Efrîn di bin dagîrkeriyê de (185)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (185)

.

A+A-

Ta niha Hikometa Anqerê û Hemahengiya Sûrî – Ixwanî virûvûtan dikin û dibêjin Herêma Efrînê aram e, bi ser ku kiryarên rojane ji binpêkirin, tewan, tunebûna aştî û aramiyê û pevçûnên milîseyan berdewamkirî ne. Emê jê van belge bikin:

= G. “Keferzîtê”:

“G.”Keferzîtê”.”

Gundê “Keferzîtê” – desteserkirina li ser malmewalan û qutkirina daran, girtinên bêsûcane, pevçûnin di navêna “Ehrar Elşam” û “Elhemzat” de, wêrankirina daristaneke xwezayî

Bi navça Navenda Efrînê ve girêdayî ye, /13/KM jê dûr e, ji dora /175/malî pêkhatî ye, dora /1200/nişte ji nişteciyên Kurd ên Êzdî û Misilman tê de bûn, di dema dijberiya ser herêmê de tev penaber bûn, dora 90% jê vegerîn, û dora /1000/ nişte ji anîndeyan -perwerdekerê pêz û dewêr û piranî di konan de li dor gund- tê de hatin niştecîkirin.

Milîseyên “Firqit Elhemzat” gund desteser kirin, û herdu Vêlên “Ebdo Xilo” û “Elî Şan” kirin biryargehên leşkerî,  dest danîn ser malên  hêmwelatiyên ku ne li gund tevî tiştmiştên tê de, û ji malên din jî xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, alav û amûrên elektirîkê û hin tiştên din dizîn, herweha jî dizîna guheztok (tirans) û keblên toreya elektirîkê ya giştî, keblên voltaca bilind ên ji çateriya Gundê “Tilifê” yê hevcîwar de dirêjkirî, keblên toreya telîfûna zemînî tevî kebla wê ya serekîn a ku ji heman çateriyê de dirêjkirî, û hejmarek ji otombîl û tirektorên çandiniyê – yên ku hatin vegerandin piştî dandina xwediyan ji vêrgiyên diravî re. Û bûyerên dizîna malmewalên nişteciyên resen ta roja îro dubare dibin.

“Avahiya guvêşgeha zeytûna ya “Ebdo Xilo” a desteserkirî – G. “Keferzîtê”.”

Û weha jî wan dest danîn ser avahiyên herdu guvêşgehên zeytûna yên “Dilovanber Osman Isma’îl” û “Ebdo Xilo”, Sûtemengeha (kaziya) “Elî Şan” li Bajarê Efrînê, û dora /7/hezar darên zeytûnê yên malbatên “Xilo, Şan, Gulê Xeyrî…HWD”, vêrgiyên têkel li ser werzên (mûsim) zeytûna yên nişteciyên mane ferz kirin, û bi ser de jî dizîna zeytûna.

Weha jî ji bo êzingkirin û bazirganiyê bihezaran darên zeytûnê û dora /50/ darên çinarê -yên ku weke zaretgeh û ciyên geştiyariyê bûn- bi rengekî hovane û bêwijdan qut kirin; Û çêrandina bêwijdan ji keriyên pêz re jî di nav zeviyên zeytûna û erdên çandiniyê de heye, bê ku tu kes wêribe qedexe bike yan li dijî perwerdekeran gilî bike, û di vî warî de wek nimûne temenmezin “Elî Hiso/70/sal” carekê rastî lêdaneke mekin û kêmrûmetkirinê hat, ji ber ku li ser çêrandina pêz di nav zeviyê wî de nerazîbûna xwe xuya kir.

Xelkê gund jî rastî cûrbecûr binpêkirinan hatin, mîna revandin û girtinên bêsûcane, işkencekirin, rûmetdaxistin, peresitandin û hin tiştên din, û bi tewanbariyên çêkirî bidehan hatin girtin tevî ferzkirina baceyên diravî, û wek nimûne: Ji navîna sala 2018an ve û ta niha hemwelatî “Ebid Elrehman Mihemed /40/sal” zorane veşrtî û çarenûs wendayî ye.

= Girtinên bêsûcane:

Destlatên Dagîrkeriyê ev girtin:

– Ji sê heftan ve ev hemwelatî “Edîb Mihemed Şeref/45/sal, Kemal Elî Hebîb/42/sal û Ehmed Hemîd Hebîb /43/sal” ji xelkê Gundê “Şadêrê” – Şêrewa, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Cindirêsê” ve, û piştî çar rojan ji girtinê yê dawiyê berdan, û herdiwên mayîn jî li 31.1.2022an Z, piştî îşkencekirinê; Û di heman demê de jî, Milîseyên “Feyleq Elşam” hemwelatî “Mihdîn Koco/45/sal” ji heman gundî revandin, di hepsa xwe ya taybet li Gundê “Îska” yê hevcîwar de -tevî Pîkaba wî ya Honday- bend kirin, û ta niha çarenûsa wî ne diyar e.

 Li 31.1.2022an Z, hemwelatî “Mihemed Hesen Hemreş/40/sal” ji xelkê Gundê “Etmana” – Navça Reco li Bajarê Efrînê, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” ve, piştî ku wî daxwaza kiriya mala birayê xwe li Taxa Eşrefiyê ji desteserkiriyekî kir, û wî jî bi tewanbariya girêdanê bi Partiya Yekîtî ya Demokrat (P.Y.D) re giliyek lê vekir, û piştî çar rojan hate berdan.

 Li 7.2.2022an Z, hemwelatî “Fexrî Şêxo Qenber/50/sal” ji xelkê Gundê “Gemrûkê” û hemwelatî “Menan Se’îd Şêx Seydî /48/sal” ji xelkê Gundê “Şêxûtka” – Navça Mabeta, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Mabeta” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, û herdu birin Efrînê, û piştî ferzkirina /1200/ PT li ser her yekî ji wan li 10.2.2022an Z hatin berdan.

 Li 8.2.2022an Z, ev hemwelatî “Ehmed Mistefa kurê Ce’ifer /54/sal” û “Kemal Ce’ifer kurê Reşîd /48/sal” ji xelkê Gundê “Qota” – Navça Bilbilê, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Bilbilê” ve, bi tewanbariya têkeliyê bi R.X a berê re, û ta niha çarenûsa wan ne xuya ye.

= Bêserûberî û serberdayetî:

Li 12.2.2022an piştî nîvro, di navêna Milîseyên “Ehrar Elşerqiyê” û “Firqit Elhemzat” de, li Gundê “Gewrika” û derdora Gundên “Feqîra” û “Çolaqa” – N.Cindirêsê, bi sedema nelihevkirinê li ser çarçewa bandoriyê û tiştmiştên dizînê, pevçûnina rûdan, û di encamê de, endamin ji herdu aliyan hatin kuştin û birîndarkirin,  hersê gund hatin dorpêçkirin, û tirs kete nav xelkê; Û ta niha gizgizî li dar e, xelk hate hişyarkirin ku ji malên xwe dernekevin, û hin milîseyên din jî ji bo piştgiriya herdu aliyan ketine tevgerê.

= Wêrankirina daristanan:

Bi beramberkirina du wêneyên  ku ji aliyê Gogêl Êrs ve ji daristaneke xwezayî re ye ku bi bergeha /60/hiktarî- Bakur Rojhilatê Gundê “Tetera” – Navça Cindirêsê li (Rezbera sala 2017an Z berî dagîrkeriyê û qutkirinê, Tebaxa 2020an piştî dagîrkeriyê û qutkirinê) hatiye kişandin, bi ser de jî qurkirina berdewam a ji dora du sal û nîvan ve û ta roja îro, û li gor nûçeyên xwecihî, diyar dibe ku ew daristan ji aliyê milîseyên bi ser Turkiyê ve, ji bo êzingkirin, çêkirina komirê û bazirganiyê, bi tevahî û temamî hatiye wêrankirin û qirkirin.

“Du wêneyên daristaneke xwezayî, Bakur Rojhilatê G. “Tetera” – N.Cindirêsê  (Rezbera sala 2017an Z berî dagîrkeriyê û qutkirinê, Tebaxa 2020an Z piştî dagîrkeriyê û qutkirinê).”

Ew kiryar û heyînên te’il deriyan li pêş vegereke xwebexş û aram ji koçberên Efrînê re digre, û zextê jî li ser nişteciyên resen ên mane jî dike, da ku zorane koçber bibin.

13.02.2022an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– G.”Keferzîtê”.

– Avahiya guvêşgeha zeytûna ya “Ebdo Xilo” a desteserkirî – G. “Keferzîtê”.

– Du wêneyên daristaneke xwezayî, Bakur Rojhilatê G. “Tetera” – N.Cindirêsê  (Rezbera sala 2017an Z berî dagîrkeriyê û qutkirinê, Tebaxa 2020an Z piştî dagîrkeriyê û qutkirinê).

————————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-185-13-02-2022– PDF

Malpera Fermî: www.yek-dem.net , Êmail: [email protected]

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (184)

Bixwîne: EFRÎN di bin Dagirkerîyê de (183)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (181)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin