Dolar bilind dibe, IMFyê hişyar kir!

Dolar bilind dibe, IMFyê hişyar kir!

Roja înê, piştî Serokomarê Tirkîyeyê R. Tayyîb Erdoganî bersiva Trumpî ya li ser Girên Golan da, dolar/TLyê bilind bû û heta niha gihîşt 5.76an.

A+A-

Aborînasên tirk jî hişyarîyê didin ku piştî hilbijartinên 31ê Adarê, dolar li hemberî TLyê, gav bi gav bilind bibe û bigihîje 10an.

Ekonomîst Selçûk Sezerî li ser hesaba xwe ya vîdyoyî hişyar kir ku piştî hilbijartinê, gav bi gav, dibe ku dolar bilind bibe. Pêşî 6.80î bişkîne û dûvre jî ji 7 heta ku 8an jî derbas bibe û bigihîje 10an.

Aniha, nirxa dolar/TL gihîştîye 5.76an.

 

IMFÊ HIŞYAR KIR

Li alîyekî din, Berdevkê Fona Pere ya Nawdewletî (IMF) Gerry Rice ragihand ku ew ji nêzîk ve rewşa Tirkiyê dişopînin û got, di aboriya Tirkiyê de paşketin heye.

Gerry Rice herwiha eşkere kir ku divê Tirkiye bersiveke rast û bilez bide û vê pirsgirêkê çareser bike.

Rice bang li Tirkiyê jî kir ku di bersivdayînê de dereng nemîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin