Ehmed: Em li ser pêkanîna peymana 1ê nîsanê bi ısrar in

Ehmed: Em li ser pêkanîna peymana 1ê nîsanê bi ısrar in

.

A+A-

Hevserroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê bang li hikumeta veguhêz kir binpêkirinên ku ji aliyê komên girêdayî wê ve têne kirin, rawestîne.

Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmedê têkildarî êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji Ajansa Hawarê re axivî:

Îlham Ehmedê da zanîn ku hêzên hikûmeta veguhêz her du taxên Kurdan ên Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiye niha jî dorpêç kirine lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê ji bo parastina niştecihan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne.

Îlham Ehmedê bang li şêniyên taxê kir ku ew ji taxan dernekevin û da zanîn ti niyeta êrişan ne ji aliyê hikumeta veguhêz ve û ne jî rageşiyek ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve li ser her du taxan tineye.

Îlham Ehmedê da diyarkirin ku ew pêbendê Peymana 1ê Nîsanê ne û got, “Em bi israr in ku ev peyman pêk were.”

Îlham Ehmedê bang li hikumeta veguhêz kir ku xwe ragire û binpêkirinên ku ji aliyê komên girêdayî wê ve têne kirin, rawestîne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin