Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye

Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye

.

A+A-

Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê, bê encam maye. Garîbe Gezer li Girtîgeha Kandirayê miribû ku mirina wê biguman e. Parêzer wê li dijî biryara dozgerî serî li dadgehê bidin.

Parêzerên malbata Garîbe Gezerê derbarê dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Gezerê de li avahiya şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) civîneke çapemeniyê li dar xistiye. Gezer dema li Girtîgeha Tîpa Fyê bû miribû ku mirina wê biguman e. Gezerê beriya can bide, bi rêya parêzerên xwe diyar kiribû ku li girtîgehê tecawiz û îşkence lê kirine. 

Parêzerên Gezerê, Eren Keskîn, Jiyan Tosûn, Berîtan Kalbişen û Veysî Eskî beşdarî civînê bûne. 

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, yek ji parêzerên malbata Gezerê Eren Keskîn, Hevseroka Giştî ya ÎHDyê, gotiye ku dema gilînameya Gezerê hatiye ber destê wan, Gezer li Girtîgeha Bunyanê ya Kayseriyê bû. 

Keskînê diyar kiriye ku ji bo Gezerê bibînin, ew çûne Kayseriyê lê ji wan re gotine, ew şandine Kandirayê: 

"Jiyan Tosûn û Jiyan Kaya çûn. Em pê hesiyan ku şandine Kandirayê û di hevdîtîna me de em pê hesiyan ku li Kandirayê, di 21 û 24ê Gulanê û 6ê Tîrmehê de, ew xistine odeya bisifnc û li wir kiryarên xirab û êrîşa zayendî lê kirine. Me gilî kir.”

Ew ê li dijî biryarê derkevin

Keskînê destnîşan kiriye ku sûcên zayendî yên bi destê dewletê tên kirin, di salên 90î de bêhtir li dijî jinan pêk dihat û ev dosyeya Gezerê ji bo hemû derdoran wê weke dersekê be. 

Keskînê her weha gotiye ku ew ê li dijî biryara dozgerî derkevin. 

Çi bûbû?

Garîbe Gezerê aşkere kiribû ku li Girtîgeha Kandirayê ya hejmara 1ê ya Tîpa Fyê gardiyanan êrîşa zayendî lê kiriye û îşkenceya sîstematîk lê tê kirin. 

Ji ber vê daxuyaniya wê nehiştin ew bi malbata xwe re hevdîtinan bike û ew xistin odeya bisifinc û paşê jî hicreyê. 

Gezerê name ji bianetê û JinNewsê re şandibû û behsa tiştên ku hatine serê xwe kiribû. Hevseroka Giştî ya ÎHDyê, Eren Keskînê gelek caran derbarê mijarê de daxuyanî dabû, xwestibû ku doz li rêveber û karmendên girtîgehê vebe. Parlamenterên HDPyê 22 caran pêşniyazname dan Parlamentoyê.  

Rêvebiriya Girtîgehê di 9ê Kanûna Pêşiyê de diyar kiribû ku Garîbe Gezerê li hicreya xwe xwe kuştiye. Parêzerên wê xwestin pêvajoya otopsiyê bişopînin lê hatin astengkirin. Gezer di 10ê Kanûna Pêşiyê de li Kerborana Mêrdînê hatibû binaxkirin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin