”Divê Kurdî di kar û barê dewletê da bibe zimanê fermî”

”Divê Kurdî di kar û barê dewletê da bibe zimanê fermî”

Divê hikumet sistema perwerdehiyê ya tekparêz bi sistemek demokratik, pilural û pirzimanî re biguhurîne.

A+A-

Lijna Karger a Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) piştî civîna xwe ya ku di 25 İlon 2016an de li Dêrsimê civand, ji raya giştî re daxuyanîyekê belav kir.

Di daxuyanîya xwe de bang dike ku;

Divê;
Hikumeta AKPê dev ji siyaseta hanê berde, ku rewşa Tirkiyê aloztir dike, Tirkiyê ber bi tarîtiyê û nezelaliyê ve dibe,

Dest bi serda girtina ronakbîr, rojnamevan, akademiker, siyasetmedar û siyaseta Makarttiyê bi dawî bine.

Li Kurdistanê 12 hezar mamosteyan, ku ji kar hatine dur xistinê, vegerîne ser karê xwe.

Bi Biryanameyên di Hukmê Kanunan ve dengê mixalefetê nefetisîne.

Ciyê ku dema Rewşa Awerte dirêj bike, demêk zu wê betal bike.

 

Herweha di daxuyanîyê de li ser perwerdeyê jî dibêje;

Bi destpêkirina dema nû ya perwerdeyê; wateya vê ev e ku dê bi milyonan zarokên Kurd carek din rû bi rûye sistemeke nijadperest û inkarok û çerxa asimilasyonê bibin, asimilasyon wek kiryarek dijî mirovahiyê ye.

Divê hikumet sistema perwerdehiyê ya tekparêz bi sistemek demokratik, pilural û pirzimanî re biguhurîne.

Ji bo ku Kurdî di warê perwerdeyê û kar û barê dewletê da bibe zimanê fermî, gavan bavêje.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin