Dr. Silêman li gundê xwe bi alaya Kurdistanê hat oxirkirin!

Dr. Silêman li gundê xwe bi alaya Kurdistanê hat oxirkirin!

Di merasimê de alaya Kurdistanê hat bilindkirin, posterên wî li her derê gund hatin dalqandin; ji bakurê Kurdistanê nûnerên partîyên sîyasî û gelek welatperwer bêşdarî definkirinê bûn

A+A-

Seîd Çurukkaya ku bi nave Dr. Silêman dihê naskirin îro (8.11.2016) li gundê Çilkanîyê bajarê Çewlikê/Bingolê bi alaya Kurdistanê bi kitlewî li goristana gund li tenişta gorna du birayên xwe bi axê hat spartin.

Di merasimê de alaya Kurdistanê hat bilindkirin, posterên wî li her derê gund hatin dalqandin; ji bakurê Kurdistanê nûnerên partîyên sîyasî û gelek welatperwer bêşdarî definkirinê bûn.

Dr. Silêman di 26ê Cotmeha 2016ê de li gundê Tîsxiraba Mezin a navçeya Başîka li Başûrê Kurdistanê di cepheya Şerê Musilê de di dema pûçkirina mayina ku ji alîyê DAIŞê ve hatibû danîn, bombe pê ve teqiya bû û bi giranî birîndar bû û di 30ê Cotmeha 2016 de li Almanyayê şehîd ketibû.

Di 5ê Mijdarê de li bajarê Bremen a Almanyayê ji bona wî merasimekê hatibû li darxistin û di 6ê Mijdarê de li Hewlerê li Başûrê Kurdistanê bi merasîmekê leşkerî hatibû pêşwazîkirin û piştre bo Bakurê Kurdistanê hatibû birêkirin.

Li bakurê Kurdistanê li Silopîyê piştî otopsîyê termê şehîd Dr. Silêman di 7ê Mijdara 2016, gihîşt gundê Çilkanî yê bajarê Çewligê yê Bakurê Kurdistanê. Heta Cenazeyê wî ji Silopîyê birine Çewlikê hêzên emnî yên dewleta Tirk gelek astengî derxistin.

Li gor nûçegîhanê Rûdawê Maşallah Dekak “Termê şehîd Dr. Silêman ji aliyê welatiyên, xizim, dost û kesûkarên wî ve bi dirûşmên Şehîd Namirin û bi Alayên Kurdistanê û bi rihekî netewî hatîye pêşwazîkirin.”

Seîd Çurukaya yan Dr. Silêman, ji Bakurê Kurdistanê ji gundê Çilkanî yê Çewlikê ye. 1968ê de hatîye dinyayê. Di sala 1989an de li Zanîngeya Çukurovayê dest ji Fakulteya Tibê ber dide û tevlî gerîlayan PKKê dibe. Di nava PKKê de bi navê Dr. Silêman tê nasîn û dibe Endamê Komîteya Navendî û Fermandariya eyalet û herêmî pêk tîne.

Di sala 2000î de dev PKKê berdide di eynî salê de li gel komekê ku ji PKKê veqetiyan xwe wekî ”Înîsîyatîfa Azadiyê” binav dikin. Lê koma wan berdewam nake.

Li Almanyayê bi cî dibe û dibe hevwelatîyê Almanyayê. Dema ku DAIŞê di sala 2014ê de êrişî Şengalê dike ew bi dilxwazî diçe Başûrê Kurdistanê û tevli refên Hêza Pêşmerge dibe. Bi navê ”Fermandarîya Hêza Agriyê” grûbekê ava dike û dibe fermandarê grûbê.

Wek peşmergeyekî dilxwaz û şehîdketina wî ya li başûrê Kurdistanê di cepheyê şerê azadkirina Musûlê ji DAIŞê di çar perçeyên Kurdistanê de û di nav kurdên dîyasporê de bi heyranî hat pêşewazîkirin û bi qehremanî hat pesinkirin.

14900597_706896052793591_6508293508628584133_n.jpg14907092_1781879675394789_5403593080361397502_n.jpgcwpyqquxaaajlcl.jpg

ckaya.jpg

kaya_1.jpg

25.jpg

seid-dr.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin