”Ebadî nikare biryarê li ser Kerkûkê bide”

”Ebadî nikare biryarê li ser Kerkûkê bide”

Berdevkê YNKê dibêje, gef li ser Kerkûk hene. Ew hêzên li Kerkûkê ne, li dijî destûra Iraqê ye û tenê ji bo dirustkirina aloziyê li bajaran.

A+A-

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Seid Ehmed Pîrê li ser helwesta Heyder Ebadî a li ser Kerkûkê, ji rojnamevanan re ragihand; ”Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî nikare biryarê li ser Kerkûkê bide, ji ber pêwendiya pirsê bi destûra Iraqê heye.

Saîd Pîrê da zanîn, YNKê bi PDKê re biryar daye ku komîteyekê pêk bînin, ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê.

Pîrê got gef li ser Kerkûkê hene, ne tenê ji bo Kurdistaniyan, herweha ji bo Iraqê jî. Ew hêzên li wir bicîbûne aloziyan di nava Kerkûkê derdixin û li dijî destûrê kar dikin.

Di du rojên dawî de şandeyek ji 4 aliyên siyasî yên Iraqî bo pêkanîna mezintirîn koma parlemantoya Iraqê serdana Herêma Kurdistanê kiribûn û ligel PDK û YNKê civiya bû.

Piştî wan civînan jî, parlemanterekî Hevpeymaniya Saîrûn aşkere kir, nakokiyên wan ên bi Kurd re li ser Kerkûkê û pirsa vegera Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bûne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin