “Komela Elşêx Ebdela Elnûrî ya karguzariyê – Elxeyriyê” – Elkiwêtiyê ve piştigirkirî, li 22.3.2022an Z, li ser rûpela xwe ya Fêsbokê ragîhand, ku ew ji vekirina asta dudiyê ji Gundê “Besme” re -/8/avahiyên nû yên ku ji /125/ perçemalên (şiqe yan malên avahiyên pirqatî) niştecîbûnê pêk tên- xwe amede dike,  Roja Sêşemê 29.3.2022an Z wê roja radestkirina bêtirî /600/ nişteciyên  anîndeyên ku sûde dîne re be li Efrînê, û di heman demê de jî karên avakirina /6/ avahiyên din ên nû berdewam e; Divê were bîranîn ku G.”Besme” yê niştecîkirinê yê nimûneyî -yê ku li Reşmeha 2021an dest pê bûye- li 4.10.2021an Z hate vekirin û /8 yekîneyên niştecîbûnê = 96 perçemal – herperçemalek jî 50 M çarkoşe/ digel mizgeft, dibistan, navendeke tenduristiyê û binevahiyeke tevahî li ser perçerdekî hemwelatî “Ziyad Hebîb” ji xelkê G.”Şadêrê” yê piraniya wan Êzdî – Şêrewa, li Cîgeha “Taqlekê – Geliyê Şadêrê” – Başûrê gund, û xwedî hatiye neçarkirin ku bifroşe.

Ew tev jî di pêvajoya siyaseteke Turkî de, ji bo çespandin û kûrkirina guhertina demografî ye rêbazkirî ye, û bingehên serekîn jê re jî, koçberkirina zorane ji Kurdan re ji herêmên wan e, û li şûna wan niştecîkirina Ereb û Turkmanên ku ji herêmên ji hundir Sûriyê anîndin dane ye.

= Binpêkirinine din:

Li 22.3.2022an Z, yê ku bi “Sa’êr Ebû Ehmed” tê navdan û ji Çiyayê “Ezawiyê” – Idlib û serkêşê Milîseyên “Firqit Elhemzat” li Gundê “Bircebdalo” – Şêrewa dest danî ser mala Dilovanber “Behrî Hesen kurê Şahîn” – ê ku bi tenê radibû û rûdinişt li 5.3.2022an Z ji ber temenmeziniya xwe mirî; Rûbera malê dora /1000/M çarkoşe ye, û kelûpelên çar malbatan tê de bûn.

Herweha jî di heman gundî de, li 24.3.2022an Z, wî dest danî ser mala keça mêrnekirî û dilovanber “Kîbar Umer /35/sal” tevî tişmiştên tê de, piştî mirina wê bi rojekê; Divê bê zanîn ku keçik piştî mirina diya wê ya temenmezin du heyvan bi tenê rûdinişt.

 Bi ser hêlehûla ku piştî biryara dûrxistina “Mihemed Elcasêm – Ebû Emşe” – serkêşê Milîseyên “Firqit Elsultan Silêman Şah” ji aliyê “Komîta sezakirina rewayî” ve çêbûye, ta niha hîn ew li N.Şiyê dere û tê, bi şêwakî xwaza diçe Ezaz, Hewar Kilis, Girê Sipî û Turkiyê û vedigere, di nav “serkêşên Tevgera Sa’îron” de bi herdu serokên “Hemahengiyê” û “Hikometa Demkî” re dicive û di kişandina wêneyên bîranînî de jî beşdar dibe; Û ya jê qebhetir ku endamên wî li N.Şiyê tevliheviyê bi awakî mebestkirî belav dikin, xwediyên pêz ku di nav zeviyên zeytûna û erdên çandiniyê de biçêrînin, bi ser de jî her dere binpêkirin zêde dibin, jê yê ku bi “Mihdî Salêh El’ebadî” tê navdan – yek ji hevalên “Ebû Emşe” tevî giropa wî ya çekdar avête ser mala Hemwelatî “Arêf Bekir Heyder” li Gundê “Çeqela”, li yên tê de xistin, rûmet kêm kirin, û amûrên wan ên xilewî jê birin.

= Teqîna bombeyeke zemînî:

Li 17.3.2022an Z, Hemwelatî “Ebid Elah (Riyad) Xelîl Elo/45/sal” ji koçberên Bajaroka “Be’idîna” – N.Reco û herdu zaroyên wî “Îbrahîm /12/sal û Ayat /7/sal” kûr biríndar bûn, ji ber teqîna bombeyeke zemînî ji bermayên şer, li herêma penaberiyê “Gundê Babinisê – Bakurê Heleb”, li dema ku li nav zeviyên çandiniyê digeriyan, û pişt re bo Nexweşxana “Avrîn” li Navça “Fafînê” hatin şandin, û tê de hatin dermankirin.

= Encûmeneke êletî ye derewîn:

Li 20.3.2022an Z, “Elî Sîno” ji zayîna Gundê “Maseka” – N.Reco (yê ku piraniya jiyana xwe li Heleb qedandiye, girêdanine xwe bi Rêxistina “Birayên Misilman” re heye, bi ser Destlatên Dagîrkeriya Turkiyê ve ye, weke berpirsiyar ji keysyên Efrînê yên niha re hatiye binavkirin, û niha jî li Almaniya rûdine) li ser rûpela xwe ya Fêsbokê ragîhand, ku “Encûmena Êlên Kurd li Efrînê” ya ku ji şeş kesan bi navê êlên “Şikaka, Hevêdî, Reşwan, Biya, Şêxan, Amka” hate hibijartin û ew jî serokê wê ye; Ew jî hewildaneke ji hewildanên dagîrkeriyê yên ji bo çêkirina govdeyên siyasî û civakî yên pê ve girêdayî ta ku derewîn bin jî; Û baş zanin ku Herêma Efrînê bi pêşketina xwe ya civakî û zanistî naskirî ye, û ji dehsalan ve hevgirêdanên êletî daye piş xwe, û ev ton kesayetên hilbijartî bi ser Turkiyê ve ne, û nûnertiya tu beşên civakî ji xelkê Efrînê nakin.

Ta ku Efrîn herêmeke ne ewle ye, ji Turkiyê ve dagîrkirî ye, û Milîseyên “Artêşa Niştîmanî – Elceyş Elwetenî” gendeliyê tê de dikin, xelkê wê yên resen nikanin azad û rûmet bijîn, bûneyên xwe yên civakî û netewî û olî bi rengê guncaw û naskirî şa bibin, an jî mafên xwe yên xwezayî û zagonî bi dest bixin û bi kar bînin.

27.03.2022an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Maline roxandî li G.”Tirmûşa”.

– Şewatek li Daristana “Sifrî Dede” – G.”Tirmûşa”.

– Pakrewan “Ednan Ferîd Xelîl Mistefa, Mihemed Idrîs Zekî Hemo Qere Heso, Luqman Yûsêf Mistefa”.

– “Dara Miraza” piştî qulbandinê – G.”Gemrûkê”.

– Du cîgehên li daristanên Çiyayê “Hawarê” li (Reşmeha 2017an Z berî dagîrkirin û qutkirinê, Rezbera 2019an Z piştî dagîrkirin û qutkirinê).

– G.”Besme” yê niştecîkirinê yê nimûneyî, “Şadêrê” – Şêrewa.

——————————————————————

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (184)

Bixwîne: EFRÎN di bin Dagirkerîyê de (183)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (181)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (185)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (187)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (188)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (189)

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-191-27-03-2022– PDF

yekdem.net

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin