Dizeyî:Tohmetên Îranê bêbingeh û ji rastiyê dûr in

Dizeyî:Tohmetên Îranê bêbingeh û ji rastiyê dûr in

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di derbarê sûcdarkirina Îranê li ser xwepêşandanan daxuyaniyek belav kir û got: “Bi her şêweyî, vê tohmeta çêkirî ya bêbingeh ku bi temamî ji rastiyê dûr e, red dikin.

A+A-

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê daxuyaniya Sekreterê Giştî yê Encumena Destnîşankirina Berjewendiyên Îranê Muhsînî Rezayî daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî wiha hate gotin: “Bi her şêweyî, vê tohmeta çêkirî ya bêbingeh ku bi temamî ji rastiyê dûr e, red dikin. Herêma Kurdistanê bi awayekî pratîk îsbat kiriye, ku her dem faktorê aramî û seqamgîriya herêmê ye û ti car rê nedaye û nade ku bibe sedema alozî û çêbûna tevliheviyê li welatên cîran.”

Di dawiya daxuyaniyê de Sefin Dizeyî got jî ku, herêma Kurdistanê li gel welatên cîran, welatên herêm û cîhanê, dixwaze li ser bingeha rêzgirtin û berjewendiyên hevbeş, her dem pêwendiyên wê yên dostane hebin û daxuyaniyên bi vî rengî bi ti awayî xizmeta cîranbûnê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî nake.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin