Dixwazin 7 sal cezayê hepsê lê bibirin

Dixwazin 7 sal cezayê hepsê lê bibirin

.

A+A-

Marisa Papen tûrîst û mankenek e, di sala 1992'yan de li Limburga Belçîtayê hatiye dinê. Ew li cihên kes bawer nake dê tiştek wisa bibe û li cihên bi nîqaş fotoyên tazî dikişîne û ji ser hesabê xwe re parve dike. Niha ji ber hin ji van fotoyan li Tirkiyeyê serê wê di belayê de ye.

Marisa Papen di sala 2018'an de ji bo vê yekê berê xwe dabû Tirkiyeyê jî. Pêşî li Stenbolê, çûbû Ayasofyayê, ji jêr de kincên reş ên lê bilind kiribû û foto kişandibû. Paşê çûbû Kapadokyayê (Nevşehîr) û li wir li cihên tûrîstîk aleke Tirkiyeyê raxistibû erdê û çîp tazî li ser xwe dirêj. Wekî din jî fotoyên tazî li Kapadokyayê kişandibûn. Niha ji ber van yekan li Tirkiyeyê der barê wê de doz hate vekirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbola Tirkiyeyê bi îdîayên "biçûkxistina sembolên ewlehiya dewletê", "tevgera bê heya", "mustehcenî" der barê wê de doz vekir û dozger dixwaze bi 7 salan cezayê hepsê bê cezakirin.

Du sal berê dema Papen ew wêne belav kiribûn û li Tirkiyeyê hem bûbû nûçe, hem bûbû sedema nîqaşê wisa gotibû, "Ez nûçeyan naşopînim. Baş bûye ku em Tirkiyeyê naşopînin lewra ger me bizanibiya me yê li wir fotograf nekişanda."

(Fotoyên bi vê nûçeyê re me belav kirin yên li Kapadokyayê kişandine û yên "Normal" in. Yên hê tazîtir jî hene.)

Çavnakî: Diyarname

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin