Dr. Qasimlo li Parîsê û Stockholmê hat bibîranîn

Dr. Qasimlo li Parîsê û Stockholmê hat bibîranîn

Di 13ê tîrmeha 2017an de, li goristana Père Lachaise a Parisê, bi sedema 28emîn salvegera șehîdbûna Dr. Ebdurahman Qasimlo, PDK-Î, bi piștgiriya rêxistin û partiyên Kurdistanî kombuneke bîranînê li ser gora șehîdê nemir pêk anî.

A+A-

Di 13ê tîrmeha 2017an de, li goristana  Père Lachaise a Parisê, bi sedema 28emîn salvegera șehîdbûna Dr. Ebdurahman Qasimlo, PDK-Î, bi piștgiriya rêxistin û partiyên Kurdistanî kombuneke bîranînê li ser gora șehîdê nemir pêk anî. Di vê kombûnê de, li gel kadr û endamên PDK-Î nûnerên partî û rêxistinên Kurdistanî û kesayetiyên serbixwe yên li Parîsê amede bûn.

Kombûnê bi sirûda neteweyî Ey Reqîb û deqeyek rêzgirtin ji bo șehîdên Kurdistanê dest pê kir. Nûnerê PDK-Î, bi gotareke dûr û dirêj bahsa kesayetî û têkoșîna șehîdê nemir Dr. Ebdurahman Qasimlo kir û nûnerên partiyan jî bi mesajên xwe xemgîniya xwe diyar kirin.

Hêjayî gotinê ye ku heyeta PAKê jî weke hemî amadebûyan bi ala Kurdistanê di vê civînê de amade bû û destegulek danî ser gora șehîdê nemir Dr. Ebdurahaman Qasimlo û hevalên wî.

qasimli-stock.jpg

kas.jpg

 

Stockholm 2017-07-15

Li paytexta Swêdê Stockholm 28emîn salvegera Dr. Abdulrehman Qasimlo û hevalên wî hatin bi bîranîn.

PDKI/ komiteya Swêdê bîranîna Dr. Qasimlo bi merasîmek girseyî amade kiribûn. Merasimê bi sirûda kurdistanê Ey raqib û rêzgirtin ji bo cangoriyên Kurdistanê destpêkir.

Di merasimê de, gelek axaftin hatin kirin. Kesên ku Dr.  Qasimlo re ji nêz de nasdikirin ked û xebata wî anîn ziman. Yek ji wan kesan jî Rojnamevan û fotograf Nikolas Maistrovic bû.  Maistrovic behsa hevdîtina xwe ya li ser navê TV ya Swêdê li baregeha KDP-Î ya li ser sînorê Îran û Iraqê bi Dr Qasimlo re pêk anîbû, kir. Wî got ”ev cara yekem bû ez serpereştekî  hewqes entelektuel, zimanzan û stratej yê eskerî rast dihatim. Min fam kir ku dijminê gelê kurd vî mirovê ewqes jîr, metirsiyek mezin dibînin û ew sax nahêlin. Kuştina Dr. Qasimlo ne tenê ji bo kurdên rojhilat lê belê ji bo hemû Kurdistanê xesarek pir mezin bû”

Di nav mêvanan de gelek berpirsên partiyan, dezgehên Kurdîstanî û kesayetên navdar hebûn. PAK-Swêd jî bi weftek beşdarî bîranînê bû. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin