Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 8 kes revandin

Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 8 kes revandin

.

A+A-

Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin bi armanca standina fidyê, 8 welatiyên Efrîn revandin.


 Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin bi armanca standina fidyê, 8 welatiyên Efrînê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên grûpa Cebhe El-Şaniyê roja 25 û 29 vê mehê bi ser gundê Mîrka yê navçeya Mabeta de girt û bi armanca standina fidyê, 6 kes revandin. Di nava revandiyan de jî jinek heye.

Wê rêxistina navên kesên hatine revandin belav kirin: Amir Mihemed Henan Hiso û hevjîna wî Leyla Cafer û kurê wan Mihemed Amir Hiso, Xemgîn Mihemed Hemalîko, Hesen Mihemed Hemalîko, Silêman Mihemed Reşad Hemo.

Ev di demekê de ye, çekdarên grûpa El-hemzat di rojên 22 û 23 vê mehê de zêdetir ji 30 kesî ji gundê navçeyên Mabeta revandin. Hin ji wan hatine berdan û çarenivîsa beşekê jî ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirova li Efrînê da zanîn jî, grûpa Polîsa Leşkerî jî roja 28ê vê mehê ciwanê 17 salî bi navê Ebdulrehman Qadî li bajarê Efrînê revand.

Di heman roja 28.12. 2020an de jî, Polîsa Leşkerî Şêxê Eşîra Bobene ya ereb bi tometa ku pêwendiya wî bi Rêveberiya Xweser re heye revand û heta niha çarenivîsa wî jî ne diyar e.

Ji destpêka dagîrkirina herêma Efrînê di Adar 2018an artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve siyasetên kuştin û revandina welatiyan, destdanîna ser mal û milkên kurdan û guhertina demografîk dimeşînin, ew jî bi riya xistina zor û zextê li ser xelkê Efrînê yê resen ên kurd, ji bo ku dest ji xaka xwe berdin û koçber bibin.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin