Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin.

A+A-

Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin.

Di rojên dawî da, li başûrê Kurdistanê di navbera hêzên siyasî da, taybetî di navbera Tevgera Goran û Komela Îslamîya Kurdistanê da, serokê wê Elî Bapîr e û herweha, di navbera Tevgera Goran û Yekitîya Niştemaniya Kurdistanê da bi amancê aktîfkirina Parlementa Kurdistanê, beşdarbûn û piştevanîya Rapirsîna Serxwebûnê rêze civîn hatin li dar xistin.

Taybetî, piştê biryara Rapirsîna Serxwebûnê di navbera Tevgera Goran, PDK û YNKê da rêze civîn gur bûn, PDK Rapirsîn mijarek neteweyî pejirand û ji ber vê helwesta xwe ya destpêkê sist kir, ev, bona destxistina encamek kêrhatî baş bû, lê mixabin Tevgera Goran û Komela Îslamî li yek û nîva xwe nehatin xwarê.

Her çiqas pêdivîya dubera kirinê tine be jî, dixwazim bînim bîra we, ku li başûrê Kurdistanê ji du salan va krîzek siyasî heye û Palementa Kurdistanê ne aktîf e.

Gellek civîn û hevdîtin hatin kirin lê emcamek erênî jê derneket, di destpêkê da Partîya Demokrata Kurdistanê aktîf kirina Parlementê "bi merc" beşdarê civînan dibû, lê paşê hemû mercên xwe dan hêlekê û bona aktîfkirina Parlementê hewl da.

Li hêlekê ev, mikur hatin e.

Her çiqas PDKê mercên xwe rakirin, lê Tevgera Goran li ser mercên xwe israr kir, bona aktîfkirina Parlementê pêşva gav neavêt, hêj îro jî li şûna xwe ya berê ye.

Komela Îslamî jî hevpeymaniyê bi Tevgera Goranê va dike, bi hevra heman helwestê digirin, wekî têt zanîn beşdarê biryara Rapirsîna Serxwebûnê jî nebûn.

Encama cîvîna dawî ya di navbera Tevgera Goran û Komela Îslamî da eşkere bû, ku herdu hêz li ser helwesta xwe bi israr in û hinek tiştên ku li rayagiştî radigînin ti peywendîyên wana bi Rapirsîna Serxwebûnê va tine ye.

Bo mînak, "hilweşandina biryara paşkevtinkirina mûçe û başkirina rewşa debara xelkê...."

Nuha pirs ev e, gelo çi pêywendiyên hilweşandina biryara paşxistina mûçê û baş kirina rewşa xelkê Kurdistanê bi rapirsînê va heye?

Ev mijarên siyasî ne û herdem rikber (mixalefet) dikanin vê mijarê di rojeva siyasî da gengeşî bikin, desthilatê rexne bikin, ger hebin dikane projeyên xwe pêşkêşê rayagiştîya welatê xwe bikin, herweha ev derfetek e ku hemwelatî wîzyona rikberiyê bibîne, ger hebe!

Mijarên weha piştê rapirsînê jî dê hebin, jixwe amancê siyasêtê çi ye, çima partî hene, çima daxwaza desthilatê dikin, amanc bona başkirina rewşa gel e, şêniyê herêmê ye.

Bê guman, daxwazên Tevgera Goran û Komela Îslamî tenê ne ev e, hinek daxwazin di cî da jî hene; bo mînak, daxwaza "asayîkirina (aktîfkirin) Parlementê, bi avakî ku karên xwe yên yasadanînê û çavdêriyê bike" di cî da ye, lê belê ew jî nabin ku hêzek an partîyek li dijî Rapirsîna Serxwebûnê derkevin.

Rapirsîna Serxwebûnê, amancekî neteweyî ye, ger kêmayî û xeletî hebin, em dizanin hene, Tevgera Goran û Komela Îslamî dikane rexneyên tûnd taybetî li PDKê bike, lê em dizanin ku gunehkarîya li beramberê dîrokê paşeroja ti hêzek siyasî asayî nake.

Herweha, mafê ti partîyan tine ye ku paşeroja neteweya Kurd û qedera hemû gelên Kurdistanê bike bin xeterê.

Di hêla din da, helwesta herdu partîyan, civata Kurdistanê qet dike, her çiqasî parçeyek gellekî biçûk be jî, ev, bona herdu partîyan berpirsyarîyek dîrokî ye, heta û heta dê bêt gotin.

Em nizanin, salek an du salî din ji ber vê qetbûnê, tovê ku îro dikeve nava civata Kurdistanê dê çawa aj bide?

Pirsek din, gelo helwesta herdu partîyan keysa êrişkirênê nade xêrnexwazan?

Gelo, herdu partî dê kanibin bi berpirsyarîya xwe ya siyaseta îro rabin?

Ji ber gellek pirsên weha siyaset û helwesta Tevgera Goran û Komela Îslamî naye fam kirin.

Dîsa Tevgera Goran û Komela Îslamî behsa paşxistin û demek guncaw bona Rapirsîna Serxwebûnê dikin, lê ti pêşnîyaziyên wana tine ne, tenê em fam dikin ku amaje bi piştê hilbijartina Parlementa Kurdistanê û seroktiyê dikin.

Ev ne vekirîye, ger paşxistina Rapirsîna Serxwebûnê têt kirin, divê ji îro va demek guncaw jî hebe, ji ber ku ev mijarek neteweyî ye, rapirsîn ne li ser hema mijarek rojane ye, navê wê li ser e, Rapirsîna Serxwebûnê.

Mixabin, ji daxûyanîya Tevgera Goran û Komela Îslamî têt fam kirin ku ew di hesabê "tolhildanê" da ne, taybetî dixwazin bi bêvilên PDK bigrin ku ew biherise, bêmecal bimîne.

Lê, ev jibîr dikin ku cîhan li ser pîya ne, taybetî li herçar parçeyên Kurdistanê, gelê Kurdistanê di nav çoş û peroşek bilind da ye û proseyê pir bi nêzik va dişopîne.

Piştê civîna Tevgera Goran û Komela Îslamî, civîna di navbera Tevgera Goran û YNKê bêencam bi dawî hat, herdu partî negehêştin encamekê.

Bi bawerîya min dem dibure, bê guman divê partî li hevdîtinan ra deriyên xwe negrin, lê bi hevkarîya PDK û YNKê dikane rewşa Parlementa Kurdistanê asayî bibe, ango Parlement bêt aktîfkirin û di rûniştina ewil da biryara Rapirsîna Serxwebûnê bêt stendin û ragihandin.

Bila şika PDK û YNK nebe, ku ew gavek dîrokî ye û gelê Kurdistanê ti dema dê jibîr neke.

05.09.2017/Semsûr   

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum