'Divê em fêrbûn û axaftina zimanê Kurdî wek prensîbeke esasî di jiyanê de pêk bînin'

'Divê em fêrbûn û axaftina zimanê Kurdî wek prensîbeke esasî di jiyanê de pêk bînin'

PAK bi minasebeta 'Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê' daxuyanîyekî belav kir

A+A-

Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê Pîroz Be

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) bi minasebeta

Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyanîyekî belav kir:

Daxuyanî;

Roja 21ê Sibatê li cîhanê ji alîyê UNESCOyê ve wek ‘’Roja Zimanê Zikmakî’’ ya navneteweyî hatîye qebûlkirin.

Di cîhanê de tu ziman di mistewaya zimanê Kurdî de tuşî zilm û neheqîyê nehatî ye.

Bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê, heta demeke nêz jî zimanê Kurdî tune hatibû hesibandin. Hîna jî zimanê Kurdî ne zimanekî fermî ye. Hîna jî perwerdeya bi zimanê Kurdî nehatîye qebûl kirin.

Bi siyaseta Dewleta Tirkiyeyê ya bi dehan salane hatiye meşandin, gelek Kurdên bakurî nikarin û nizanin bi zimanê dayika xwe biaxivin. Ev trajedî û travmayeke kûr e.

Divê hemû Kurdên welatperwer di vê derbarê de, bernameyên taybet pêk bînin. Divê zimanê Kurdî di jiyana rojane de bibe zimanê me yê esasî. Divê em fêrbûn û axaftina zimanê Kurdî wek prensîbeke esasî di jiyanê de pêk bînin.

Divê hemû şaredarî, weqif, dezgehên sivîl û karsaz dibistanên taybet yên perwerdeya bi kurdî dikin vekin.

Roja Zimanê Zikmakî bila bibe destpêka bidestxistina perwerdeya bi zimanê Kurdî.

21 ê Sibatê de her Kurdek divê bi zimanê dayika xwe biaxive. 21ê Sibatê bila bibe destpêka fêrbûna zimanê Kurdî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin