Doza “Bîranîna Qetlîama Roboskiyê” taloq bû

Doza “Bîranîna Qetlîama Roboskiyê” taloq bû

.

A+A-

Ew doza ku ji ber “Bîranîna Qetlîama Roboskiyê” hatibû vekirin, careke din taloq bûye.

Dadgehkirina 16 Roboskiyiyan a ji ber ku beşdarî bîranîna Qetlîama Roboskiyê bûbûn li wan hatibû vekirin duh pêk hatiye.

Ji ber ku beşdarî bîranîna qetlîama Roboskiyê bûbûn, bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê” kirine, doz li Roboskiyiyan hatibû vekirin.

Dadgehkirin li 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê pêk hatiye. Heyeta Dadgehê biryar daye ku dokumanên kêm bên temamkirin. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamayayê çav li rê bû ku duh heyeta dadgehê biryarekê bide.

Dadgehkirin wê di 24ê Kanûna Paşiyê ya 2020an de dewam bike.

Balafirên şerî yên artêşa tirkan di 28ê Kanûna Pêşiyê ya 2011an de gundiyên Roboskî û Bûjehê yên Qilabana Şirnexê, bombebaran kiribûn. Di encamê de 28 kes ji heman malbatê, 34 kesan can dabû. Metirsî heye ku berpirsiyarê vê qetlîamê neyên cezakirin.

Malbatên Roboskiyiyan ji bo qetlîam were ronîkirin û berpirs bên dadgehkirin careke din serî li Dadgeha Destûrî dane. Ger Dadgeh biryarê bide û bibêje ku mafên wan hatiye binpêkirin, ihtimal heye doz vebe. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin