Li Dêra Mêrdînê ayîna Christmasê: Îlahiyên Kurdî hatin gotin

Li Dêra Mêrdînê ayîna Christmasê: Îlahiyên Kurdî hatin gotin

.

A+A-

Xiristiyanên Protestan ên li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê bi girseyî li Dêra Protestanan a Mêrdînê Cejna Christmasê (Noel) ango cejna jidayikbûna Hezretî Îsa pîroz kir.

Merasîma pîrozbahiya jidayikbûna Hezretî Îsa bi îlahiyên Kurdî û Tirkî hat birêvebirin.

Li Mêrdînê nêzîkî 5 hezar welatiyên Mesîhî dijîn ku beşek ji wan Protestan, beşek Katolîk û beşek jî Ortodoks in.

Ayîna li Dêra Protestanan ji aliyê Keşeyê Dêrê Ender Peker ve hat birêvebirin ku ew bixwe Amedê ye.

Piştî merasîma olî ji bo aramî û aştiya cîhanê dua hatin kirin û beşdaran cejna hev pîroz kir.

"Cejn ji bo min du caran pîroz e"

Keşeyê Dêra Protestanan Ender Peker bal kişand ser nasnameya xwe ya Kurdî û got:

"Ji ber ku ez Kurd im û Kurdekî Mesîhî me, Noel ji bo min du caran pîroz e. Ya yekem ji ber ku ez Mesîhî me û ya duyem jî ji ber dîrokê ye.

Dema Îsa Mesîh hat dinyayê, yên ewil bawerî bi wî anîn Kurd bûn. Ew Kurdên ji eşîra Med an Magî bûn ku Zerdeştî bûn, ew bav û kalên me ne."

Peker behsa Dêra gundê Xaxê jî kir û wiha pê de çû:

"Li gundê Xaxê Dêra Magiyan heye. Ev dêr ji aliyê bav û kalên me ve hatiye avakirin. Dema çûne Îsa Mesîh dîtine û vegeriyane, li gundê Xaxê ew dêr ava kirine.

Cemaeta wî gundî tenê bi Kurdî dizane û bi Kurdî diaxive."

Peyama aştiyê

Welatî Brahîm Yilmaz hêviya aştiyê kir û got, “Înşelah ev hatina Îsa Mesîh ku em her sal pîroz dikin û mesaja wî aştiyê bîne giştî dinyayê.”

Meryem Talayman jî daxwaza pêkvejiyanê kir û got, “Înşelah hemû milet bi hev re xweş û bi silametî bin. Peyama min ev e, gelekî xweş e ku kîn di dilê wan de nebe.”

Zarok neçûne dibistanê

Lîdya Okê diyar kir ku ew gelekî kêfxweş e û got:

“Ez zarokên xwe ji bo cejnê amade dikim. Min ew îro neşandin dibistanê.

Ez xwarinan amade dikim. Îro cejn e, em dê bilîzin û kêfê bikin.”

Markos Kanat jî behsa girîngiya rojê kir û got, “Ev cejna vejînê ye. Bi hatina xelkê ya bo vê derê em gelekî kêfxweş bûn.”

Ayşe Vurgunê jî hestên xwe wiha anîn zimên, “Ev rojake pir biqîmet e. Em bi hev re bi coş pîroz dikin. Em navê Îsa Mesîh bilind dikin.”

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin