Hinek ji wan xelkê Silêmaniyê ne: 70 termên din hatin teşxîskirin

Hinek ji wan xelkê Silêmaniyê ne: 70 termên din hatin teşxîskirin

.

A+A-

Saziya Tiba Dadî ya Îraqê ragihand ku karwanê pêncemîn ê termên qurbaniyên komkujiya Girtîgeha Badûşê radestî malbatên wan hatin kirin.

Hat diyarkirin ku hejmara wan 70 term e û hinek ji wan xelkê parêzgeha Silêmaniyê ne.

Birêvebira Beşa Gorên Bikom a Saziya Tiba Dadî ya Îraqê Dr. Yasemîn Munzir ji Rûdawê re axivî.

Dr. Yasemîn Munzirê got, “Bi çavdêriya Wezîrê Tenduristiyê û Birêvebirê Giştî yê Saziya Tiba Dadî, termên 70 qurbaniyên komkujiya Badûşê radestî malbatan hatin kirin.”

Dr. Yasemînê bi bîr anî ku ew qurbanî di dema kontrolkirina parêzgeha Nînowayê de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn şehîdkirin.

Li gorî gotina Dr. Yasemînê, ew termên ku hatine radestkirin xelkê parêzgehên Silêmanî, Diyale, Nînowa, Wasit û Besrayê ne.

Birêvebira Beşa Gorên Bikom eşkere kir, ev karwanê pêncemîn ê radestkirinê ye û heta niha 241 term ji 605 termên hatine dîtin, hatine naskirin.

Dr. Yasemîn li ser termên ku mane jî got:

“Em nikarin hejmara termên ku mane bi teqezî diyar bikin, çimkî di dema pişkinînê de hestî tevlihev bûbûn û belav bûbûn.”

Birêvebira Beşa Gorên Bikom got, “Bi qasî 350 term mane. Piştî ku nimûne bi merivên wan re hatin lihevkirin û hestî hatin komkirin, dê hejmar kêmtir bibe.”

Dr. Yasemînê her wiha amaje pê kir ku tevî aloziyên teknîkî û jinavçûna piraniya nimûneyan a ji ber bandora keşûhewa û baranê, ew xebatên xwe didomînin.

Wê da zanîn ku dê di çend rojên bê de karwanekî din ê vegerandina terman rabigihînin.

Li gorî rapora UNITADê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî, DAIŞê sibehê 10ê Hezîrana 2014an êrişî Girtîgeha Badûşê kiribû ku zêdetirî 3 hezar girtî tê de bûn.

Di raporê de tê gotin, çekdarên DAIŞê girtî li gorî dîn û mezheban ji hev cuda kirine û di heman rojê de bi dehan girtiyên Şîe li çend cihan kuştine.

Hinek girtî bi kêran û guleyan hatine kuştin û serê hinekan jî hatiye jêkirin.

Li gorî texmînan, nêzîkî hezar girtiyên Şîe di wê komkujiyê de canê xwe ji dest daye ku heta niha termên 605 kesan hatine derxistin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin