Dîsa şeveder im û barê ser dilê xwe me

Dîsa şeveder im û barê ser dilê xwe me

.

A+A-

Alî Gurdilî 

Heke em hebin, em hebûnatiyên çawa ne û heta çi radeyê ‘di xwe da’ ne? Xwedayê ku destê xwe ji alemê şûştiye, li ser vê rewşa me gelo niha çi difikire? Jiyan tewş e, bêmane ye, em bi serê xwe ne.

Nivîsa min a yekem e, di rojnameya Duvarê da. Lê nizanim, ezê li ser çi binivîsînim. Divê ez ji kû dest pê bikim? Bi sedan mesele hene ku xwe di serê min da, dibin û dihînin. Dema meriv difikire, serî dibe meşka dew. Loma carinan dibêjim kesên hiş diavêjin, mafdar in. Erê wele, hema wisa. A niha rewşa Turkiyê her diçe xirabtir dibe ku ez jî, tevî malbata xwe welatî me: Tevlîhevî heye, krîza aborî heye, nakokiyên sîyasî hene, buhayê her tiştî zêde dibe, dîsa her roj bi dehan jin têne kuştin û destdirêjî li zarokan dibe, em kurd hê jî ji mafê perwerdehiyê bêpar in, zordestiya li ser çand û zimanê kurdî hin jî berdewam e, pirraniya ciwanan betal in û ciwanên baş perwerde bûne jî, nikarin di ciyekî da bixebitin û bêhêvî ne. Êdî, naxwazim dirêj bikim. Çimkî, haya me teva ji van meseleyan heye û têra xwe, em bi wan diêşin û mixabin, çareser jî nabin. Pirs: Îcar, em ê çawa bikaribin xwe ji wan arîşeyan xilas bikin, serê xwe bi meseleyên rojane neêşînin û berê xwe bidin ramîna theorîk û philosophic? 

JIYAN DAWÎDAR E Û MIRIN JÎ HEYE

Niha nizanim sa’et çuqasî şevê ye û naxwazim bizanibim. Mîna gelek caran, dîsa şeveder im û barê, ser dilê xwe me. Lê, ji teqereka der û kolanê, dizanim berê sibê ye. Hindik maye, piştî demekê dê melayê mizgefta taxê dîsa bi qarawarî bang bike. Çawa ku dinya gul û gulistan be, camêr doza îbadetê li me dike! Dengê wî ê zîz û kezebxûr, dîsa dê gohê me bibe. Erê, banga wî darê tirsê ye; tirsa ji mirin, dojeh û tunehiyê, dîsa dê cihê xwe li ser hiş û dilê me, xweş bike. Erê, jiyan dawîdar e û mirin jî heye. Bi banga melayê taxê ra, emê dîsa li ser maneya jiyanê bifikirin: Bi xof û tirseke ecêb û şaşwaz. Erê, emê bimirin, bibin ax û xwelî û veguherin candareke cuda. Pirs: Nexwe, ev xof û tirs ji bo çi ye? Dewr e, dewran e û hemû candar, rojekê dewra xwe temam dikin. Lê mirin, gelo ew jî dibe tunehî? Wisa ye tiştê heyî diguhere, carina serejor diçe, carinan serejêr û dirize. Gelo, ma tune jî dibe? Pirs: Tiştê ku herdem diguhere, çawa dikare ‘di xwe da’ bimîne?

GELO NIHA XWEDA LI SER VÊ REWŞA ME ÇI DIFIKIRE?

Mirin û jiyan, bextewarî û bextreşî, başî û xirabî, zanîn û nezanî, hebûnî û tunebûnî, serkeftin û têkçûn, man û neman, nêr û mê û gelek rewşên dualî ên jiyanê. Pirs: aliyên dij û dijber tunebin, tiştek çawa dikare xwe bike heyî û biguhere? Ma Epîkurosê hedonîst, beredayî gotibû ‘Dema ez hebim, mirin tune. Mirin hebe, ez tune me.’ Têgihiştina mirinê, têgihiştina jiyanê ye û mirin tunebe, jiyan çi ye? Û heke dem tunebe, jiyan û mirin çi ne? Heke em rabin û bibêjin ku jiyan, têgihiştineke tevahî ye û proseya xwenasîna mirovî ye, gelo dê ev gotina me şaş be? Baş e, heke gotina me ne şaş be, gelo emê çawa bizanibin ku jiyan bi tevahî tê jiyîn û ne bi perçeyî: Jan, bindestî, koletî, başî, xirabî, mêranî, jinanî, tenêtî, bêhêvîtî, mirin û gelek pêkarên din, gelo ma ne jiyan bi xwe ne? Erê, ligel xweşiyê; xirabî jî heye. Baş e, emê çawa bikaribin ligel tevahiya aliyên xirab ên jiyanê, li ber xwe bidin û bikaribin xwe bikin hebûnî? Pirs: Heke em hebin, em hebûnatiyên çawa ne û heta çi radeyê ‘di xwe da’ ne? Xwedayê ku destê xwe ji alemê şûştiye, li ser vê rewşa me gelo niha çi difikire? Heke hebe û afirandêr be, bi çi armancê mirovan afiranandiye? Heke jiyana me bi tevahî ezmûn û ceribîneke xwedayî be, xweş xwiya dike ku em bi ser neketine. Pirs: Ma jiyan, ezmûnek e bo serkeftinê û serkeftina hinekan, ma nabe sebebê têkçûna ên mayî?

Difikirim: Gelo ma afirandêr pê dizanibû ku rojekê emê li maneya jiyana xwe bigerin û bixwazin bingeh û spartekekê ji hebûna xwe ra peyda bikin? Pirs: Gelo ma Xweda jî, bi vê yekê dizanibû?! Jiyan tewş e, bêmane ye, em bi serê xwe ne û bi vê yekê jî, baş dizanin. Loma tirs û şaşwazî, ji hiş û dilê me, kêm nabe; lê em di rê da ne êdî û nikarin vegerin serê pêşî. Loma divê em bimeşin, nesekinin, li ber xwe bidin, serî hildin û her di rêya xwe da bin. Pirs: Kijan rê? Baş e, emê çawa bizanibin ku em ‘em’ in û di rêya xwe da ne? Di meşa xwe a lixwegerînê da, gelo meriv dikare ji xwe ra rêhevaleke bibîne? Rêhevaleke dilsoz ku meriv bi saya hebûna wî (wê), bikaribe dilxweş bibe û xwe, bêkes û bi serê xwe hîs neke? Pirs: Gelo felsefe, rê nîşanî meriv dide an rêhevalekî çakî dilsoz e?

HEKE MIRIN HEBE, EM JI BO ÇI DIJÎN?

Jiyan û mirin: Du aliyên jiyînê, an jiyîna dualî? Dualîtiya serdîtin a di her xalê da, di her ramanê da, di her gotinê da ku dûkela axa Mesopotamîaê ye. Pirs: Heke mirin hebe, nexwe em ji bo çi dijîn? Heke mirin tunehî be, nexwe armanca me a jiyanê çi ye? Gelo, em li ber xwe didin da ku rojekê tune bibin? Piştî mirinê jî, gelo em dikarin bi çi bijîn û qet nebe, em çawa dikarin neyên jibîrkirin? Pirs: Gelo meriv bi çi hawî, dikare jiyanê tomar bike? Bi a min di vê pirsa da, gelek bersivên naxwiya hene û li benda dîtina we ne: Heta niha me çi kiriye, em niha çi dikin û li benda çi ne? Navber: Heke em li benda heman encamê bin, nexwe em ‘dîn’ in.

Beyî guman, em dizanin ku bersivên me dê sûbjektîv bin û li gor awira me, dê guhêrbar bin jî. Lê bersivên me, divê bikaribin xwe bispêrin ronahiya aqilê mirovî û çend metodên mantiqî. Pirs: Ma ronahiya aqil heye ku xwe bide der? Rê: Heke wiha be û arîşeyên me, arîşeyên mirovî û civakî bin û kesên ku dê wan arîşeyan çareser bikin jî mirov in, nexwe divê em xwedan awireke mirovî bin û ji hêz û aqilê mirovî jî, bawer bin. Rêwîtî: Têgihiştina vê qonaxê, pêşketineke bêhempa ye ku dê bikaribe hêzeke nû a mirovî, ji mirovên heyî biafirîne. Utopîa: Beyî ku xwe bispêre nirxên metafizikî, zanînên dogmatîk, heyînên derfizikî û kozmogoniyan, dê bikaribe rewşa xwe dahûrîne û dê bikaribe (hostatî) dîwarê hewşa xwe a mirovî, bi destê xwe lê bike. Redda Ehlaqê: Ma xalê me Nietzscheyê simbêlboq, beredayî behsa hatina xurtemerdî kiriye û xurtemerdan, wekî jormirovan nirxandiye? Rênîşan: Heta serdema me jî, gelek caran ji me ra hatiye gotin bê ka em çi ne, an jî kî ne? Ligel vê yekê jî, gelek arîşeyên me bêçareser man û hê jî bêçaser in. Pirs: gelo çima?

Destpêk: Feylesofên pêşîn ku beşekê wan hemin zanyar bûn jî, ji rewşa alem û dinyayê şaş û ecêbmayî man, li ser arîşeyên xwezayî û mirovî fikirîn û qîma xwe, bi zanînên heyî neanîn. Aporîa: Çimkî ligel hebûna hewqas xweda û xwedawendan, dîsa jî arîşeyên heyî çareser nedibûn an jî, nikaribûn bibin bersiva pirsa lêger û zanyarên ku xwe dispartin ronahiya aqilê mirovî. Theorîa: Armanca zanînê, ji bo wan armanca sereke bû û vê yekê jî, rê li ber ramîna theorîk vekir û wiha kir ku philosophia (felsefe, philosophy) bibe çalakiyeke aqilî û mirovî. Bi saya derketina philosophiaê ne tenê xweza; herweha heyîn, zanîn, ehlaq, dad, mirov, rastî, fazîlet û gelek mijarên din jî, ketin ber lêpirsîna wan lêger û zanyaran. Mijarên di destî da, sedî sed çareser nebibin jî, tesîra lêgerîna wan a li ser pêşketina mirovahiyê bêhempa bû, ku ew tesîr hina jî berdewam e. Zayîn: Meriv dema li ser medeniyeta rojavaya îro difikire, meriv baş têdigihêje wê tesîrê. Heke wê demê ew çalakiyên philosophic tunebûna, dibe ku roja îro bi navê ‘medeniyet’ê jî tiştek tunebûya. 

PIRS: GELO EPÎKUROS LI BIHEŞTÊ DIGERE?

Rabirdû: Me li jor behsa mirin û gotineke Epîkuros kiribû, ku gotiye "Dema ez hebim, mirin tune. Mirin hebe, ez tune me." Rave: Li wir divê were gotin ku ji bo Epikurosî, mirin ne tunehî ye. Loma gotiye, "ji tunehiyê, tiştek dernakeve" û "tu tişt (object, heyîn, candar) bi temamî ji holê ranabe û berê xwe, nade hîçahiyeke mitleq û divê, cih yan jî tiştekî ku tişt lê vedigerin jî hebe." Heke wiha be, nexwe mirin berdewamiyek e. Pirs: gelo Epîkuros li biheştê digere? Epîkuros, li rê û rêgehên bextewariyê, geriyaye û têgihên mîna xwedê, mirin û qederê jî, wekî sebebên bextreşiyê nirxandiye. Rêbaz: Dîsa gotiye ku hemû pêhatî û bûyerên heyî, divê bi rê û rêgehên xwezayî werin nirxandin û nabe ku meriv, wan wekî derxwezayî an jî jorxwezayî binirxîne. Atomparêzî: Heke meriv mirinê wekî cihveguhastinê binirxîne, wê demê dema mirin hebe jî meriv dikare hebe. Lê, em dizanin ku wî dixwest wê tirsa mirinê a ku dilê mirovan da heye tune bike, da ku mirov bikaribin bextewar bijîn.

Têgihiştin: Em ‘mirov’ in, di destpêkê da me wekî ‘mirovan’ dest pê nekiribe jî, em dizanin ku roja îro em ‘mirov’in. Mirov kê ye, çi dike, çi dixwe çi vedixwe? Rev: Ev jî, mijareke kûr û dûr e û bila, bimîne rojekê din. Lê em dizanin ku serdema me, serdema guherîn, teknolojî û pêşketinê ye. Ligel vê yekê, gelek pirsên me ên mirovî û philosophic, li bersivên xwe digerin. Arîşeyên me jî, bi giştî arîşeyên takekesî û civakî ne û ne arîşeyên teknîkî ne. Di vê rewşê da jî, rola mirovî a di guhertin û pêşketina alem û dinyayê da, xweş xwiya dike. Mildan û piştgiriya candaran: Roja îro, mirov ne tenê ji ‘mirovan’ êdî ji tevahiya candarên dinyayê mes’ûl e û demildest, divê mafê wan ê hebûnê jî biparêze. Em, ne xwediyê tevahiya alemê ne û divê, em dest ji text berdin. 

Raman: Em li ser rê ne, rêwiyên rêya heqîqetê ne û rê, dûr û dirêj e. Doz û dawa me a azadî, bextewarî, xweşhalî û lêgerîna heqîqetê, her berdewam e û em êdî baş dizanin ku rê û rêgehên mirovî, ji bo me baştir in. Bextewarîparêzî: Em dixwazin bextewar bin, bi serbestî bijîn û ji mirinê jî, netirsin. Keda philosophic: Di vê yekê da, têgihişta guhêrbar a alemê, destjêberdana ramanên dogmatîk û bawerîpêanîna hêza mirovî, dikarin rê li ber me xweş bikin. Ji bo xwegihandina tevahiya armancan, pêdiviya me herî zêde bi xwenasînê heye. Feylesofî: Di xwegihandina armancên mirovî da, felsefe pêkareke gelek mihim e ku Sokratesê kal jî gotiye: "Fazîleta herî raser, zanîn e. Zanîna herî raser, felsefe ye û felsefe, xwenasîn e. Xwenasîn jî, bextewariya bêdawî ye." Pirsa dawî: ‘Em’ ê kengê xwe binasin?!

Çavkanî / Gazeteduvar

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin