Kurd-Kav: Divê hemû sazî û partiyên kurdan ji bo dersên kurdî kampînan bikin

Kurd-Kav: Divê hemû sazî û partiyên kurdan ji bo dersên kurdî kampînan bikin

.

A+A-

Saziyên sivîl ên çandî û zimanî yên Kurdistanî banga kampînên berfireh bo serîlêdanên dersên Kurdî dikin. Li gor wan heke sedan hezar xwendekar serî li dersên Kurdî bidin dê dewleta Tirkiyeyê neçar bimîne ku bihezaran mamoste damezirîne. Lê ji ber serîlêdanên kêm di 13 salên dawî de tenê nêzikê 250 mamoste hatine damezirandin.

Ev gengeşeya li Parlamentoya Tirkiyeyê ya di navbera Wezîrê Perwerdehiyê û Parlamenterên DEM-Partiyê de pirsa perwerdeya zimanê Kurdî careke din kir rojev. Li gor DEM-Partiyê kêm mamosteyên Kurdî tên damezirandin, li gor wezîrî jî sedema vê serîlêdanên bo dersên Kurdî kêm e.

Lê saziyên sivîl ên Kurdistanî vê helwesta wezîrî wekî berdewamiya siyaseta bişaftinê ya dewleta Tirkiyeyê dibînin û didin zanîn ku, perwerdeya zimanê dayikê mafeke demokratîk e û nabe hesaba serîlêdanan bo vî mafî were kirin.

Endamê Rêveberiya Kurd-Kav’ê Ercan Îlgîn ji K24ê re got: “Wezîrê Perwerdeyê hincetan bo berdewamiya siyaseta bişaftinê ya li dijî Kurdan çêdike. Perwerdeya bi zimanê dayikê mafeke demokratîk û niştimanî ya Kurdan e û divê bêyî hesabên serîlêdanan, dewleta Tirkiyeyê vî mafî nas bike. Ji alîkî din ve DEM-Partî di rexenyên xwe de dikeve nakokiyê jî. Lewra DEM-Partiyê çi caran piştgiriya serîlêdanên bo dersên Kurdî nekiriye. Ez bang li hemû aliyên Kurdî dikim ku werin em bi hev re kampîneke mezin û berfireh bo zêdetirkirina serîlêdanên dersên Kurdî bikin.”

Komeleya Hereka Zimanê Kurdî HEZ-KURD ku bi kampîn û çalakiyên xwe yên bo zêdetirkirina serîlêdanên dersên Kurdi nasyar e, rexne li DEM-Partiyê digre û dibêje, heke DEM-Partî piştgiriya kampînên serîlêdanên dersên Kurdî bikira dewleta Tirkiyeyê neçar dihişt ku bihezaran mamoste damezirîne.

Ji sala 2014ê heta niha nêzikê 2 hezar mamosteyên Kurdî der çûne û ji wan nêzikê 250 hatine damezirandin. Sala borî nêzikê 60 hezar xwendekar serî li dersên Kurdî dabûn û bo îsal jî şeş mamoste hatibûn damezirandin.

Kurdistan 24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin