Efrîn; 65 mamosteyên Kurd ji karê xwe hatine dûrxistin

Efrîn; 65 mamosteyên Kurd ji karê xwe hatine dûrxistin

.

A+A-

Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn ragihandiye, ji dema dagîrkirina Efrînê ve heta niha zêdetir ji 65 mamosteyên Kurd ji karê xwe hatine dûrxistin.

Zanyariyên ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn ve hatine ragihandin, diyar dikin ku ji 18 Adara 2018an ve heta niha, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar bêhtir ji 65 mamosteyên Kurd ji karê wan li dibistanên Herêma Efrînê dûr xistine.

Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn daye xuyakirin jî, hejmarek mamosteyên Kurd li Efrînê neçar bûne di jêr serdestiya grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de dest ji mamostetiyê berdin.

Li gorî heman zanyariyan, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar, li şûna mamosteyên Kurd ên xelkên Efrînê, kesên koçberên hawirdekirî danîne, ku gelek ji wan bawernameyên wan ên fermî jî nînin.

Di heman çarçoveyê de, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar, roja yekşema bihorî, perwerde li dibistana Narîn a Kurdên Êzîdî rawestandin, ew jî bi behaneya ku ew dibistan hizrên dijberî ola Îslamê belav dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin