• Diyarbakır 8 °C
  • Batman 7 °C
  • Hakkari 7 °C
  • Şırnak 9 °C
  • Ağrı 0 °C

”Divê Kurd ji hevdu re rûpeleke nû vekin”

”Divê Kurd ji hevdu re rûpeleke nû vekin”
Mustafa Ozçelîk: ”Divê Kurd di her warê jiyanê de ji hevdu re rûpeleke nû vekin. Pêwîstîya gelê Kurdistanê ji rêzgirtineke navxweyî heye. Bêyî ku kes xwe li ser kesî ferz bike pêwîstî bi dîyalog, hevkarî, yekgirtin û tifaqan heye”.

Rûpela Nû/London

Îro li Londona paytexta Îngilîstanê, konferansek hat li darxistin. Mijara Konferansê ”Rojeva Kurdistanê û helwesta PAKê” bû. Konferans bi axaftina Dr. Alî Kemal Yildirim hat vekirin. Dr. Yildirim xêrhatina mêvana kir û spasîya  Komelaya Civaka Alxas-Kistikê li Brîtanyayê kir ku bi salon û îmkanên xwe ve bûn alîkar ku ev konferans pêk hat. Û piştî  ku li ser awayê rêvebirina civînê aghdarî da, Serokê Partîya Azadîya Kurdistanê teqdîm kir.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk di destpêka axaftina xwe de di derbarê damezrandina PAKê û xebatên wê de agahdarî da. Paşê jî behsa bîr û rayên PAKê yên di derbarê çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê kir.

Mustafa Ozçelîk di axaftina xwe de got: ”Divê Kurd di her warê jiyanê de ji hevdu re rûpeleke nû vekin. Pêwîstîya gelê Kurdistanê ji rêzgirtineke navxweyî heye. Bêyî ku kes xwe li ser kesî ferz bike pêwîstî bi dîyalog, hevkarî, yekgirtin û tifaqan heye. Ji bo balansek di sîyaseta bakurê Kurdistanê bê çêkirin, pêwîstî bi partîyeke xurt ya azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî heye. Ev partî jî bi fedekarî û dilsozî dikare bê ava kirin. Bila kes nebêje `were cem min`. Divê herkes bêje `werin em bi hevdu re yeka xurt ava bikin`.Belê heger her alî weha bifikire dê kar hêsantir be”-

Mustafa Ozçelîk di axaftina xwe de bal kişand ser destkeftinên her perçeyên Kurdistanê û got ”Serxwebûna başûrê Kurdistanê pêwîstîyek e û divê hemû kurdên cîhanê  piştgirîya wê bikin. Dagirkirina Cerablûsê ji alîyê Dewleta Tirk ve careke din aşkere kir ku divê hemû partîyên Rojavayê Kurdistanê îdareyeke hevbeş ya eskerî, sîyasî, aborî damezrînin”.

Mustafa Ozçelîk di dawîya axaftina xwe de got ”Li ser nirxên Kurdistanî, divê hemû Kurd ji hevdu re rûpeleke nû vekin. Heta Kurd hebûna xwe, hebûna Kurdistanê wek bingeheke esasî nebînin, dê tu kes jî wan tiştekî nehesibînin”.

Konferans piştî gotara Mustafa Ozçelîk bi pirs û bersîvan berdewam kir. Gelek beşdarên konferansê bi pirsên xwe, bi pêşkêşkirina nêrînên xwe mistewaya konferansê bilindtir û bi renktir kirin.

Endamê Meclîsa PAKê Nîmet Mumtaz Aydin û endamên rêvebiriya PAK-Fransa Faysal Taşkiran û Yakup Karademîr jî di konferansê de beşdar bûn.

Ev nûçe 1766 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din