EFRÎN/ Çekdaran 13 sivîl rewandin

EFRÎN/ Çekdaran 13 sivîl rewandin

Çekdarên grûpên opozisyona Sûriyê yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, li her du bajarokên Şêrawa û Raco 13 welatiyên sivîl ên Kurd girtin û ber bi cihekî nediyar ve birine.

A+A-

Li bajarokê Şêrawa 9 sivîl hatin revandin

 

Li gor Rûdawê çavkaniyên xwecehî ji nahiyeya Şêrawa ya Efrînê ve ragihandin, çekdarên opozisyonê bi ser gundê Beiyê de girtin û 9 sivîl desteser kirin û ji bo cîhekî ne veguhestin.

 

Heman çavkanî dibêjin, niha çekdarên opozisyonê li hember azadkirina wan welatiyên sivîl daxwaza pereyan ji malbatên wan revandiyan dikin.

 

Li Raco jî 4 welatî hatin revandin

 

Herwiha roja derbasbûyî jî çekdarên opozisyonê li bajarokê Raco yê girêdayî herêma Efrînê ve çend welatî girtin.

 

Li gorî çend çavkaniyên xwecihî yên ji Efrînê ve, çekdarên gurupên opozisyonê bi ser gundê Miskê yê ser bi bajarokê Raco ve girtin û 4 welatî yên xelkê wî gundî girtin û ew ber bi cihekî nediyar ve birin.

 

Herweha berî 2 rojan jî li gundê Sariya yê ser bi bajarokê Mabata ya Efrînê ve jî, gurûpên çekdar bi zorê derbasî nav malên welatiyan bibûn û hejmarek mal û kargeh şewitandibûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin