Dr. Fikret Yildiz: Ew ziman û çand bêxwedî ye û di devî gur de ye!

Dr. Fikret Yildiz: Ew ziman û çand bêxwedî ye û di devî gur de ye!

Li gel Dr. Fikret, di derbarê romana wî ya „Li Benda Keskesorê” de, Kurdên Anatolî û kovara „Bîrnebûn“ ê de, sohbetek.

A+A-

Hevpeyvîn: Seyîdxan Kurij

 

Seyîdxan Kurij: Tu dikarî ji bo xwendewanên me xwe bidî nasandin?

 

Dr Fikret Yildiz (Dr Mikaîlî): Sêrida ji te û kovara VATE ra ji bo vê roportajê pir spas dikim.

Ez ji malbateka kurdên Anatolya navîn, Bajaroka Polatli- Enqerê me. Ji gundî Mikaila me. Navê gund, ji navê êla me tê, bi tirkî nave xwe Înler e.

Em 10 xang û bira bûn, jê 4 law, 6 keç in. Berê li gund, di her malekê da 9-10 zaro hebûn.

Kalên me di dema Osmanîyan da li medresan xwendine û bavê min jî em şandine xwendinê.

Piştî avabûyîna komara Tirkîyê, di sala 1926an da li gundî me Dibistana Serata ji hêla bavê dîya min, kalê min H. Yusuf da vebûye û ew bi xwe merivekî oldar bûye, le wî cara yekê keça xu, yanî diya min jî sandîye mektebê. Li gund di nav jinan da, tenê dîya min dikarî bixwûne û binîvsîne. Me pir tişt ji wê hukirin, hîn bûn.

Ji ber wê ez jî li mektebê hertim bi serdiketim.

Piştî qedandina lisê min Fakulta Tibbê qezenc kir û pêşta li Erzurum û dû ra li Îzmir ê Tip xelaskir û bûm hekîm.

Di sala 1989an da ji bo ihtisasê hatim Elmanya û li bajarê Duisburg îhtisasa, Jinekolojiyê kir û bûm pisporê Jinekolojiyê.

Nika li Duisburgê muayenexana min heye. Dû ra bi keçeka kurmancên Bala- Ankara yê va zewicîm û em bûn xadîye 2 lawan.

Berzan Mikailî û Mîran Mikailî

Bi wana serbilind im. Mi bi zanetî nave êla me jî li wan herdûyan kir. Ji bo ku ew nav wenda nebe, ji holê ra nebe!

dfikretez1.jpg

Seyîdxan Kurij: Tu di şartên çawa de, di bin tesîra kulturekê çawa de mezin buyi?

 

Dr Fikret Yildiz (Dr Mikaîlî): Ez ji malbateka mezin, xwenda û dindar têm.

Li gundê me ziman tenê kurmancî bû,eger kesek bi tirkî dengkira qerfe xu pê dikirin.

Jin û mêrên pîr û kal li şeva di mala da çîrok û meselan digotin. Lîstike me li nav gund gî bi kurmancî bûn. Di dawatan da kilam bi kurmanckî diavêtin ber hev û pê govend digerandin.

Maltêtik hebûn, navê lîstika gî bi kurmancî bûn. Navê deran, çîya û banuyan gî bi kurmancî bûn.

Yane heyat bi her awayî kurdî bû.

Ez hertim ji bo kurmancîtî û kurdîtîya xwe hessas bûm. Hîn ku ez di 1970î da bo Ortaokul (Dibistana Navîn) hatim Polatlî yê, mi dî ku em û yên li bajêr, yanê Tirk ne weka hev in .Wê gavê male kurmanca li bajêr kêm bûn, hindik bûn.

Zaroyên Tirka qerfe xu bi me dikirin, bi me dikenîyan. Digotin; Kuyruklu Kürt!, Pis Kürt, Kirro!

Le me jî tim boça xu radikir,li hember wana berxu duda. Pir cara me li hevdixist.

Ku tirkek dihat gund, me jî qerfe xwe bi wana dikirin, ew biçûk didîn û bi wana dikenîyan.

Me jî, ji wan ra digot; Tirke Nîyêr (Nêr), Çerçi

Gundiyên kurdên li Anatolyê dewlemend bûn, xadî mal û milk bûn.

Di lîsê da min siyaseta Kurmancîtîyê naskir. Li Poatliyê Özgürlük Yolu, Rizgarî hebûn. DHKD li Polatli yê vekirin. Em bi hevala va diçûn wir. Eger kurdek biçiya komelê Tirka (Çep yan Rast, ferq nedikir) me ew pir bi eyb didît, şermezar dikir. Me digot ew ji bo keçika terin wira, ew "Fistikçî" ne.

dfikretez2.jpg

Seyîdxan Kurij: Hûn 20 sal zêdetire bi navê “Bîrnebûn” kovarekê ji bo kurdên Anatolîyê diweşînin? Tu dikarî piçekê behsa ew kovarê bikî? Ji ber kû “Bîrnebûn” û “VATE” heman demê de dest bi weşanê kirin û her dû jî, ji alîyê komekê niviskaran va tên weşandin, lê bi îstîqrar dikaribûn weşana xwe heta îro bidomînin. Çima wek nav “Bîrnebûn”? Armanca weşandina kovarê çî ye? Navorek li ser kîjan babetane? Çawa dikaribu heta îro bi îstîqrar weşana xwe bidomîne?

 

 

Dr Fikret Yildiz (Dr Mikaîlî): Piştî hatim Elmanya, min di nav KOMKAR ê da cî girt, bi salan di komela Duisburg ê da kar kir.

Di sala 1996 an da me, komek ji kesên ji Anatolya Navîn (Ankara,Konya, Kirşehir, Kayseri, Aksaray, Çorum, Yozgatê) piştî çend civîna, me biryar girt kû em kovareka bi navî Birnebûnê biweşînin. Bingeh li bajarî Duisburgê hat avetin.

Ji ber ku me dît; li Anatolya navîn asimilasyoneka pir giran bi lezûbez li ser me da tê, ziman dimire û bi mirina ziman va jî girêdayî,çîrok, gotinê mezinan, lîstik ,hertist dimire, kurdbûn dimire.

Em bêçare bûn,bêxadî bûn, le me got em quvveta xwe bikin yek û ji bo berhevkirina kultur û çanda me, kovarekê derxînin, ji bo ku ew neyên  ji bîr kirin, wendabûn.

Nave kovarê, çend hevala berî ku em kovarê derxînin weka "Bîrnebûn di rojnameya Ö.Politika da weşandî bûn.

Me li ser niqaş kir, lê ji ber kû ew nav belaw bûbû, me nave "Bîrnebûn" ê hişt.

Bi kurdîya rast gere ew bûbûya; "Ji bîrnebûn"!

Me ji bo kovarê tu ji deran pere nestandin, pişta xwe neda tu partîyekê. Herkesî ku tev li kovarê bû, yan jî piştgirî kir, hetanî îro li gor derfet û îmkana xwe mehane perakî didê û Bîrnebun derdikeve.

Sebeba herî mezin ku kovar bi istikrar derdikeve bêguman hebûna çapxana APECê ya li Îsvecê ye û xadanî wê kek Ali Çiftçî ye.

Ew bi xu jî kurdekî ji Anatolya Navîn e bi porejeya Birnebûnê pir bi bawer e, bawer bû.

Ji hêjmara 2, yan da heta nika ew kovar ji hêla APEC ê da dertê. .Sed cara, hezar cara mala wî ava, Xadê jê razî be.

Û hemî niviskarên Bîrnebûnê û yên kû di kovarê da bûn nivîskar jî, bê îstîsna hertim pişta me girt.

Ya herî girîngtir jî em bi zar û zêc bi Bîrnebûne va ketin, ji bo vê armancê hatin ba hev, me hevûdu  naskir, bûne malbateka mezin.

Me dizanî kû vî karî ne dewletek, ne partîyek, ne jî kesên din ji bo me dikin, ew erka me bû, wezîfa me bû.

Bi vî hestê û ruhayetîye em bûn Malbata Birnebûn ê!

Kurdistanîyan jî, ji bo em dewam bikin, em gelek pesandin,pişta me mist dan. Ew tiştana jî em motîve kirin, heweskar kirin. Tenê armanceka me hebû û hîn jî heye;

Ew ziman û çanda kû bêxwedî ye û di devî gur de ye, li ber mirinê ye, binivisînin, bikin dokument, belgename û ji wendabûnê xelas kin.

Ji bo kû bira zar û newiyên me, rokê ji me ra nifira nekin û lanetê nexwînin!

dr-fikret2.jpg

Seyîdxan Kurij: Te demekê berê bi navê “Li benda Keskesorê” romanekê nivisî. Te çawa biryara nivisandina ew romanê da, ango te bi kîjan motîvasyonê ew nivisand û te ji bo nivisandina romanê pêşamadeyîyên çawa kirin?

 

Dr Fikret Yildiz (Dr Mikaîlî): Ez bi xwe ji berê da hertim ji bo dirokê eleqadar bûm, min ji tarixê hezdikir. Min di kovara me Bîrnebûnê da rêzenivîseka bi navê "Sîyare Têrika" destpêkiribû û ew herçik çû dirêj bû. Li ser vê hîn hevalan ji kovarê ew peşnîyar kirin kû, ez ji va çirokana romanekê derxînim, binivîsînim.

Min pir roman xwendibûn, lê nivisandin tiştek din bû. Wekî tu jî dizane romana kurdî him nû ye, him jî hindik roman hatine nivisandin.

Di romanên kurdî, kurmanci da zimanê romanên Mehmet Uzun him zelal û him jî ji bo xwendawana pir sivik bû. Kêfa min pir pê dihat, herî zêde jî bi „Sîya Evînê“.

Min di nivisandina romana xwe d,a ew ji xwe ra wek nimune da ber xwe.

dr-fikret3.jpg

Seyîdxan Kurij: Roman te wek romanekê bîyografîk e, lê lehengê romanê Os (Osman) berê 200 sal jîya ye. Tu çawa dikaribuyî di derbarê jîyana wî de agahdarîyan berhev bikî?

 

Berê da kû mezine malê di odan da dihatin ba hev, qala kal û pîrên me dikirin.

Ji nav wana da çiroka kalê kalî min H. Osman Efendi pir bala min diksand. Jiyaneka wî ya têr û tiji hebû, dramatik bû, serkeftin hebû, evîn hebû, rev hebû. Wî cara ewil li gund Mizgeft, cami avakirî bû û hewşek ji goristanê ra dabû cêkirinê. Yanê meriv dikare bibêje; bingeha avabûna gundekî nû li Anatolya navin avêtîbû.

Di goristana gund a kevn da û li sermala me da kevir, kitabe hebûn ku ji alî wî da hatibûn nivîsandine, ew kevirana ji Bursa û Stenbol ê bi kerwanên xu anîbûn gund.

Yanê di derheqa wî da ne tenê çîrokên devkî,yên nivîskî jî di destî me da hebûn. Ew yek ji beri 200 salî li cem kurdên koçeber tiştekî ne normal bû, kêm bû.

Os ew kes bû ku cara ewil ji Hecê (Erebîstanê) bi xwe ra kole û cariye anîbûn.

dr-fikret7.jpg

Seyîdxan Kurij: Romana te çiqas bîyografîk e, çiqas kurgu (pevxistine)?

 

Dr Fikret Yildiz (Dr Mikaîlî): Pirranîya romanê lihevanîn e, kurgu ye!

Tenê ew tiştên kû min li jor qalê kirine, ew min tev lêkir û roman li dorberî ew rastîyana bi hev hunand, nivîsand.

 

Seyîdxan Kurij: Tu romanê de jîyana kurdên Anatolîyê tînî ber çavan, behsa eşîrên Anatolîyê dikî, te di wî warî de lêkolînekê taybetî kir? Dikarî bi kurtî behsa Mîkaîlîya bikî?

 

Dr Fikret Yildiz (Dr Mikaîlî): Erê! Me wekî li jor, qala kovarê kir, di derheqa tarix û êlên, eşirên Kurdan li Anatolya Navin da pir tişt nivisandin û belawkirîbûn.

Wexta kovar nû derket, di destî me da çavkani kêm bûn, meriv dikare bibêje tune bûn!

Bidestxistina belgenameyan jî pir dijwar bû. Lê di va salên dawî da dewletê hîn arşivên xwe, him jî bi tirkîya nû, orijînala belgenameyan avête internetê. Me jî ji wir ew daxistin û dan wergerandinê.

Bi rîya vê jî me him ew agahîyên me yî devkî serrast kirin, him jî tiştên nû hukirin.

Êla me Mikaîlîyan jî di salên 1750an da bi rîya îskana Osmanîyan bi Konfedreasyona Canbegan va têne Anatolya. Li gor lêkolînên min bi navê Mikaîla li Kurdistana Başur, li navça Qeredax û Helebçe û li aliyî Îranê girêdayi konfederasyona CAF an, jî êlek, eşîrek bi navê„Mikaîlan“ heye. Dîsa li alîyê Serhedê, Van, Erciş, Çaldiran, Agrî, Patnos,Tutax ê û li Muş Bulanikê çend gundên êla Mikailan hene, disa li Licê taxek bi navî Mala Mikailan heye. Di arşîvan da disa qala îskankirina malên Mikailiyan li Sivas Divrik, Harput, Malatya, Poturge û Gerger ê tê kirin.

Mezinên me tim digotin em ji Wêranşehirê hatine.

Dibe kû berî îskana mezin welate me Wêranşehir bû, ew tenê tehmîn e.

Ji min da heta kalî me yî ku hatiye Anatolyê, em 7 kala dijmêrin, bi neviyên me va dibin 10 bav, yanê 250 sal. 250 sal berî vê em ji koka xwe hatine jêkirin, rakirin û li vir iskan bûne.

dr-fikret8.jpg

Seyîdxan Kurij: Tu di romanê de alîyekê de ji behsa Îstanbulê dikî? Li gorî agahdarîyên dîrokî Mevlana Xalid li Stenbolê nejîyaye. Vê de rastîya dîrokî heye, an te bi xwe pevxistine?

 

Dr Fikret Yildiz (Dr Mikaîlî): Rast e, Mewlana Xalid li Şamê jîyaye û li vir çûye rehmetê. Gorra xwe li Şamê ye. Lê Osmanîyan, ji bo kû pêşiye li Vahhabîyan bigrin, piştgiriya Mewlana Xalid kirine û bi rîya wî Neqşebendîtî belaw bûye, bi pirranî jî di nav Kurdan da, le di seranserî împaratorîya Osmanîyan da jî, ji bo wî şagirdên wî, medrese dane avakirin û çêkirine.

Ji ber kû ew jî, ji êla Mikailî ye, min ew jî kire nav romanê, yanê ew li hevdanîn, pêvvaxist.

Ji ber kû bera (Kabîle) me û H. Osman Efendî bi oldarbûna xu dihatin nasandin.

 

Seyîdxan Kurij: Mesela zewaca Osman û Asparîk jî balkêşe, gelo wê demê de zewaca yek Armenî û Bisilman mimkun bû?

 

Dr Fikret Yildiz (Dr Mikaîlî): Li gor bawerîya Îslamê, dînê me, eger muslumanek bi xaçperestek yan ji kesekî nemusluman va bizewice, gere ew kes bibe musluman. Wekî din nîkahe wana qebûl nabin. Lê îstisna hertim hebûne. Min ew li hev danîye, çîrok e.

Ji ber kû mezinên me ji bo firotina kerî û pezî xwe û ji bo xwendinê tim diçûn Stenbolê û hertim qala gayrimusluman, Yermanîyan (Ermenî) dikirin, min ew jî bi avayî tev li romanê kir.

 

Seyîdxan Kurij: Te roman bi temamî bi devoka herêma xwe nenivisîye. Gelo te çima metodekê usa hilbijart? Ew metod hejmara xwendewanan kêm nake?

 

Dr Fikret Yildiz (Dr Mikaîlî): Rast e bi vê kêm kes romanê dixwînin, le bi vî avayî min xwest taybetmendiyên devok û zaravayê kurmancîya gundê xwe biparêzim û ji bo pêşerojê wek numûne cîbihêlim.

 

Seyîdxan Kurij: Romanê de gelek peyivokên ku tên bikaranîn ji bo me xerîbin. Ango em gelekê peyivokên nû hîndibin. Lê alîyekê din de roman berhemekê dema modern e û nîşanekê netewebûnê ye. Hemû civatan de netewebûn û nivisandina roman parelel e. Ji ber wê li anegorî dîtina min divê roman, helbest û kurteçîrok (novel) bi zimanekê standart werin nivisandin. Ango divê ew ji bo hemû netewa werin nivisandin, ne ji bo heremekê. Tu vê derbarê de dikarî çi bêjî?

 

Dr Fikret Yildiz (Dr Mikaîlî): Min xwest bi vê nîşan bidim ku meriv dikare bi devoka me ji romanekê binivîsîne. Ew dewlemendiya ziman û zaravayên Kurdî ne, ger ew wenda nebin!

Pir peyv, kelîme li wê derê me hene, di kurmancîya, kurdîya Kurdistanê da tunene, yan jî wenda bûne. Devoka me di nav Kurmancî da ye û li ber wendabûnê ye, asîmîle dibe. Eger rojekê ziman standardîze bibe, dibeke bi vê jî warê nivisandinê. Ez nebim jî ji hêla nifşên nû, ji hêla zarok û neviyên me da. Ez bi vê bawer im û hêvîdar im.

Eger wext û derfet hebin, ez dixwazim romanê bi Elmani û Tirkî jî binivsînim yan jî wegerînim van zimanan jî.

Berxudar be ji bo ew lêSeyîdxan Kurijîna te!

VATE û xwendewanê we ra jî jiyaneka têr û tijî dixwazim.

 

Seyîdxan Kurij: Li gor dîtina min kurmancî heta dereceyekê bilind standartîze bûye û gelek berhemên baş yên edebîyata modern jî hatine afirandin. Qesta min wek Yaşar Kemal û gelek nivîskarên din mirov dikare îskeleta roman bi zimanî standart ava bike, ango rastnivîsandin û gramera standart bi kar bîne, lê dîalogan de devoka herêmî kar bîne û ûsa pêyivokên heremê bikar bîne. Lê te û qismek ji Muzafer roman bi temamî bi devoka herema xwe nivisandîye.

Dr Fikret Yildiz (Dr Mikaîlî): Rast e. Herçıqas ew wekî te gotibe jî, li gor min; ne tenê dîalog , ger bi tevayî ew bi devoka heremê be, ji bo parastin û fehmkirina kurmancîya wê derê ferz e.

Wêngê karaktera Kurmancîya berî 300 salî ya kû di nav devoka me da mayî, rindtirin tê zanîn.

Ew yek ji bo kok û binyata şûna kû em jê hatine jî pir girîng e.

 

Seyîdxan Kurij: Gelêk spas dikim ji bo hevpeyvînê ji bo te serkeftin daxwaz dikim.

 

Not: Kirdkî (Zazakî) ya ew hevpeyvînê di kovara „VATE“ hejmara 63.an de hatîye weşandin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin