DYAyê li dijî 10 kes û 50 sazîyên Îranî mueyideyên nû ragihandiye

DYAyê li dijî 10 kes û 50 sazîyên Îranî mueyideyên nû ragihandiye

.

A+A-

Washingtonê weqfa rêberê olî yê Îranê Ayetullah Alî Xamaneyî, xistie nav lîsteya reş û li dijî wezîrê îstixbarata Îranê jî tole dîyar kiriye.

Wezareta Xezîneyê ya DYAyê li dijî Îranê toleyên nû yên berfireh ragihandiye.

Washingtonê weqfa rêberê olî yê Îranê Ayetullah Alî Xamaneyî, xistie nav lîsteya reş û li dijî wezîrê îstixbarata Îranê jî tole dîyar kiriye.

Li gor nûçeya başa kurdî ya Dengê Amerîkayê, Steven Mnuchin, Wezîrê Xezîneyê yê DYAyê derbarê dîyarkirina toleyan de daxuyaniyek daye û wiha gotiye:

"Amerîka dê armanckirina xwe ya karbidestên sereke yên ku karanîna zordestîya li ser gelê xwe didomînin berdevam bike." 

Wezaretê dîyar kiriye ku wan sazîya Bonyad Mustazafan û Weqfa Bindestan, ku ji hêla Xamaneyî ve tê kontrol kirin, xistine nav lîsteya reş.

Hevdem, bi toleyan 10 kes û 50 sazîyên ku bi weqfê re têkildar in û di warê enerjî, maden û karûbarên darayî jî dixebitin, hatine armanc kirin.

Li gor toleyan, hemî milk û diravên kes û sazîyên nava lîsteya toleyan, hatine cemidandin û bi giştî qedexe kiriye ku amerîkî bi wan re bazirganîyê bikin.

Ragihandina toleyan, beşeke sîyaseta rêvebirîya Serok Trumpî ya xurtkirina givaştinên li ser Îranê hatine dîtin.

Hejayî bibîrxistinêye ku ragihandina van toleyên nû tenê du meh berî dawîbûna seroktîya Trumpî pêk hatine. (FD)

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin