Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Du Roj, Du Serokên Giştî

A+A-

Hilbijartin bi dawî bû.

 Ji bo spasî û nirxandina encamên hilbijartinê tevî Serokê PAKê rêzdar Mustafa Özçelik û Serokê PSKê rêzdar Mesud Tek ji Diyarbekirê rêwitiya me destpêkir.

 Roja ewilî em li Qoserê, roja din jî li Batmanê bûn.

 Roja em çûn Qoserê biharê bi her awayî rengê xwe nişanî mirovan dida.

Sohbeta di nav erebê de di bin bandora tirêjên biharê de mirovan dibir dinya xeyalan.

 Du Serokên Giştî, ez û kek Feyaz. Ekmen

 Rêwitiyek, sohbetek pir xweş bû.

 Di seyahata me de hemû têgehên xweşî, hevaltî û dostaniyê hebûn.

 Şîrove, nirxandin, henek û pêkeninên di erebeyê de nişan dida ku em ne "sisê û yek’’ em wek wucudek bûn.

Li ser rêya Qoserê dîmenek pir xweş hebû! 

Keska biharê çiya û erd xemilandibû. 

Rewşa li derve hizurek dida giyanê mirovan. 

Li ser rê zarokên 10-12 salî di destê wan de kîsikên fêkiyên biharê. Ji bo firotanê kîsikên xwe nişanî erebeyên li ber wan diçûn û dihatin dikirin.

 Hawa pir xweş bû!

 Tîrejên rojê canê mirovan sist dikir û mirov mest dibû.

 Welatê me çiqas xweş e.

 Di bin bandora rengrengiya keska li derve di nav erebê de rêzdar Mesud Tek behsa diyalogek rêzdaran kak Mesud Barzanî û mam Celal Talabanî dikir.

 Rêzdar Mam Celal: "Kak Mesûd mêzeke bihar hatiye welatê me her der kesk e."

 Rêzdar Kak Mesûd Barzanî bersivê dide wî: "Meraq neke Mam Celal di payizê de jî her der zer dibe".

 Kenekî bi me girt. 

 Di erebeyê de estetîk, mîzah, fikirandin di asta bilind de bû.

Pirs, axaftin û nirxandinên di civîna Qoserê de hêvîya xeta sêyem xurtir dikir.

Bendewarîyek ji her du serokan hebû.

 Herdû serok di axaftin û bersîvên pirsan de kultirek nû anîne siyasetê.

 Tevî du bernamên cuda, wek partîyekê hereket kirin.

 Roja din me berê xwe da Batmanê

Dîsa herdû serok, kek Feyaz û ez... Rengê ewr û hêşînaya li derve çavê mirovan ber bi çiyayên stara neheqiyan dibir.

 Rojek pir xweş bû. 

 Bihar hatibû Batmanê jî.

 Li ser rê barîqat û konrolên dewletê hebûn.

 Em ji nav reng rengiya Bismilê derbasbûn û li ser rê bilindiya çiyayên Sasonê û deşta xerzan...

 Dîmenek bê hempa bû!

 Wek demsal bihar mizgînîyekê nişanî mirovan dide. 

 Lê rastîyek heye bedewîya bihara li Kurdistanê naşibe ya tu welatan.

 Kek Feyaz dengê muzîka Kawis Axa vekirîye!

 Ez di nav erebeyê de li rengê kesk û zerê digerim. Hûn rastiyê bixwazin ez rastî keska biharê û zera payizê nebûm. 

 Ev yeka nîşana demokrasî û nûjeniyê ye. 

 Di erebeya me de harmonîya rengan hebû.

 Siyaset bi gotineka din mecbûriyet e. 

 Bi gotina kek Mustafa Özçelik "li Başûrê Kurdistanê kesk û zer li gel hemû nexweşîyan jî heta îro bi hev re ev deskeftin bidest xistine û herdû alî divê bi hevûdin re bixebitin. Ev jî rastîyeke me ye. Ya girîng berjewendîyên netewî û nîştimanî ne. Hemû fedekarî jî ji ber vê yekê têne kirin".

 Wexta em gîhan Batmanê hazirîyeke baş hebû.

 Çapemenîya Batmanê eleqeyeke mezin nişanî civîna du serokan da.

Batmanîyên hêja, Kek Feyaz nas kiribûn, jê hez kiribûn lê bi mesajên xwe ve gotibûn ‘’nuha ka bisekine, lê rêya te vekiriye’’.

 Di vegerê de atmosfer û sohbetek pir germ hebû.  

 Ahenga di navbena her du serokan nîşana xurtbûyina xeta sêyemîn e.

 Siyaset, sebir, tehamul û xebat e.

 Berî hilbijartinan jî şansê min î şopandina du serokên giştî û xebata kadroyên herdû partîyan û kesayetên serbixwe çêbûn.

Tifaq, hevkarî û pêkve xabata wan ne weke kesayet û partîyên cuda, bi her awayî wek partîyekê xebata xwe didomandin. 

Di xebata hilbijartinan de keda herkesî hebû. 

 Li alîyekî fedakarîya namzetan, fedakarîya jin û kadroyan, li alîyê din jî du Serokên Giştî...

 Rengek, dengek û rêbazek nû anîn siyasetê.

 Hat dîtin ku têkoşîna nûjen û pratîk mirovan ji tengfikirandinê bi dûr dixîne.

 Riya wan/me vekirîye!

02.05.2019.

Önceki ve Sonraki Yazılar