Efrîn.. Çekdaran 21 welatiyên Efrînê revandin

Efrîn.. Çekdaran 21 welatiyên Efrînê revandin

.

A+A-

Grûpên çekdar ên Tirkiye piştevaniya wan dike, bi hincetên cuda û standina fidyê, 21 welatiyên Efrînê revandine. Kesên revandî jî rastî eşkenceyên hovane tên. 

Grûpên çekdar ên Tirkiye piştevaniya wan dike, bi hincetên cuda û standina fidyê, 21 welatiyên Efrînê revandine. Kesên revandî jî rastî eşkenceyên hovane tên.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên grûpa Silêman Şah (Emşat) ji duh ve gundê Kaxirê yê navçeya Mabeta xistiye dorpêçeke tund û bi hinceta ku otomobîla çekdarekî wî grûpê hatiye şewitandin, 16 welatiyên kurd revandine û eşkence didin.

Li gor zanyariyên wê rêxistinê, Ji ber ku rewşa 2 kesan di bin eşkenceyê de gelekî xirap bûye, çekdaran ew avêtine pêş deriyên malên wan û 14 kesên din jî çarenivîsa wan ne diyar e.

Kesên hatine revandin navên wan wiha me: Mistefa Fayiq Mistefa, Semîr Fayiq Mistefa, Ebdulrehman Fayiq Mistefa, Fehmî Elî Ebo, Welat Elî Ebo, Rifaî Îso Îso, Rênas Mihemed Hiso, Nezmî Mihemed Hemreşo, Mihemed Fewazî Mihemed, Rizgar Mihemed Mihemed, Arif Riyad Cabo, Mihemed Nezmî Naso, Hemîd Ehmed Xelîl, Fayiq Îso, Şiyar Cemîl Ebo, Canî Ehmed Xelîl.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di rapoteke din de jî belav kir, li bajarokê Cindirêsê keçeke 26 salî ya bi navê Xalîde Hesen Henan ji roja 23ê vê mehê ve ji aliyê grûpeke çekdar ve hetiye revandin û heta niha çarenivîsa wê ne diyar e.

Li gundê Kefer Zîtê yê navçeya Cindirêsê, grûpa El-Hemzat roja 20ê vê mehê kesekî bi navê Ebdulhey Hesen revandiye û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Heman grûpa El-Hemzat ji roja 19ê vê mehê kesekî bi navê Husên Şukrî Osman ji gundê Miskê yê navçeya Cindirêsê revandiye û hat niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Çekdarên grûpa El-Hemzat ji roja 15ê vê mehê ve kesekî bi navê Mihemed Izet Mihemed û kurê wî yê bi navê Şêx tê nasîn revandine û çarenivîsa wan jî ne diyar e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin